‘Rozerîn çavkaniya kêfxweşiya min bû’

  • 09:04 8 Çile 2025
  • Portre
Şehrîban Aslan
 
AMED - Dayika Rozerîn Çukur ya di 2016’an de li Sûrê hat qetilkirin, Fahriye Çukur got: “Ez nizanim keça xwe çawa vebêjim. Ew çavkaniya kêfxweşiya min bû.”
 
Li Sûr a Amedê di navbera 2015-2016’an de berxwedanek mezin hat jiyîn û li navçeyê li gorî daneyên ne fermî beriya 2’yê kanûnê 14 caran qedexeya derketina derve hatiye îlanikrin û ya yekemîn 6’ê Îlona 2015’an de hat îlankirin û 13’yê Îlonê de jî qedexeyek hat îlankirin. Navbera 13’yê îlon û 10’ê Cotmehê de 4 caran qedexe hat îlankirin û her çar qedexe bi giştî 27 saetan berdewam kirin. Ya 10’ê Cotmehê de hat îlankirin 4 rojan berdewam kir. Di roja duyemîn de du welatî hatin qetilkirin. Di roja duyemîn de Helîn Şen a 12 salî hat qetilkirin. 
 
Di 2’yê Kanûnê de qedexeya 9 rojan hat îlankrin. Di 2’yê Qanûnê de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin.
 
Qedexeya herî dirêj
 
6’ê Kanûnê de Cemiyeta Rojnamegerên Azad û Hemama Paşa dan ber agir. 7’ê Kanûnê de Mizgefta Kurşunlu hat bombebarankirin. 9’ê Kanûnê de Dêra Keldanî dan ber agir. Qedexeya 17 rojan berdewamkir, pêşî li êrîşên polîsan negirt. Li Sûrê ji nûve qedexe hat îlankirin û piştî vê qedexeya herî mezin ya 103 rojî berdewam kir hat destpêkirin. Piştî 103 rojan şûnde di Adara 2016’an de operasyon bidawî bûn. 
 
Yek ji zarokên hat qetilkirin Rozerîn Çukur bû
 
Rozerîn Çukur 12 salî bû. Di 1999’an de li taxa Fîskaya ya Yenîşehîr a Amedê hatibû dinê. Yek ji sê zarokên malbatê ya mezin bû. Dayika wê Fahriye Çukur wiha got: “Ez nizanim Rozerînê çawa vebêjim. Ew çavkaniya kêfxweşiya min bû. Piştî ew hat dinê min êdî nexwest zarokan bînim dinê. Ji ber min digot zarokên min yên din hebin ezê evqas ji Rozerînê hez nekim.”
 
Rozerîn ku ji kişandina wêne, helbest, wêje û wêneyan hez dikir, bi wêneyekî xwe yê ku wênekêş stuyê wêde ye di hişan de cihê xwe digire.
 
Piştî bangê cenaze hat teslîmkirin
 
Rozerîn Çukur 8’ê Çile de li Sûrê li taxa Fatîhpaşa li nêzî Dibistana Navîn a Suleyman Nazîf ha qetilkirin. Destur nedan cenazeya Rozerînê bê girtin. Dayika wê Fahriye Çukur ku li cenazeya keça we digeriya tevli çalakiya xizmên windayan a ÎHD’ê bû û got: “5 meh in li cenazeya keça xwe digerim. 100 metre durê min e lê nabînin. Kanê keça min? Keça min 16 salî bû. Li taxa rudinişt qetil kirin. Hestiyekî keça min be jî ez dixwazim.”
 
Bi wênekêşa wê hat definkirin
 
Piştî axaftinê du roj şûnde 6 hezîranê de cenazeya Rozerîn Çukur hat tespîtkirin. Cenazeya Rozerîn Çukur li Nexweşxaneya Gazîr Yaşargîl dihat girtin. Malbatê cenaze girt û li gundê Herîdan a Pîran a Amedê defin dikin. Wênekêş û lênûska wê jî ligel wê hat definkirin.
 
‘Cih ji lêpirsînê re tuneye’
 
Lêpirsîna der barê mirina wê de hatibû vekirin jî di 2021’ê de biryara ‘cih ji lêpirsînê re tune’ hat dayîn. Di biryara ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ku navê Rozerînê di hevdîtina bêtêlê ya navbera endamên Yekitiya Parastina Sivîl (YPS) de derbas bûye. Di biryarê de van îfadeyan cih girt, “Rozerîn Çukur di dîroka bûyerê de di pevçûna bi hêzên ewlehiyê re derketiye miriye û ji hevdîtinên bêtêlê de tê dîtin ku tevli PKK-KCK’ê bûye û ji girtekên emniyetê jî tê fêmkirin, ji ber vê li ser navê gumanbaran cih ji lêpirsînê re tune (…)”
 
Komîsyona Zarokan a şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê ku şopdarê lêpirsînê bû, piştî biryarê dosya bir DDB’ê. Der barê dosyayê de hîna pêşketinek tuneye.