Ji sînorê Kobanê peyama 'Em parêzvanên paradîgmayê ne'
- 16:53 30 Çile 2025
- Rojane
RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Birêz Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide û destê xwe dirêjî aştiyê dike."
Bi pêşengiya Tevgera Jinan Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên girêdayî Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya nobetê li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê Rihayê Omer Ocalan, Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevşaredarên Navçeya Rihayê û bi sedan kes tevlî nobetê bûn.
Di daxuyaniyê de ku pankartên “Rojava xeta me ya sor e" û “Rojava şoşeşa me ya Jin jiyan azadî ye Rojava teqez nakeve” hat vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû axivî û diyar kir ku ew ê di aştiyê de israr bikin.
'Bedeleke mezin hat dayîn'
Parlamenter Omer Ocalan jî diyar kir ku Kobanê 10 km dûr e û got: “Em gelê xwe yên li Kobanê û Tişrînê nobetê digirin silav dikin. Niha ji bo azadiyê bedelên mezin tê dayîn. 100 sal berê li ser van xakan li ser kurdan polîtîkayên cuda hatin pêşxistin. Kurd têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin dimeşînin. Yên ku hewl didin bi rêya kurdan siyasetê bikin bila bizanibin ku kurd ne kurdên 10 sal berê ne. Kurd bi hişmendî û biryardariyeke mezin têkoşîna azadî û aştiyê dimeşînin. Kurdan ne mafên kesî desteser kiriye, ne jî êrişî axa kesî kiriye û ne jî zimanê kesî qedexe kiriye. Yên ku 100 sal in li ser Kurdan polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon û girtinê dimeşînin winda kirine. Divê her kes çavê xwe li Rojava bigire. Dilê Pirsûsê li Rojava lê dixe. Gelê Rojava ji bo jiyana azad berdêlên giran dan. Niha hikûmet li ser Rojava konsepteke cuda dimeşîne. Lê li hemberî vê yekê Kurd berxwedana xwe didomînin."
'Em parêzvanên paradîgmayê ne'
Omer Ocalan diyar kir ku ji bo statuya Kurdan xebatên dîplomasiyê tên meşandin û wiha dewam kir: “Kes çi bêje bila bibe em ê ji bo aştiyê xebatên xwe bidomînin. Ji bo kurdan muxatab diyar e. Birêz Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide û destê xwe yê aştiyê dirêj dike. Û diyar dike ku ew dikarin îsal bikin sala demokrasî û çareseriyê. Kurd û Tirk dikarin bira bijîn. Em li pişt paradîgmaya ku wî afirandiye radiwestin û diparêzin. Em li pişt felsefeya wî ne. Em jî dibêjin bila aştî hebe û xwîn nerije. Divê her kes çav û guhê xwe li Rojava bigire. Em ê li vir xebatên xwe yên ji bo azadiya gelê xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxedana Rojava" û tilîliyan bi dawî bû.