TJK-E bangawaziya tevlîbûna çalakiyan kir

  • 10:19 6 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê bi boneya salvegera qetlîamên Parîsê bi dirûşmeya “Kujer diyar e! Fransa çima bêdeng e?” bangawaziya tevlîbûna çalakiyan kir û got “Em ê ji qirkeran hesap bipirsin û bangî Fransayê bikin ku ji hevkariya vî sûcî derkeve.”
 
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E), bi boneya salvegera qetlîamên di 9’ê Çileya 2013’yan û 23’yê Kanûna 2022’yan de bi destê dewleta Tirk hatin kirin, ji bo çalakiyên ku dê 9 û 11’ê Çileyê bên lidarxistin daxuyaniyeke parve kir.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
 
“Li ser rêça Sara, Rojbîn, Ronahî û Evînan, em ketine saleke nû ya têkoşînê. Em careke din di şexsê Sakîne Cansiz-Sarayê de ku ne tenê pêşengiya tevger û gelekî, pêşengiya meşa mezin a sedsalê ya azadiyê kir, şehîdên Parîsê bi rêzdarî, minet û hesret bi bîr tînin.
 
Di 9’ê Çileya 2023’yan de, di Qetlîama Yekem a Parîsê de di şexsê sê jinên pêşeng ên Kurd de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Jinên Kurd êrîşên suîkastê dest pê kirin û ji wê gavê heta niha li Ewropa û çar perçeyên Kurdistanê, jinên Kurd ên pêşeng bûne hedefa êrîşên sîstematîk.
 
Weke jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ev 12 sal e em têkoşîna xwe ya edalet û hesappirsînê didomînin. Ji bo me, bi qasî hedefa qetlîaman nasname û navnîşana kujeran jî ji roja ewil ve diyar e. Ji sala pêkhatina qetlîmamê heta niha em dibêjin “Em edaletê dixwazin, bila bûyer bê ronîkirin”, “Bêdengiya we ji ber hevkariya we ya sûcê ye”, “Em kujeran nas dikin, edaleta Fransyê di tariyê de ye”, “Êdî bes e bêcezatî”, “Edaleta kor”, “ Heta ku edalet bi cih neyê, Fransa dê her sûcdar be”, “Parîs di tariyê de ye, edalet li ku ye?”
 
Ev daxwazên ku 12 sal in bi deh hezaran kes li qadan wekî dirûşmeyan berz dikin, bêbersiv man û plankerên qetlîaman nehatin cezakirin. Di doza qetlîama yekemîn de tevî ku piştrastkirin ku qetlîam ji aliyê MIT’ê ve hatiye kirin, ceza nehat dayîn û vê jî derî li pêşiya qetlîama duyem a Parîsê vekir. Necezakirina di her du dosyayên qetlîamê de, cesaret da dewleta Tirk a qirker. Ji ber ku hemû qetlîam û êrîşên wê bi bedengiyê tên erêkirin, wê berê xwe da kuştin û êrîşên nû yên siyasî. Kujerên wê yên li Ewropa û Başûr, çeteyên wê yên li Rojava, jin û gelê Kurd kirin hedef. 
 
Em ê niha 9’ê Çileyê bi biryardariya hesabpirsînê pêşwazî bikin. Em ê çalakiyên bîranînê yên îsal di 9’ê Çileyê de û bi meşa mezin a Parîsê ya 11’ê Çileyê de bi dirûşmeya “Kujer Diyar e! Fransa Çima Bêdeng e?” pêk bînin. Em ê careke din ji kujeran hesab bipirsin û bangî Fransayê bikin ku ji hevkariyê sûcê derkeve.
 
Mîna her salê, em ê îsal jî 9'ê Çileyê roja komkujiyê li hemû Ewropayê bi taybetî li Parîsê çalakiyên girseyî lidar bixin. Li Parîsê wê saet di 11:00’an de ji Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku hevrê Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer lê hatibûn qetilkirin heta Buroya Enformasyonê ya Kurd a Parîsê ku yekemîn komkujiya Parîsê lê pêk hatibû, meşek bê lidar xistin.
 
Heman rojê wê li bajarên din ên Ewropayê ku Konsolosxaneyên Fransayê lê ne, çalakiyên girseyî werin lidarxistin.
 
Çalakiyên me yên ku me ji 23'yê Kanûnê ve dane destpêkirin wê meşa mezin a Parîsê bi dawî bibe. Bi deh hezaran kes mîna roja ewil wê bi heman hêrs, hişyarî, biryardarî û bi soza girêdana bîranînên wan re helwesta xwe li Parîsê nîşan bidin.
 
Meş wê 11'ê Çileya 2025'an roja Şemiyê saet di 10:00’an de ji Gare du Nord destpê bike.
 
Ti hêz wê nekaribe me ji rêya ku Sarayan, Evînan, Rojbînan û Ronahiyan vekirine, bide aliyek. Em ê dev ji îdîa, biryardarî û têkoşîna xwe ya ji bo sedsala 21 'an bikin sedsala jinê, bernedin. Em ê şoreşa jinê mezin bikin. Em ê her li pay doza ronîkirina kujeran bin û ji bo hesabpirsîna ji wan têkoşîna xwe bidomînin.
 
Di serî de em bang li meclîsên TJK-E’yê, pêkhateyên wê, tevahiya jinên Kurd ên li Ewropayê, gelê me, rêxistinên jinan, hêzên demokratîk û sosyalîst û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyên me yê 9 û 11’yê Çileye bibin.”