Qetilkirina Helîn Eren hat protestokirin
- 20:40 25 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED – Di daxuyaniya ku ji bo Helîn Eren ya hat qetilkirin de hat dayîn Suzan Îşbîlen axivî û got: “Gumanbar diyare, rêbaz tê nasîn, çîrok tê nasîn. Mixabin biryarên neşopandinê, cezayên bê bandor mêrên bê ceza nav me de digerin. Em dizanin ku ev bêcezahiştin polîtîka dewletê ye.”
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) û Tora Têkoşîna li bi Tundiyê re, der barê Helîn Eren ya duh êvarê li Sûrê hat qetilkirin daxuyanî da. Jinan li ber Komeleya Jinan a Rosa ya Kolana Lîseyê ya Yenîşehîrê daxuyanî dan. Gele jin tevli bûn. Seroka Komeleya Jinan a Rosa daxuyanî xwend.
Polîtîka dewletê ye
Suzan Îşbîlen da zanîn ku her roj bi qetilkirina jinekê şiyar dibin û got: “Mixabin li vî welatî her roj jinek tê qetilkirin. Êdî tehemula me nemaye. Gumanbar diyare, rêbaz tê nasîn, çîrok tê nasîn. Mixabin biryarên neşopandinê, cezayên bê bandor mêrên bê ceza nav me de digerin. Em dizanin ku ev bêcezahiştin polîtîka dewletê ye. Em dest ji têkoşîn, maf û xwe bernadin. Qetilkirinên jinan ne tesadufin. Ne qedere. Ev cînayetên polîtîkin. Heta edalet cihê xwe nebîne em ê têbikoşin.”