Berxwedana li Bendava Tişrînê 24 roj in dewam dike
- 15:16 31 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 7 bajarên girêdayî Kantona Cizîrê bi dehan kes ji bo tev li çalakiya nobetê bibin berê xwe dan Bendava Tişrînê.
Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin, dewleta Tirk rojane êriş dike û komkujiyan pêktîne. Tevî belgeyên berçav jî, welatên cîhanê bêdengiya xwe hemberî êrişan diparêzin.
Lê xelkê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi ruhê seferberiyê li destkeftiyên xwe xwedî derdikeve. Çalakiya nobetê ya li dijî êrişan di 8’ê Çileyê de hatiye destpêkirin di roja 24’an de didome
Ji bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê ji gelek welatî ji bo tevli berxwedana li Bendava Tişrînê bibin, bi rê ketin.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane 41 e û her wiha 254 kes jî birîndar bûne.