Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir 2026-11-15 11:54:55   ENQERE - Panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk” ku ji aliyê OHD û HDKê ve tê lidarxistin dest pê kir. Panel dê 3 rûniştinan pêk were û li ser mijarên cur bi cur nirxandin bên kirin.   Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li eywana navenda TUMBEL-SEN a navçeya Çankaya ya Enqereyê panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk” li dar dixin. Hiqûqnas û gelek kes tev li panelê bûn.   Panel bi axaftina vekirinê ya Endama Meclisê ya Partiya Avakirinê ji nû ve ya Sosyalîst (SYKP) Çagla Ozgençturk ve dest pê kir. Çagla Ozgençturk bi lêv kir ku ew dê di panelê de li ser di krîzan de avakirina Civaka Demokratîk biaxivin û qala bernameya panelê kir.   Panel dê bi 3 rûniştinan pêk were û li ser gelek mijaran gotûbêj bên kirin. Bernameya panelê wiha ye;   Rûniştina yekem   Ji qanûnan ber bi jiyanê Civaka Demokratîk ve   Moderator: Parêzer Berfîn Babaoglu   Axivêr: Endama OHDê parêzer Ebru Akal, siyasetmedar Muhîttîn Altin û Civaknas Muzaffer Kaya   Rûniştina 2yemîn   Ji dinyayê û Tirkiyeyê pêvajoyên aştiyê   Moderator: Parêzer Berfîn Babaoglu   Axivêr: Pisporê têkiliyên civakî yê navneteweyî Celîl Kaya û parêzvanê mafê mirovan Ahmet Faruk Unsal   Rûniştina 3yemîn   *Civakîbûna aştiyê   Moderator: Sila Delîoglu   Axivêr: Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş û Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Mafan parêzer Şakîr Çalişkan   *Gotina hevpar li ser Aştî û Civaka Demokratîk   Moderator: Çagla Ozgençturk