2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (9) 2024-12-28 09:05:31     Sala 2024’an xizanî û qetilkirin ji zarokan re hişt   ENQERE - Di sala em li pey xwe dihlêlin de mixabin ya ji jin û zarokan re ma qetilkirin û tundî bû. Zarokên winda û dozên windakirin û dozên ku gumanbar diyarin lê biryara veşariyê ne jî îsal bi awayekî zêde derkevin pêş me.   Salek din bidawî dibe û tundî, komkujî û polîtîkayên bêcezakirinê yên rizandina civakî bixwe re tînin, zarok bêparastin hiştin. Di sala 2024'an de ku tundî li her derê belav bû, hikûmeta AKP'ê li Şûna pêşî li tundiyê bigire, polîtîkayên xwe yên ku tundiyê giran dike berdewam kir. Gelek polîtîkayên wekî polîtîkayên bêcezakirinê yên serdest, daxuyaniyên parastin û teşwîqkirina zewaca zarokan, hevkariya bi civakên olî re, xistina bernameya perwerdehiyê ya ku newekheviyê kûrtir dike û projeyên ku zarokan dikin karkeran, meşand.    Mehane bi sedan îxbar hatin   AKP di polîtîkayên jinan û li dijî qetilkirinên jin û zarokan di polê me. Komeleya Ewil Zaork û Jin ku ji 2018’an heta niha li dijî tundî û destdirêjiya li hember jin û zarokan bi dildarî dixebite, di roportajek xwe de gotinên ‘Têkoşina em li korîdorên edliyeyan û navbera bajaran didin’ bikar anî aliyê tundiyê danî holê. Her wiha komeleyê da zanîn ku mehane bi sedan îxbarî digirin û ev îxbar der barê destdirêjî û tundiyê, binpêkirina mafê zarokan de ne.   Di her 4 deqeyî de zarokek tê qetilkirin   Fona Hawarçûnê ya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe ya îsal de, eşkere kir ku li seranserê cîhanê her 4 deqîqeyan de zarokek di encama tundiyê de tê kuştin. Di heman raporê de tê diyarkirin ku 90 milyon zarok rastî îstîsmara zayendî tên û 650 milyon keç û jin jî di temenê biçûk de rastî îstîsmara zayendî hatine. Zêdetirî 370 mîlyon ji vê şîdetê wekî destdirêjî û destdirêjiya zayendî hatine tomar kirin. Hejmara kurên ku rastî îstîsmara zayendî hatin di navbera 410 û 530 mîlyonî de bû.    Li Tirkiyeyê jî îsal qetilkirin û destdirêjiya li hember zarokan derket asta herî jor. Me daneyên sala 2024’an berhev kirin.   Gumanbarên Narînê girtîne lê sedem tune!   Narîn Guran li navçeya Baglar a Amedê li taxa Çulî di 21’ê Tebaxê de hat windakirin û 8’ê îlonê de cenazeya wê li  Çemê Egertutmaz ya kîlometreyek nîv ji gund dur bû hat dîtin. Dayik Yuksel Guran, bira Enes Guran û ap Salîm Guran, her wiha Nevzat Guran ji dozê hatin girtin û ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ tên darizandin. Ji dozê kes hatin girtin lê pirsên kê çima qetil kir hîna nehatine bersivandin.   Silaya du salî   Li Tekîrdagê jî bûyerekê rû da. Li navçeya Malkara dayik B.Y  di meha îlonê de keça xwe Sila bi hinceta şiyar nebuye bir Nexweşxana Dewletê ya Malkara. Hat tespîtkirin ku Sila xwîn çûye ser mêjiyê wê û bi guman destdirêjiya zayendî sewqê Nexwşexaneya Tekîrdagê ya Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglu kirin. Sila piştî emelİyata mêjî hat entubekirin. Ligel dayik B.Y, mêrê pêre dijiya S.O, cîranên wan K.A û kurê wî  K.A yê 13 sa lî û  G.K yê 14 salî hatin binçavkirin û girtin. Xwişka Silayê ya 5 salî A.Y dewletê xistibû bin parastinê. Sila piştî dermankirina mehekê 7’ê cotmehê jiyana xwe ji dest da.   Şîrîn Elmas ya 6 salî   Şîrîn Elmas a 6 salî ku di 31'ê cotmehê de li Şîşliya Stenbolê ji mala xwe derketibû û çûbû bazarê, venegeriya malê. Zaroka ku 3 rojan winda bû li Goristana Ferîkoyê cenazeya wê hat dîtin. Di encama dîmenên kamerayê de derket holê ku ew ji aliyê mêrê 49 salî yê ku kaxiz berhev dikir ve hatiye revandin û qetilkirin. Mustafa O. ji ber sûcên 'îstismara zayendî' û 'kuştina bi qestî' hat girtin.   5 zarok ji ber xizaniyê mirin   M.S.A ya ku bi 5 zarokên xwe re li navçeya Selçûk a Îzmîrê dijî, ji bo zarokên xwe xwedî bike û debara xwe bike, derket ku xurde kom bike. Ji bo ewlehiya 5 zarokên xwe bike derî mifte kir. Zarokên di malê de di encama şewata ku ji sobeya elektrîkê ya ku ji bo xwe ji sermayê biparêzin pêxistibûn, jiyana xwe ji dest dan. Ji zarokan ya herî mezin Fadîme Nefes 5 salî, Funda Perî çar salî, Aslan Miraç 3 salî, Masal Işik 2 salî, Aras Bulut jî yek salî bû.    Îdiayên wezaretê û rastî   Tevî ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî îdia kir ku 110 hezar lîre daye dayikê jî dayika M.S.A diyar kir ku ji bo 5 zarokan mehê tenê 8 hezar lîre distîne û ev 8 hezar lîre jî piştre bûye 4 hezar lîre.  Kesê bi navê Yusuf Şahîn ê ku di heman apartmanê de dijî, diyar kir ku malbat bi alîkariya ku distîne û bi pereyê ku dayik ji çopê qezenc dike debara xwe dike.   Ji ber bi Erebî axivî hat qetilkirin   Li Gazîosmanpaşa a Stenbolê 21’ê îlonê de zarokê bi navê Abdullatîf Davvara yê 15 salî yê ji Sûriyeyî dema li parqê dilîst bi çekê hat qetilkirin. Malbatê da ku dema Abdullatîf û hevalên xwe bi Erebî diaxivin du kesên bi motosîklet gule barandine û gotin wê têkoşîna xw bidomînin. Her wiha li metroya M2 a Stenbolê li zarokekî Sûriyeyî tundî hatibû kirin û kesên derdorê jî bêdeng mabûn.   Dewlet zarokan naparêze   Hatibû îdiakirin ku li Saziya Starbûna Zarokan a girêdayê Midûriyeta Xizmetên Civakî ya Dîlokê zarokên 5 û 6 salî tundî dîtine. Desthilatdariya ku li tu derê zarokan naparêze, li saziyên xwe jî tundiyê li zarokan dikin.