'Butçeya şer xizaniyê girantir dike'

  • 09:02 1 Kanûn 2024
  • Rojane
  
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Endama SES’ê Fatma Akaltun da zanîn ku butçe ji şer û diyanetê re tê veqetandin û ev jî xizaniyê giran dike û wiha vegot: “Ew li jor xwedî dibin em jî bi partiyan debara xwe dikin. Li dijî vê têkoşîna civakî ferze.
 
Li Tirkiyeyê krîza aborî de di serî de jinan bandorek mezin li ser civakê dike û xizaniyê giran dike. Krîza aborî ku her diçe giran dibe welatî bi mûçeyê asgarî nikarin kirê bidin. Ji bo sala pêş her kes li bendê zêdebûna mûçeyê asgarî ye û têkoşînê didomînin, çavên wan li desthilatdariyê ye. Bi hevdîtinên butçeya sala 2025’an ya li Komîsyona Plana Butçeyê ya Meclîsê ye, ji bo şer trîlyonek û 608 mîlyar pere tê plankirin. Butçeya şer ya di 2024’an de  971 mîlyar lîra bû di 2025’an de ji sedî 165 zêde bû. Ji bo wezareta xizmetên mablat û civakî jî 407 mîlyar û 10 mîlyon û 627 hezar lîra hat pêşniyarkirin. 
 
Endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) Fatma Akaltun derbarê nîqaşên mûçeyên asgarî û krîza aboarî ya her diçe giran dibe de axivî. 
 
‘Ji butçeyê bendewariya me tuneye’
 
Fatma Akaltun da zanîn ku li Tirkiyeyê herî zêde karker û kedkar tên pelçiqandin û di saziyên dewletê de ji ser pişta karker û kedkaran bac tê giritn. Fatma Akaltun wiha vegot: “Min 36 salan teknîkeriya anesteziyê kir. Min beramberê keda xwe negirt. Ji butçeya li meclîsê tê dîtin bendewariya me tuneye. Bi salane AKP-MHP’ê ji bo karmend û kedkaran  tu carê zemek baş nekir. Mafê me li ser kaxizan dimîne. Bi salane bi navê enflasyonê de ji bo karmendan zem nayê kirin. Em bi her aliyê krîzê re rû bi rû ne.”
 
‘Têkoşîna civakî şert e’
 
Fatma Akaltun bi lêv kir ku bi mûçeyê asgarî mirov nikarin xanî kirê bikin û wiha bi lêv kir: “Kirêya herî kêm 25 hezar e. Ev bandorek cidî li ser karker û karmendan dike. Ji ber krîzê tundiya nav malbatê jî zêde bûye. Desthilatdarî vê dizane. Civak jî bêdeng dimîne. Ev jî êşek mezin e. Ji ber vê divê civak têkoşîna hevpar bimeşîne. Salên borî me hewl dida em kredî bikşînin xanî an jî wesayîtê bigirin. Lê êdî ew bê derfte. Kes nikare tiştekî bike. Butçeya ji bo gel û kedkaran tê veqetandin têr nake. Faîz zêde bûne. Em tenê dikarin zikê xwe  têr bikin. Hêza meli gorî berê pir kêm bûye. Faîz xizaniye, birçîbûne. Zor û zehmetiye.”
 
‘Jin beramberê keda xwe nagirin’
 
Fatma Akaltun daxuyakirin ku jin di bin krîza aborî de hewcedariyên xwe peyda dikin û jin her tim krîza aborî dijîn. Fatma Akaltun wiha vegot: “Krîz li her derê  bi hincetên patronan zêdetir dibe. Ewil jin ji kar tên derxistin. Jin tu carê beramberê keda xwe nagirin. Li vî welatî bi salan şer heye û bi salan krîz  heye. Sedema krîzê neçareseriya pirsgirêka Kurd û şer e. Li dijî vê divê têkoşîn bê meşandin. Divê civak bê gel hev û têkoşîn bê meşandin. Bi vî awayî wê pirsgirêk bên çareserkirin.”