‘Heta statuya Kurdî neyê naskirin aştiya demokratîk nikare bê avakirin’ 2026-11-08 09:04:24   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Sefîra Kurd Berîvan Doskî ku tevli konferansa "Wêje û Aştiyê" ya li Amedê pêk hat bû, diyar kir ku yek ji şertên aştiya demokratîk naskirina nasname û zimanê Gelê Kurd e û di mijara civakîbûna pêvajoyê de banga berpirsyariyê li rewşanbîran kir.   Li Amedê  ji aliyê PEN a Navneteweyî, Navenda Pen a Kurd, Şaredariya Bajarê Mezin, Sûr, Yenîşehîr, Rezan û Peyas a Amedê konferansa "Wêje û Aştî" ya du rojan hat lidarxistin. Konferans li Salona Konferansê ya Alî Emîrî pêk hat û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, niviskar, helbestkar, akademîsyen û gelek kes tevli bûn.   Di koneransê de mijarên wekê "Girîngiya ziman a ji bo çand û hunerê, rola rewşanbîran a di pêvajoyê" de hat nîqaşkirin. Sefîra Kurd Berîvan Doskî diyar kir ku di pêvajoyê de berpirsiyariya dikeve ser milê rewşenbîr û nivîskaran mezin e.   ‘Divê rewşenbîr pira aştiyê ava bikin’   Berîvan Doskî diyar kirku ji bo pêvajo di zemîna hevpar de bê pênasekirin û aştî bê civakîkirin divê rewşenbîr berpirsyariyê bigirin û got: “Ev konferans ji bo wêje û aştiyê pêk tê. Yek ji armanca konferansê, hewldana ji pêvajoya didome re navekî hevpar bê dîtinê ye. Kurd pêvajoyê bi navekê pênase dikin dewlet bi navekî din. Divê di vê mijarê de rewşenbîr bên gel hev û peywira pirê bigirin ser xwe. Ji ber rewşenbîr ne şer, pira aştiyê ava dikin. Ji ber vê konferans girînge. Yekitiya li vir ava dibe bila bibe wesîleya gavên xurt. Yek ji sernavê din ya girîng zimane. Zimanê me nasnameya me ye. Ji ber vê parastina ziman gir^nge. Tenê parastin têr nake, divê statu bê dayîn. Statuya fermî jî tenê têr nake. Dive malbat bi zarokên xwe re zimanê xwe biaxivin.”   ‘Divê rewşenbîr ji bo statuya Kurdî bibin yek’   Berîvan Doskî destnîşan kir ku Kurdî bi têkoşîna dîrokî heta îro hatiye lê tenê jiyankirina wê têr nake û wiha daxuyand: “Zimanê me ji têkoşînên mezin derbas bûye. Dewlet hatin avakirin, şer çêbûn; lê zimanê me di dilê me de jiyan kir. Ev ji bo me rumete. Lê tenê jiyankirina ziman têr nake. Divê hilberîn hebe. Yek ji armanca vê konfernasê eve ku piştgiriya ji bo têkoşîna ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bê dayîn. Yekitî tenê li ser maseyekê runiştandin nîne. Divê rewşenbîr ji bo statuya Kurdî bibin yek. Statuya Kurdî neyê nasîn mirov nikarin behsa aştiyê jî bikin. Divê rewşenbîr bibin yek û aştî jî mayînde bibe.”