Peymangeha Bilind a Hîlala Zêrîn deriyên xwe li pêş xwendekaran vedike

  • 15:58 30 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Peymangeha Bilind a Huneran – Hîlala Zêrîn ragihand ji bo pêşwazîkirina xwendekarên sala xwendinê ya nû ji bo gelek beşan dest bi tomarkirinê dike. Tomarkirin dê 1-31’ê Tebaxê pêk were.
 
Peymangeha Bilind a Huneran-Hîlala Zêrîn li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir ku ew tomarkirina xwendekarên sala nû ya xwendinê ji bo beşên sînema, şano, wênesazî û peykersazî û muzîkê veke.
 
Dema tomarkirina xwendekaran ji 1´ê Tebaxê heta 31´ê heman mehê ye. Xwendekar dikarin navên xwe li tevahî navendên Hîlala Zêrîn ên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li avahiya Peymangeha Bilind a Huneran-Hîlala Zêrîn a li taxa Xiwêran a Hesekê qeyd bikin.
 
Şert û mercên giştî yên peymangehê:
 
- Divê bawernameya amadehî ya îsal an jî yên salên borî hebe.
 
- Bawernameyên fakulte, akademî û zanîngehên Rêveberiya Xweser tên qebûlkirin.
 
- Xwendin û nivîsandina kurdî divê xurt be.
 
- Temenên xwendekaran di navbera 18 -30 saliyê de be.
 
Şert û mercên taybet ji bo beşan:
 
Beşa Muzîkê:
 
- Jenîna 2 parçeyan li ser amûra ku bi kar tîne yan jî gotina 2 stranan.
 
- Bikare notayên muzîkê bixwîne.
 
Beşa Sînemayê:
 
Ji bo dîtina hêza çav a xwendekaran, divê xwendekar 10 wêneyan û 2 dîmenan bikişînin ku pêşkêşî komîteya nirxandinê bikin.
 
Beşa Şanoyê:
 
- Dîmenek bê amadekirin û pêşkêşkirin.
 
- Helbestekê amade bike, ji bo li pêş komîteya qebûlkirinê were xwendin.
 
- Başbûna bihîstina guh û rîtimê.
 
- Xwe ji bo performanseke laş-dans amade bike.
 
Beşa Wênesazî û Peykersaziyê:
 
- Li gel xwendekar hezkirina xêzkirina wêneyan û çêkirina peykeran hebe.
 
Bi rêya vê emaîla peymangeha.bilind.a.hunera.jin@gmail.com xwedekar dikarin têkiliyê bi peymangehê re deynin, an jî bi rêya rûpelên peymangehê yên li ser platformên medyayên dîjîtal û bi rêya Whatsappê: 0986782008