Jinên ku di meha çileyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn

  • 15:44 7 Çile 2025
  • Rojane
 
AMED - TJA'yê ji bo jinên ku di meha çileyê de hatin qetilkirin li Farqîna Amedê bernameya bi bîr anînê li dar xist û di bernameyê de wiha hat gotin: "Jin azad nebe civak jî azad nabe." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Farqîna Amedê  ji bo kesên di rêya têkoşîna azadiyê de hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê li dar xist. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Gulşen Ozer, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê beşdarî bîranînê bûn. Bername li avahiya DEM Partî ya Farqînê pêk hat. Li cihê bîranînê wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Seve Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di meha Çile de hatin qetilkirin hatin daliqandin. 
 
Bernameya bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna nasnameya jinên hatine qetilkirin hate pêşandan. Di bîranînê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Be Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di bernameyê de axivî û got: "Ez îro di şexsê jinên di meha Çile de hatin qetilkirin, hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînim. Weke hûn jî dizanin, em bûne şahidê gelek komkujiyên li hember Gelê Kurd. Gelek nirxên me, zarokên me, dê û bavên me hatin qetilkirin. Belê, dibe ku bi bombeyan bedenên me xera bikin, lê tu carî nikanin giyanê me hilweşînin. Me gelek berdêl dan, îro dîsa ji bo jinên ku me bedel dane em dîsa bi hev re ne. Em ê di tevahiya jiyana xwe de bîranîna wan bidomînin. Sîstema dagirkeriyê her tim li dû jinên li berxwedêrên azadiyê dimeşe. Ji ber ku naxwaze jin pêşengiyê bikin. Jinên bi nirx ji bo azadiya gelê xwe bedena xwe kirin mertal û bêyî berjewendiyên xwe gotin 'Ez ji bo gelê xwe xwe feda dikim'.
 
Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir jî di dema qedexeya derketina derve de li Cizîr û Silopiyayê hatin qetilkirin. Gelo dema wan canê xwe feda kir, em dikarin bi vî rengî li ber xwe bidin, gelo îro jin dikaribûn ewqas azad bibûna? Li ku derê jin lê tunebin jiyan heye? Em ê her tim li dijî dagirkeran berxwedana xwe bidomînin. Birêz Abdullah Ocalan got 'Bê jin civaka azad nabe, bêyî civakek azad cîhanek azad nabe.' Wî ev rê vekir, em jî li ser wê rêyê dimeşin. Em minetdarê birêz Ocalan in.”
 
Bîranîn bi çepikan bi dawî bû.