
Akademîsyena aştiyê: Em li pişt gotina xwe ya aştiyê ne
- 09:03 11 Tebax 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Akademîsyena aştiyê Yasemîn Ozgun got wek duh îro jî li pişt gotina xwe ya aştiyê ne û wiha got: “Wek jin hewcedariya me bi aştiyê heye. Ji ber tiştên me jiyane raste rast girêyê şer in.
Di 2016’an de akademîsyenan îmze avêtin danezana "Em nabin hevkarî vî sûcî" û li her çar alî Tirkiyeyê daxwaza aştiyê bilind kirin. Yek ji van akademîsyenan Yasemîn Ozgun bû. Yasemîn Ozgun got tevî zextên jiyane dest ji gotinên aştiyê bernedane.
Yasemîn Ozgun ku niha bi "Însiyatîfa jinan a hewcedariya min bi aştiyê heye" rêwitiya xwe didomîne, der barê pêvajoyê de axivî.
Yasemîn Ozgun balkişand ser tevgera ji bo aştiyê ku çawa destpêkiriye û wiha dirêjî dayê: “Me wek akademîsyenên aştiyê îmze avêt ‘Em nabin hevkarî vî sûcî’. Beriya wê jî min xebatên aştiyê meşandibû. Dema li zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê bûm meclîsa aştiyê hatibû avakirin. Min hinek xebat dida meşandin. Ez endama Hewldanana jinan a ji bo aştiyê bûm. Çalakiyên hevdem dihatin kirin. Me li bajarên cuda xebat dimeşand. Aştî di rojeva me de bû. Ez wek femînîst û zanista siyasetê, wek akademîsyenekê ji pêvajoyê ne dûr bûm.”
‘Ji xebatan dûr nemam’
Yasemîn Ozgun wiha vegot: “Ez ji tiştên hatin jiyîn dûr memam. Li dijî şer bêdeg nemam. Me ji ber vê danezana aştiyê ya 2016’an îmze kir. Wê demê li Amed, Sûr, Cizîr, Nisêbînê pêkanînên dijmirovahî hebûn. Me kampanya îmzeyê da destpêkirin û me xwest em dengê xwe bidin bihistin.”
‘Eleqeya ji bo kampanyayê pir mezin bû’
Yasemîn Ozgun balkişand ser îmzeyên hatin komkirin û wiha bi lêv kir: “Ev ne tiştekî pir mezin bû. Heta hinekan digotin hûn tenê dikarin îmzeyan kom bikin. Belkî jî mafdar bûn. Divê zêdetir bihata kirin. Em di hawira zext û tundiyek mezin de bûn. Bêçaretiyek mezin hebû. Eleqeya ji bo kampanyayê pir mezin bû. Ji ber dihat xwestin ku deng hîn zêdetir bê bilindkirin."
‘Me xwest em hinek tiştan biguherinin’
Yasemîn Ozgun destnîşan kir ku wan xwestiye hinek tiştan biguherin û got: “Metna danezanê de jî ji xwe me behsa pêvajoya aştiyê dikir. Me got divê pêvajoyek bê destpêkirin. Me got divê delwet di vê mijarê de bibe xwedî helwest. Wek welatiyek xwedî berpirsyasiyar,wek jinek femînîst, akademîsyen me îmze avêt danezane. Lê piştre me tundiyek wisa dît em tenê bi xwe re mijûl bûm. Bêguman em her tim li pişt gotina xwe ya aştiyê bûn. Girtin, binçavkirin, darizandin û gelekê din. Komeke ji temenê cuda, ji çînên cuda, têkoşîn jî wisa ne hêsan bû. Lê herî dawî em bi serketin. Me şûnde gav navêt. Me israra xwe heta îro anî.”
‘Me gelek çalakî û bername pêk anîn’
Yasemîn Ozgun di berdewamiyê de got ew di Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê heye de cih digire û wiha vegot: “Hewldana jinan a ji bo aştiyê navbera 2013-2015’an dejî xebatên xwe meşand û ji bo aştiyê hewl da. Em bi daxwaza ku jin di pêvajoyê de cih bigirin derketin vê rê. Me got divê pêvajo wisa bimeşe. Me gelek xebat, hevdîtin, rapor amade kirin. Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê heye jî çend meh beriya daxuyaniya Devlet Bahçelî dest pê kir. Li ser girîngî û wateya aştiyê me wek jinan got divê em ji nûve bên gel hev û têbikoşin. Me gelek çalakî û bername pêk anîn. Li bajarên cuda ev berdewam kir. Hîna jî didomin. Me li ber meclîsê çalakiyek pêk anî. Piştre li 10 bajaran bi armanca protestokirina komkujiya Elewiyan me bi awayekî hevdem çalakî pêk anî.”
Yasemîn Ozgun diyar kir ku ew jin dibêjin hewcedariya wan bi aştiyê heye û sedema wê jî wiha vegot: “Li Tirkiyeyê gelek jin pirsgirêkan dijîn, tundiyê dibînin tên qetilkirin. Gelek pirsgirêkên civakî hene û têkiliya wê bi aştiyê heye. Ji ber vê em jin, akademîsyen, rewşenbîr û nivîskar divê rol û pozîsyona xwe ya di pêvajoyê de bînin cih. Divê pirsgirêkên vî welatî bê nîqaşkirin, axaftin û bi pêşniyarên çareseriyê derkeve holê. Mijara aştiya civakî ne mijarek klîşeye.”