6'ê Çileya 2014'an: Li Rojava 'Peymana Civakî' ket meriyetê
- 09:01 6 Çile 2025
- Di Dîrokê De Îro
Li Rojavayê Kurdistanê Meclîsa Damezrîner a ku ji bo qanûnên "Xweseriya Demokratîk" amade bike hat avakirin "Peymana Civakî" ku wekî qanûna bingehîn a meclîsê bû, îmze kir. Meclîsa Damezrîner diyar kir ku ev qanûn ji bo hemû kantonan derbasdar e û xelên wekî kotaya wekheviya jin û mêr jî di nav de cih girtin.
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
1412: Jeanne d Arc a ku ji bo xweseriya Fransayê bi rengê mêran têkoşîn da îro ji dayik bûye. Jeanne d Arc a ku di serdema şerê 1337-1453'yan de yê di navbera Îngilistan û Fransayê de ji dayik bû, piştî ku di 16 saliya xwe de ji malê reviya û ji ber ku jin bû nikaribû tevli şer bibe xwe kir rengê mêran. Jeanne piştî ku ji kral Charles ê 4'emîn destûr girt tevli şer bû. Jeanne d Arc, di 30'ê Gulana 1431'ê li ber çavên Gelê Rounendê, bi rêya şewatê hat qetilkirin.
1907: Ji aliyê bijîşka yekem a jin a Ewropayê Marîa Montersorî ve dibistana yekem a zarokan Casa deî Bambînî hat vekirin. Marîa ya ku di heman demê de aktîvîsteke mafên jinan diparast di sala 1896'an de wekî delegeyek Îtalî tevli Konferansa Navneteweyî ya Jinan bû. Marîa, di sala 1952'yan de li bajarokeke Hollanda ya li ber peravê jiyana xwe ji dest da.
1946: Jinên Vîyetnamî mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xistin.
2006: Fermandara Zapatîtayan a navdar Romana jiyana xwe ji dest da. Fermandar Romana dema ku Zapatîtayan, di 1'ê çileya 1994'an de xwestin welatê xwe Chîapasê rizgar bikin li eniya herî pêş cih girtiye. Ramona di nava rêxistinê de ji bo wekheviya zayendî jî têkoşîn daye. Ramona ji 7 fermandarên Rêxistina Zapatîsta ya Netweyî (EZLN) e û dema ku tevli Kongereya neteweyî ya gelên xwe cihî bûye jinan wê bi dirûşma "Em hemû Ramona ne" pêşwazî kirine.
2015: Jinên êzidî yên Şengalê ku di nava Yekîneyên Berxwedanê yên li dijî DAÎŞ'ê de cih girtin ên YBŞ'yî piştî civîna ku li dar xistin biryara ku cuda xwe bi rêxistin bikin dan. Jinên kurd ên êzidî ku di bin sîwana YPJ-Şengal de hatin gel hev biryara ku jinên di fermana 2-3'yê Tebaxê de hatin revandin rizgar bikin dan.
2019: Li Fransayê bi sedan jinên êlekzer li Parîsê li Qada Bastîlê civiyan û zema ku li sotemeniyê hat kirin şermezar kirin û xwestin ku daxwazên jinan ên xweser jî bên bicihanîn.
2019: Li Bangladeşê kedkarên tekstîlê ku 70 kes ji wan jin bûn li hemberî kêmbûna mehaneyê dest bi grevê kirin.
2021: Ajansa nûçeyan a jinê NuJINHA'yê dest bi weşanê kir. Ajansa ku di bin banê Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê hat vekirin ji bo bibe dengê jinên Rojhilata Navîn bi 5 zimanên Kurdî, Erebî, Farisî, Îngilizî, Tirkî dest bi weşanê kir.