Li Çinarê merasîma bîranînê
- 14:23 8 Çile 2025
- Rojane
AMED-AMED-TJA’yê di meha Çileyê de ji bo kesên di rêya têkoşîna azadiyê de hatin qetilkirin li Çinarê çalakiya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray axivî û diyar kir ku ew ê bîranîna kesên hatin qetilkirin zindî bihêlin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di meha Çileyê de li navçeya Çinarê ya Amedê ji bo kesên di rêya têkoşîna azadiyê de hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê li dar xist. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a Amedê Sultan Yaray, Dayikên Aştiyê, rêveberên Rêxistina Navçeya Çinarê ya DEM Partiyê û gelek welatî jî beşdarî bîranînê bûn. Wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di meha Çile de hatin qetilkirin li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Çinarê hatin daliqandin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna nasnameya jinên hatine qetilkirin hate pêşandan.
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray di axaftina xwe de got, "Em 3 jinên ku ji bo gelê xwe li berxwe didin û gelê xwe azad dikin bibîr tînin. Armanca wan kesên ku sê jin qetil kirin ji her alî ve tunekirina Kurdan e. Dema mirov li Rojava dinêre sîstemeke wisa ya wekheviyê hatiye avakirin ku her kes dikare xwe li vir îfade bike. Kurdan li wir bedelên giran dan. Em ê tu carî kesên ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekin."
Daxuyanî bi çepik û qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.