Polîtîkayên tenduristiyê pêşî li dermankirinê digire

  • 09:02 26 Tîrmeh 2023
  • Tenduristî/Werzîş
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Sekretera Jinan a Şaxa SES a Anadolu Hatîce Yayla da zanîn ku jin nikarin xwe bigihîjin mafê tenduristiyê û wiha got: “Ji bo bedena jinan bin kontrolê de bigirin polîtîkayan pêk tînin. Divê aşî û testên bi pere tên kirin bên rakirin. Divê jin bibin xwedî hişmend. Ev berpisyarî jî di asta yekemîn de dikeve ser milê rêxistinên jinan û sendîkayan.”
 
Jinên di her qada jiyanê de bi newekheviyê re tên rû hev, ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê xwe nagihînin mafê tenduristiyê. Jinên nikarin xizmeta tenduristiyê bigirin jiyana wan ji ber van polîtîkayan bikevin bin xetereyê.
 
Sekrtera Jinan a Şaxa Anadolu ya Sendîka Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Hatîce Yayla der barê polîtîkayên tenduristiyê yên dijminê jinê de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
 
‘Nikarin derman bibin’
 
Hatîceyê da zanîn ku jinên ku pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê dijîn ji ber polîtîkayên tenduristiyê di alî xwe gîhandina tenduristiyê de zehmetiyan dikşînin û wiha dirêjî dayê: “Piştî Bernama Veguhestina di Tenduristiyê de demên dermankirinê hatin kurtkirin, hejmara nexweşan zêdeye û ji ber vê jî randevû nayên dîtin, dermankirin dereng dikeve. Bi salane em kedkarên tenduristiyê dibêjin ku divê polîtîkayên veguhestina di tenduristiyê de bên guhertin û polîtîkayek nû bê avakirin. Ev polîtîka ji bo sermayedar tevli qada tenduristiyê bibin pêk tînin. Pergala tenduristiyê bi giştî taybet bû. Ji 2002’yan heta niha polîtîkaya taybetkirinê tê meşandin. Şîrketên taybet hewl didin di qada tenduristiyê de rantê bidest bixin.”
 
Di dermankirinê de zexta civakî
 
Hatîceyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku kalibên zayenda civakî di xizmeta tenduristiyê de jî cih digire û dema dermankirinê de pir caran kesên ji malbatê yên li gel jinan nahêlin ku xwe îfade bikin. Jin tê ku derman bibin. Lêya hevjîn ya xwesû ligel wan e. Ne jin kesên gel wan agahî didin. Di vê nokteyê de mafê gotinê nayê dayîn. Em hewl didin vê hilweşînin. Lê heta polîtîka neguherin pir zehmete. Newekheviya zayenda civakî di tenduristiyê de derdikeve pêş mirovan.”
 
Tevî qanûnheye kurtajê nakin
 
Hatîceyê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser mafê kurtajê: “Preparatên (dermanên amade) yên berê ji bo plansaziya malbatê dihatin bikaranîn li ocaxên tenduristiyê ya malbatê dihatin peydakirin. Ev demek dewlet bê pere nade. Jin nikarin vê ximzetê bigirin. Sedema vê polîtîka û zimanê ku desthilatdarî bikar tÎne ye. Jin êdî nikarin xwe bigihînin polansaziya malbatê.  Lê xwedî gotin û xwedîderketina li bedena mafê herî esas e. Tevî di qanûnê de guherîn heye jî jin plansaziya malbatê nikarin bikar bînin. Mînak jin ducaniyên ku naxwazin hene. Ji bo vê li cihên bê ewle kurtajê dikin. Li gorî qanûnan heta 10 hefteyan dikare kurtaj bibe lê yek nexweşaneyek dewletê nake.”
 
Di aşiya HPV de rewşa jinê ya medenî tê pirsîn
 
Li aliyê din Hatîceyê balkişand ser girîngiya aşiya HPV (Human Papîlloma Vîrus) û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Aşiya wê bi pere ye û dermankirin jî mixabin li gorî rewşa civakî-aborî tê kirin. Der barê HPV de sê aşiyên cuda ya 2, 4 û 9 hene.  Ya 9’an di 2012’yan de hat erêkirin û lê tevî vê di 2022’yan de hat dermanxana. Ev aşî ji ser dolar û euro tê. Ji ber vê jî her kes nikare vê aşiyê bigire. Her dema aşiya HPT de jî rewşa medenî ya jinan tê lêpirsînkirin.”
 
Berpirsyariya dikeve ser rêxistinên jinan û sendîkayan
 
Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de ji bo ku pirsgisrêkên di dermankirinê de û astengiyên li pêş xizmeta tenduristiyê tên jiyîn de ev tişt anî ziman: “Divê di yekîneyên tenduristiya parastî de rêbazên plansaziya malbatê bê pere pêk bên û bi bandor pêk bê. Divê Navendên Tenduristiya Malbatê xwe bigihînin hemû jinan. Divê jinan bikin xwedî agahî û hişmend. Di asta yekemîn de ev berpirsyarî dikeve ser milê sendîka û rêxistinên jinan. Divê aşî bê pere bin. Divê li Navendên Tenduristiya Malbatê û nexweşxaneyên dewletê testa HPV bê pere be.”