‘Gel wê li dijî polîtîkayên darbeyê serî netewîne’
- 22:33 29 Mijdar 2024
- Rojane
AMED - DBP’ê li dijî tayînkirina qeyûmê ji bo şaredariya Mîskê banga xwedîderketina li îradeyê kir.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) der barê qeyûmê tayînê şaredariya Mîskê hatiye kirin daxuyaniyek da û bertek nîşan da. Hevserokên giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li ser hesabê çapemeniya civakî bertek nîşandan.
Di daxuyaniyê de hat destnÎşan kir ku bi polîtîkayên qeyûm carek din êrîşê îradeya gel kirine û wiha got: “Li dijî darbeyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Gel wê li dijî polîtîkayên darbeyê serî netewîne.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar li ser hesabê çapemeniya civakî destnîşan kir ku xespkirina îradeya gel didome û îradeya gel li Mîksê tune hatiye hesibandin. Çîgdem Kiliçgun Uçar daxuyakirin ku yekane armanca wan heye ew jî komara demokratîke û got wê gelê Kurd dawî li polîtîkayên darbeyê bînin.