Futbolvanên jin: Divê em ji zextên civakê nerevin û bi ser de biçin

  • 09:02 28 Adar 2021
  • Tenduristî/Werzîş
Hîkmet Tunç
 
WAN - Futbolvanên jin ên Wanê li dijî zayendperestî û astengiyên qeyûm li ber xwe dan, bê forma û stadyumê ji bo musabakayan amadekariyan dikin. Futbolvanên jin gotin: "Em bi futbolê ji zextên civakê narevin, em bi ser wan de diçin. Em di vê baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin."
 
Ji bo fulbolvanên jin ên di kuluba Futbolê ya Jinan a Îpekyolu ya Wanê de cih digirin, bi şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) peyman îmze kiribûn. Di 19’ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînê şaredariyê kirin û peyman hatin betalkirin. Piştre jî li Kuluba Faliyetên Sportîf a Vangolu hatin gel hev. Futbolvanên jin diyar kirin ku di temene biçûk de li taxê û baxçeyên dibistanê tevî nêzîkatiyên zayendperest lîstine û got niha tevî astengiyên qeyûm pandemiyê beyî forma û stadyum ji bo musabakayan xwe amade dikin. Futbolvanên jin derbarê rewşa xwe de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Çi karê jinan bi futbolê heye’
 
Ayşegul Cesur da zanîn ku eleqeya wê ya ji bo futbolê bi lîstina gogê ya li taxê dest pê kiriye û wiha got: "Min di temenê biçûk de helwestên zayendperest ferq nekir. Piştî dibistanê bi piştgiriya mamosteyên sporê min zêdetir dema xwe bi futbolê re derbas kir. Em di tîma dibistanê de bi ser ketin. Kesên ewil digotin ‘Çi karê jinan bi futbolê heye’ piştî demekê serkeftina me dîtin û pêşdaraziya wan şikest. Êdî piştgirî dan me." 
 
'Divê em ji zextên civakê nerevin û bi ser de biçin'
 
Ayşegulê destnîşan kir ku yek ji sedemên nêzîkatiya ku ‘futbol karê merane’ futbolê tercîh nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya me jî jinan dest bi vê sporê bikara wê zû pêşdarazî bişketa. Di vir de pirsgirêk ne bi malbatan re bi ciwan û jinan re ye. Em wek jin ne tenê di qada sporê de divê em li her qadê cihê xwe bigirin. Li vê herêmê qad ji mêran re hatiye hiştin. Di musabakayên ku em tevlî dibin de dema mêr dilîzin gotinên argo dijûn û şîdet heye. Lê dema em derkevin sahayê nêzîkatî diguhere. Bi saya jinan zimanê furbolê jî guherî. Dema tezahuratê dikin baldar in. Niha civak hîne futbolvanên jin bûye. Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê me. Divê em ji zextên civakê nerevin û bi ser de biçin. Divê em bêjin ku em dikarin nêrînên paşverû biguherinîn.”
 
‘Alavên tên ewil didin mêran’
 
Ayşegulê bi lêv kir ku ewil pir pirsgirêk jiyane û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka me ya qadê dest pê kir. Pirsgirêka alava dest pê kir. Ewil alav didan mêran. Di saetên serwîsê pirsgirêkên me hebûn. Ji ber malbatên hinek jinan destûr nadin saetên dereng. Tevî vê me malbat îqna kirin. Me ji mamosteya dixwest ku saetan biguherin. Dem bi dem ji bo em zû derkevin me destur digirt. Divê ji bo tîma jinan hîn bêtir piştgirî bê dayîn."
 
‘Di serî de min nedizanî li gogê bixim' 
 
Aysel Mamuk jî fulbolvan e û 4 sal in bi amatorî futbolê dilîzê û wiha axivî: “Berê di atletîzmê de bû. Ez 4 sal in bi amatorî futbolê dilîzîm. Ez bi pêşniyara hevalên xwe ketim qada futbolê. Dema nû ketim qadê min nizanibû li gogê bixim. Hevalên beriya min destpêkiribûn hebûn. Min li wan têmaşe dikir. Roja min dest pê kir min gelek zehmetî kişand. Lê başe ku min dest bi futbolê kiriye.”
 
‘Çi dibe bila bibe ez ê futbolê bilîzim'
 
Ayselê desnîşan kir ku astengî ne tenê nêzîkatiyên zayendperestin û got ji ber kurdbûnê jî rastî newekheviyê tên û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heke em li bajarên rojavayê bûna dê bêtir piştgirî bihata dayîn. Ji ber ku em li herêmê ne em bêtir têdikoşin. Ez naxwazim dest jê berdin. Çi dibe bila bibe ez ê bilîzim. Futbol ne karê yek kesiye. Divê kadro bê derxistin. Yanî karê tîmekê ye. Ez yekem futbolvana jin a taxê bûm. Nêzîkatiyên zayendperest bêguman hebûn. Bi qeyûman re em ji qadê veqetiyan. Bi pandemiyê re jî ev saleke em antremanê nakin. Em banga sponsoran dikin. Çend formayê nem tunebîn jî em qada futbalê terk nakin." 
 
‘Ji bo me piştgirî hewce ye' 
 
Baharê jî bi lêv kir ku li bajar rêjeya xwendinê kêm e û ji ber vê jî gelek kes ji bo debara xwe bikin li kafeyan û cihên din dixebitin û got: “Min futbol tercîh kir û ez dixwazim bibim antrenor û futbolvanên jin bigihînim. Bertek dihatin nîşandan û digotin ‘Hûn bi futbolê nikarin bigihêjin cihekî’. Gelek kesên derdora min dixwazin bi futbolê bilîzin. Lê ji ber piştgirî tuneye bi astengiyan re rûbirû dimînin. Ez tîma xwe bawerim. Ger piştgiriyek baş bê dayîn ez bawer dikim ku em ê bi ser kevin." 
 
‘Em ê bi serkevin’
 
Îlayda Şeker jî diyar kir ku ji aliyê şaredariya HDP’î ve bi tîma wan re peymanek hat îmzekirin, lê piştî qeyûm hat tayînkirin peyman hat betalkirin û wiha bi lêv kir: "Piştî peyman hat betalkirin em ji kulubê derketin. Di saetên vala de em diçûn qadê û me cih xwe digirt. Me hewl da em antremanan bikin. Bi pandemiyê re me navber da. Lê piştî qedexeyên pandemiyê hatin rakirin me tîma xwe kom kir. Em bi hêvî ne. Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin.”