Derketina ji Helebê didome

  • 15:12 30 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ketin Helebê. Gelek kes hewl didin ji Helebê derkevin.
 
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam duh piştî nîvro ketin bajarê helebê.
 
Yekîtiya Ajokaran a Tebqayê, duh ji bo kesên dixwazin ji bajêr derkevin 60 otobus şandin. Yekîtiya Ajokaran îro jî 50 otobus ji bo Helebê, şandin Reqayê. 19 otobusên ku xwendekarên li bajêr dihilgire, ji Helebê bi rê ketin.
 
Ji rayedarên Otogara Reqayê Hesen El Xabûr got, ew gel bêyî heqdest vediguhezin. Hesen El Xabûr destnîşan kir ku ji bo vegera gel bi rengekî biewle, Rêveberiya Xweser hemû tedbîr girtine.
 
Hesen El Xabûr anî ziman ku hingî pêwîstî hebe, ew ê ji Helebê wesayîtan bixin nav navgerê û destnîşan kir ku wê ji bo her kesê holeke bi ewle biafirînin.
 
Hevserokê Yekîtiya Ajokarên Tebqayê Mehmûd El Omer ragihand ku ew ê wezîfeyên xwe bi cih bînin.
 
Li Deriyê Elbû Asî ya li Tebqayê, trafîkek qelebalix heye.