Li Şaredariya Peyasê perwerde ji bo mamosteyên Zarokistanan 2026-11-18 14:19:08   AMED -Şaredariya Peyasê ji bo mamosteyên kreş û mala nihêrtinê û odeyên lîstikê yên zarokistana Xalxalok û Perperike ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî de dixebitin, perwerdehiyek du rojan li dar xist.   Perwerdeya ku li avahiya şaredariyê pêk hat û ji aliyê Gerînendetiya Parastin û Pêşvebirina Ziman û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan yên Şaredariya Peyasê ve hatin rêvebirin, du rojan berdewam kir. Di roja yekem de Xebatkara Gerînendetiya Parastin û Pêşvebirina Ziman, li ser mijarên “Çar Şiyanên Bingehîn di Wergirtina Ziman de” û “Birêvebirina Krîzan di Polê de” agahî dan û nêrînên xwe parve kirin. Di roja duyem de jî Xebatkareta Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan li ser mijarên “Têgihaştina Laşî” û “Mahremiyeta Zarokan” pêşkêşiyek pêşkêş kir.   Armanca sereke ya van rûniştinên perwerdeyê ew e ku zanîn û jêhatîbûnên mamosteyên zarokistanan werin xurtkirin û di pêvajoya perwerdehiya zarokan de rêbazên nû û bikêrhatî bên bikaranîn. Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê da xuyakirin ku ew ê di demên pêş de jî perwerdehiyên ku di navbera zarok û mamosteyan de pêwendiyeke ahengdar ava dikin û pêşvebirina wan esas digirin bidomînin.