Berxwedana li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya dorpêçkirî didome
- 14:50 10 Çile 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Berxwedana gel a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, didome. Hiqûqnas û teqawidan jî piştgirî dan çalakiyê.
Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyî Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz hinek endamên Meclisa Şaredariyê îro di danê sibehê di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Polîsên ku di saetên serê sibehê de hatin, avahiya şaredariyê dorpêç kirin.
Li dijî binçavkirin û dorpêça polîsan, gelek kes li pêşiya avahiya şaredariyê kom dibe. Partiyiyên ku bertek nîşanî dorpêça polîsan dan, xwestin bikevin avahiya şaredariyê lê hatin astengkirin. Polîsan ji girseyê re gotin: “Em ê nehêlin kesek bikeve hundir. Ji bilî polîsan kesek dê nekeve hundir.”
Bi zêdebûna bertekan re rageşî derket. Partiyiyan gelek caran dirûşmên “Biji berxwedana Mêrsînê”, “Qeyûm dê nekarin me têk bibin”, “Bêdeng nebe biqîre ji qeyûm re na”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Qeyûmê diz bicehime” û “Bijî têkoşîna me” berz kirin û binçavkirin û dorpêç protesto kirin.
Hevserokê Şaxa komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Mêrsînê Îbrahîm Kaya tayînkirina qeyûman weke “xespkirina îradeyê” pênase kir û wiha got: “Di hilbijartinan de nekarîn bi dest bixin û niha hewl didin bi tayînkirina qeyûman re xesp bikin. Weke parêzerên şaxên OHD, ÇHD û ÎHD’a Mêrsînê me parastina hevalên xwe yên hatine binçavkirin li xwe girtiye.”
Xelkê Mêrsînê hêj li ber avahiya şaredariyê disekine. Sendîkayên teqawidan ên li Mêrsînê jî ji bo piştevaniya bi berxwedanê re tev li çalakiyê bûn. Teqawidan, heta şaredariyê meş li dar xistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên weke “Bêdeng nemîne, her ku bêdeng bî dê dor were te” û “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin.