Şewata li Hênê bi bandora ba re mezin dibe
- 18:59 14 Mijdar 2025
- Rojane
AMED – Li navçeya Hênê li taxa Gurbulak di qada daristanê de şewat derket û bi ba re li qadek berfireh belav bû. Mudaxaleya ekîban didome.
Li navçeya Hênê ya Amedê li taxa Gurbulak di qada daristanê de ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket û bi ba re li qadek berfireh belav bû. Li ser îxbarê ekîbên îtfayê hatin cihê bûyerê.
Mudaxaleya li agir didome û ji ber bandora ba şewat berbi taxên Duru û Dergam belav bû.
Xebatên vemirinandina agir didome.







