
Ji DBP'ê banga ji bo 'Mafê Hêviyê'
- 12:32 17 Îlon 2025
- Rojane
AMED - DBP'ê li ser rojeva 'Mafê Hêviyê' daxuyaniyek da ku li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê nirxandin.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li ser rojeva 'Mafê Hêviyê' daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din nehatiye bicihanîn û xwest, biryar tavilê bi cih bêne anîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Nenaskirina mafê hêviyê ne tenê binpêkirina mafekî şexsî ye, di heman demê de astengiyeke bingehîn e ku pêvajoya çareseriyê lawaz bike.
Tecrîda giran a li ser Rêber Apo ne tenê binpêkirina mafekî şexsî ye. Tê wateya astengkirina mafê hêviyê yê kolektîf ê gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê. Birêz Abdullah Ocalan bi rol û perspetkîfa xwe ya di pêvajoyên çareseriyê yên dema derbasbûyî, aktorekî diyarker ê paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye. Polîtîkaya astengkirina ragihandinê ya li hemberî wî tê meşandin, pirsgirêkeke bingehîn e ku zearê dide hêviya aştiyê û çareseriyê ya gel. Atmosfera muzakereyan a demokratîk bi rakirina vê îzolasyonê dikare pêk were. Li gorî biryarên DMME û Konseya Ewropayê naskirina bi lez a 'mafê hêviyê' ji bo hemû girtiyan divê bibe bingeha pêvajoya aştî û civaka demokratîk.
Raporên DMME û CPT de cezayê darvekirinê yê heta bi hetayê yê girankirî weke 'Li derveyî mirovahiyê' hate pênasekirin.'
Di daxuyaniya DBP'ê de ev bang hate kirin:
"*Biryarên DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê tavilê û bê kêmasî bi cih bêne anîn.
* Rejîma înfazê ya heta bi hetayê ya girankirî divê ne tenê sîstemeke cezakirinê be, her wiha divê bibe sîstemeke ku vegera li civakê pêkan dike.
*'Mafê Hêviyê' bi hemû aliyên xwe yên hiqûqî, îdarî û pratîkî ji bo hemû girtiyan bê naskirin û parastin. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemû girtiyan tavilê bê rakirin; mafên danûstandina bi parêzeran, malbatan û cîhana derve bêyî derengxistinê bêne naskirin.
* Divê neyê jibîrkirin ku 'Mafê Hêviyê' ne tenê bendewariyeke azadiyê ye, ji bo paşeroja demokratîk û jiyana aştiyane ya civaka Tirkiyeyê mafeke. Naskirina vî mafî ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û jinûve avakirina rewatiya navneteweyî gaveke dîrokî ye."