Zarok di bin lepê tiryak, emniyet û girtîgehê de ne

  • 09:02 1 Kanûn 2025
  • Rojane
Melîke Aydin
 
MUGLA - A.B da zanîn ku zarok teşwîqê sûcên tiryak, firoşikariya hişbir, xesp, talan û diziyê tên kirin û got saziyên dewletê ne zarokan, gumanbaran diparêzin.
 
Li gorî daneyên 2024’an a Serokatiya Têkoşîna li dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta giştî ya Emniyetê li Tirkiyeyê temenê destpêkirina bikaranîna hişbirê ji sedî 22,45 e û her wiha temenê bikaranînê ketiye bin 15 salî.
 
Jina bi navê A.B ya li Muglayê dijî der barê zarokê xwe yê 15 salî ku dest bi tiryakê kiriye axivî. A.B got zarok ji aliyê hevalên xwe yên hevtemen ve dikevin vê çiravê. A.B wiha got: “Li zarokên keç ji ber hişbirê fuhuş tê fezkirin. Emniyet jî di vê mijarê de tiştekî nake."
 
’15 salî dest bi tiryakê kir’
 
A.B wiha got: “Tiryakê difroşin zarokên 10 salî jî. Firoşkar bi hinceta ‘ku bikar tînin’ tên berdan. Kurê min 15 salî bû ket nav lepê tiryakê. Kurê min serkeftî bû. Ji pola 8’an şûnde nehat malê. Ez li kolanan li kurê xwe digeriyam. Çawa ez didîtim direviya.”
 
Tehdîda mirinê girt
 
A.B got bi dehan carî çûye qerekolê û ji aliyê gumanbaran ve hatiye tehdîdkirin û got: “Qerekol nebû alîkar. Min kurê xwe jî gilî kir. Qerekolê got ew li pey masiyê mezin in ne li pey yên biçûk in. Ez ji bo kurê xwe çûm dadgehê min ji bo dermankirina wî daxwazname nivîsî. Çareya me tuneye. Min xwe gîhand kesên hişbirê didin kurê min. Gotin tu xwe bide alî. Ez tehdîd kirim.”
 
‘Em ji polîsan natirsin, dewlet li pişta me ye’
 
A.B da zanîn ku mehek berê kurê wê bi zor birine û got: “Kurê min got dayê dest ji min berde. Kurê min mehekê navber dayê. Lê kesên difrotin xwe dîsa gîhandinê. Min ev li ser çapemeniya civakî teşhîr kirin. Lê gotin ‘em natirsin, dewlet li pişta me ye, here me gilî bike.' Tevî min gumanbar teşhîr kirin, gumanbaran kurê min birin. Cil û berg, nasnameya wî jê girtin. Tehdîdên giran kirin. Min cilên kurê xwe birin emniyetê lê mixabin tu tiştek nekirin. Min serî li CÎMER’ê jî da lê tu encamek nehat girtin.”
 
‘Zarokên keç dikin nava tora fuhuşê’
 
A.B wiha dirêjî dayê: “Kurê min 15 rojan ji malê derneket. Rojekê 3-4 keçikên 15-16 salî hatin. Gotin em jî di heman rewşê de ne. Me bernadin. Gotin bi fuhuşê hişbirê digirin. Keçikan gotin wê rojekê bê kurê te ji bo fuhuşê te jî pêşniyar bike. Gelek zarok bi esararê dest bi hişbirê dikin. Zarokên gumanbar bi reçeteya sor dermanên psîkiyatrî jî peyda dikin.”
 
‘Î.Y yê zarokan dixe nav lepê hişbirê’
 
A.B da zanîn ku kurê wê teşwîqê xespê dijî dikin û wiha got: “Kesê bi navê Î.Y bi zarokan kar dide kirin. Zarokên keç dikin nava fuhuşê. Kurê min jî pir caran tevli pevçûnan bû.
 
‘Dewlet tiştekî nake’
 
A.B got dema ji bo gilîkirinê çûye Midûriyeta Şaxa Zarokan a Emniyetê ew biçûk hatiye xistin û got: “Min cilên bixwê yê kurê xwe bir emniyetê. Min navê gumanbaran da. Numareyên derveyê welat bikar tînin. Min ji CÎMER’ê re nivîsî. Min qeydên deng danê. Doza me hîna didome. Kes zarokên me nabîne. Dewlet tiştekî nake. Li malê kêr digirt û em tehdîd dikirin. Girtina wî jî ne çareserî ye. Divê bi civakê bên qezenckirin. Kurê min demek kurt li girtîgeha Şakranê ma. Lê ev jî ne çareserî ye. Ewlehiya can û mal tuneye.”