Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê li aqubeta windayan pirsîn

  • 14:52 30 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD, li Amed, Êlih û Colemêrgê kom bûn daxwaza xwe ya darizandina kiryaran anîn ziman û diyar kirin ku dê ji bo xizmên xwe yên winda edalet pêk bê dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe ya heftanê di bin dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" li dar xistin û li aqûbeta windayên xwe pirsîn. 
 
Amed 
 
Xizmên Windayan û rêveberên şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 825'an de dîsa çalakiya “Bila winda bêne dîtin û faîl bên darizandin" berdewam kir. Xizmên windayan vê hefteyê li kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber mînareya çarling hat kuştin û parêzer Şevket Epozdemîr ê di 25'ê Mijdara 1993'yan de hat kuştin pirsîn. Xizmên windiyan xwest kujerên wan bên dîtin û darizandin û ji bo wan edalet xwestin. Xizmen windayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û wêneyên windayan vekirin. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan, nûnerên Vaqfa Tahir Elçî û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. 
 
Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç li vir axivî û wiha got: "Hem Şevket Epozdemîr û hem ji Tahir Elçî parazvanên mafên mirovan bûn. Lê ne tenê parazvanên mafên mirovan bûn. Wan heqîqeta Kurdistanê fam kiribû û kesayetên entelektuell bûn. Ji ber vê nasnameyê hatin kuştin. Em ê şopdarên tekoşîna wan bin." 
 
Serokê rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal jî li vir awivî û wiha got: "Ew ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd û ji bo jiyana hevpar a gelan têdikoşiyan. Em ê vê hafizayê ji bîr nekin." 
 
Serokê Wafqa Tahir Elçî Mahsun Bati jî anî ziman ku wan têkoşîna Tahîr Elçî û Şevket Epozdemîr dewir girtiye û wiha got: "Heta edalet cihê xwe bibîne em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Xizmên windayan vê hefteyê ji bo Şevket Epozdemîr ê di 25ê Mijdara 1993an de hat kuştin û ji bo Tahir Elçî yê di 28ê Mijdara 2015an de hat kuştin edalet xwestin.
 
Êlih  
 
Li Êlihê jî ÎHD û Xizmên Windayan di hefteya 661'î de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl tevli çalakiyê bûn. Vê heftê Xizmên Windayan bal kişand ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî.
 
Çîroka qetilkirina Tahîr Elçî ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Melek Atalay ve hat xwendin.
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  
 
Colemêrg 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 151'emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi daxwaza  pêk anîna edaletê hat kirin. 
 
Endama Şaxa ÎHD'ê Pinar Zengîn ku metna daxuyaniyê xwend çîroka Tahîr Elçî parve kir. Pinar Zengîn da zanîn ku her çend bersûcên doza Tahîr Elçî beraat bibin jî dê têkoşîn bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê di her şert û mercî de li her qadê têkoşîna xwe ya rûmeta mirovahiyê bidomînin. Li dijî polîtîkaya bêcezakirinê ya di doza Tahîr Elçî de dengê xwe bilind bikin. Bila heqîqeta doza Tahîr Elçî derkeve holê û berpirsyar li pêşberî dadgeriyeke adilane bên darizandin."
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.