
Ji jinan panela ‘dengê jinan a ji bo Sûriyeya demokratîk’
- 19:51 29 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Jinan a PYD'ê paneleke bi serenavê "Ji Reqayê… dengê jinan ji bo Sûriyeya azad a demokratîk" li dar xist. Di panelê de çalakvan, siyasetmedar û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) paneleke diyalogê li hola Yekitiya Parêzeran a bajarê Reqayê li dar xist. Di panelê de endamên Meclisa Jinan a Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
Di serî de berdevka PYD'ê Sema Bekdaş li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê û bandora wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn axivî. Sema Bekdaş girîngî bi rola jinan di rêvebirina vê qonaxa hestiyar de, da û got ku şoreşa rastîn ji xurtkirina jinan û pêşxistina rola wan dest pê dike.
Sema Bekdaş destnîşan kir ku li hemberî jinên Sûriyeyê zehmetiyên siyasî yên mezin hene û ji bo wê pêwistî bi hevgirtin û yekitiya wan û misogerkirina mafên wan di destûra nû de heye. Her wiha got: "Projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser ji bo jinan keştiya xelasiyê ye."
Sema Bekdaş di dawiya axaftina xwe de banga pêşîgirtina li provakasyonan û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş kir.
Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Wan teqezî bi rûniştandina nirxên neteweya demokratîk da û destkeftiyên ku jinan di bin siya Rêveberiya Xweser de bi dest xistine, silav kirin.
Her wiha paşguhkirina rola jinan di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jî şermezar kirin û girîngî bi bilindkirina dengê jinan bi rêya projeya Rêveberiya Xweser hat dayîn.