Gava dîrokî careke din israra di aştiyê de dubare kir

  • 09:04 29 Cotmeh 2025
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Hevseroka DBP’ê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakut gava dîrokî ya Tegera Azaiya Kurd der barê ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ de avêtiye nirxand û da zanîn ku gava dîrokî ya ku tevgera azadiya Kurd avêtiye israra di daxwaza aştiyê de carek din nîşan daye û got di asta duyemîn a pêvajoyê de divê her kes rola xwe bilîze.
 
Der barê pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê da destpêkir de, tevgera Azadiya Kurd di 26’ê cotmehê de  daxuyaniyek dîrokî da. Tevgera Azadiya Kurd di daxuyaniya ku da de diyar kir ku di esasa biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê de, Hêzên paratsina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) ji "Qadên parastina Medyay" vedikişin. Her wiha Tevgera Azadiya Kurd destnîşan kir ku bi vê gava avêtine pêvajo ketiye qonaxek duyemîn. Gel der barê gavê de bertekên erênî nîşan didin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  a Amedê Rûçem Vefa Elyakut der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Li dijî gavên dîrokî hîna jî bersivek tune ye’
 
Rûçem Vefa Elyakut da zanîn ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gavên dîrokî hatine avêtin û got: “Di 27’ê Sibatê de bi banga hat kirin re kelecan û hêviyek mezin afirî. Hêviya ji bo aştiyê mezin bû. Bi banga Birêz Ocalan re PKK’ê gavên cidî û şênber avêtin. PKK’ê xwe fesh kir û piştre çek şewitandin.  Bersivek cidî û şênber da banga Birêz Ocalan. Bi vê re dewletê tenê li meclîsê komîsyonek ava kir. Lê wek her kes jî dizane bi avakirin komîsyonê re hîna tu gaveke şênber nehatiye avêtin.”
 
‘Neguhdarkirina Abdullah Ocalan pirsgirêkek cidî ye’
 
Rûçem Vefa Elyakut daxuyand ku hîna aktorê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatiye guhdarkirin û wiha bi lêv kir: “Tevî van geşedanên girîng, van gavên dîrokî hîn a şert û mercên tehdîdê didomin û neguhdarkirina Birêz Ocalan pirsgirêkek cidî ye. Divê dewlet gavan bavêje, gavên hiqûqî, zemîna qanûnî û hiqûqî bê avakirin. Li aliyê di Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê cotmehê de daxuyand ku ji Qadên parastina Medya vedikişin. Em dizanin ku vê pêvajoyê li cîhanê deng daye."
 
‘Divê her kes rola xwe bilîze’
 
Rûçem Vefa Elyakut destnîşan kir ku di vê pêvajoya krîtîk de divê her kes berpirsyariya xw bîne cih û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku Birêz Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd çiqas samîmî nêzî pêvajoyê dibin, çiqas aştiyê dixwazin.  Me wek DBP û pêkhateyan civînên gel pêk anîn. Gel hatin gel hev. Piştî banga 27’ê Sibatê me civîn pêk anîn û me gel tevli pêvajoyê kir, nîqaş meşandin. Di heman demê de bi pêşengiya jinan pêvajo hat meşandin û em bi jinan re hatin gel hev. Em li ser mijarên ku azadiya jinan azadiya civakê ye sekinîn û me bi hev re xebat, nîqaş û atolye meşandin. Peywirên mezin dikevins er milên me. Em di hişmendiya vê de ne. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”
 
‘Bi entegrasyona demokratîk dikare bên çareserkirin’
 
Rûçem Vefa Elyakut di dawiya axaftina xwe de balkişand ser şertên pêvajoyê û got ev bi entegrasyona demokratîk dikare bên çareserkirin û wiha dawî lê anî: “Em têgehan pir tevlihev dikin. Em behsa entegrasyona demokratîk dikin. Em behsa asîmîlasyonê an jî  helandina gelekî ya di nava gelê din de nakin. Em behsa entegrasyona demorkatîk dikin, ev jî tê wateya ku her gel bi çand, nasnme û zimanê xwe xwe îfade bike. Divê her kes xwe rêxistin bike û ev bi vî awayî pêkane. Bi entegrasyona demokratîk pirsgirêk dikare bê çareserkirin.”