Ronahî TV têkildarî şewata li stûdyoya xwe daxuyaniyek da
- 12:09 12 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di studyoya Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê de şewat derketibû. Rêveberiya televîzyonê da zanîn ku şewat ji ber pirsgirêka ceryanê derketiye û di encama wê de weşana televîzyonê ji bo demekê sekiniye.
Rêveberiya Ronahî TV’yê da zanîn ku di studyoya wan a li Qamişloyê de şewat derketiye. Li gorî daxuyaniya têkildarî mijarê, di encama şewatê de weşana televîzyonê demekê sekiniye.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li studyoya televîzyona me ya li Qamişloyê şevê din saet derdora 02.00’yan (12 Adar 2026) şewatek derket. Şewat di demeke kurt de mezin bû, bi mudaxeleya ekîbên agirkujiyê û mudaxeleya xebatkarên televîzyonê hat vemirandin. Di encama şewatê de li studyoyê ziyaneke mezin a madî çêbû.
Hate diyarkirrin ku şewat ji ber pirsgirêka ceyranê derketiye û wiha hate gotin: “Ji ber şewatê, weşana televîzyona me ji bo demekê ji neçarî sekinî. Ji bo ku gel, şopdar û temaşevanên me ji agahiyan bê par nemînin û bi berdewamî rastiyan ji çavkaniyên wê bigirin, weşana me berdewam dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin: “Di demeke kurt de dê pirsgirêkên derketine holê werin çareserkirin û weşana me ya li studyoya Qamişloyê jî careke din bikeve rewşa asayî. Em ê gel bê agahdarî nehêlin.”







