Lêgerîna ku 9 sal in bênavber didome 2024-12-16 09:05:07     "Li Cizîra Şirnexê ku "Keleha Berxwedanê ya Gelê Kurd e" her zarok bi stranên berxwedanê mezin dibe.  Li ser vê erdnîgariya pîroz berxwedan ji nivşekî dewrî nivşê din tê kirin... Zarok ji serdema Zînê heta serdema Bêrîvanê ji stranên berxwedanê ku jin dibêjin feyzê  digirin."   Rojda Aydin    Di ser Komkujiya Cizîrê re ku 9 sal derbas bû, hîn jî gotinên gelek kesên hatin qetilkirin di bîranînan de cihê xwe diparêze. Heznî Aslan a ku tevî ev qas sal derbas bûye jî hîn cenazeyê keça xwe Hacer nedîtiye, bi hêviya “ez ê bibinim” lêgerîna xwe didomîne.    "Gelo kolanên ku mirov lê hatiye dinyayê û mezin bûye, gelo dikare lê bê qedexekirin?" ev pirsek tê bîra mirov. Eger tu Kurd bî û li Kurdistanê bijî, kolan û ax jî li mirovan tên qedexekirin. Ev çend sal in ku bi şewitandin û hilweşandinê dixwazin kolanên me ji me re qedexe bikin, lê ev zihniyet nizane ku bi vî awayî nikare kolanên me ji me bigire. Ji bo vê yekê berê jî bi dorpêçkirina bajaran dixwazin vê yekê bikin. Dema ku em çav li rûpelên tozî û kevin ên dîrokê dikevin, hê jî qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê ku nayê jibîrkirin tê bîra mirov…    Li Cizîra Şirnexê ku "Keleha Berxwedanê ya Gelê Kurd e" her zarok bi stranên berxwedanê mezin dibe.  Li ser vê erdnîgariya pîroz berxwedan ji nivşekî dewrî nivşê din tê kirin... Zarok ji serdema Zînê heta serdema Bêrîvanê ji stranên berxwedanê ku jin dibêjin feyzê  digirin.    Bi gotinên Mehmet Tunç, “Em teslîm nabin. Ev meşa demdirêj e”, cenazeyê Cemîle Çagirga ku di sarincê hat sekinandin, berxwedana xwerêveberiya Cizîrê ya ku bi “Jerzemînên Cizîrê” ku bi dehan kes hatin qetilkirin tê bibîranîn, 9 sal li pey xwe hişt. Di 9 salên derbasbûyî de ne berxwedan, ne êrîş û ne jî komkujî nehatin jibîrkirin.    Gotinên li paş wan   Nursel Dalmiş a ku dayika wê digot “Gewra min”, Yasemîn Çikmaz a ku bi gotina “Ez nikarim pişta xwe bidim hevalên xwe” ve li dû xwe şopek hişt û gotinên gelek kesên di jêrzemînan de hatin qetilkirin di bîran de hîn cih digirin. Hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ne cudatir bû, tişta ku qewimî wek “qiyamet” tê binavkirin. Li gorî îdiayên malbatan, di jêrzemînan de kîmyasalên ku hatin bikaranîn û bêhnên ku hatin ve, Helebçeyeke nû dane jiyîn.    ‘Terorîst’ hatin îlankirin   Piştî qedexeya derketina derve ya duyemîn ku di 14’ê Kanûna 2015’an de dest pê kir, zarok, jin, kal û pîr jî di nav de bi dehan kes hatin qetilkirin. Qedexeya derketina derve ya ku di navbera 14’ê Kanûna 2015’an û 1’ê Adara 2016’an de hatibû îlankirin, ewil gav bi gav hat rakirin û piştre bi temamî hat rakirin. Di şerê ku 79 rojan berdewam kir de zêdetirî 300 kes hatin qetilkirin. Li taxên Cûdî û Nûrê li ber çavê hemû cîhanê zêdeyî 150 kes hatin şewitandin û qetilkirin. Ji pitika 35 rojî Muhammed heta kal û pîrên 70 salî her kes wek “terorîst” hat îlankirin.      Ji ber çekên giran ên di operasyonê de hatin bikaranîn, li taxên Yafes, Sûr, Cûdî û Nûrê nêzî 3 hezar xanî bêkêr man û bûne kavil. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bûyerên li navçeyê weke “Tabloya dişibe qiyametê” pênase kiribû.    Kesên winda û kuştinên kiryarên nediyar ên nû    Li aliyê din li gor daneyên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) cenazeyên 8 kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi ser komkûjiyê re 9 sal derbas bû jî hîn nediyar in. Navê kesên winda bûne lê cenazeyên wan nehatin dîtin wiha ne: Abdulsellam Guler, Cemal Purnek, Hacer Aslan, Orhan Esmeray, Osman Gokkan, Sakîne Dûrmîş, Servet Arslan, Yûnûs Meral. Ligel ku ev qas sal bi ser de derbas bûye jî tu kiryarek nehatiye darizandin û hewl tê dayîn ku ser dosyeyan bê girtin. Bi vê komkûjiyê re, bi sedan  kuştinên kiryarên nediyar ên nû ku lêgerîna malbatan didome yek dîsa li ser zêde bû.      Lêgerîna bêdawî   Hacer Aslan yek ji wan kesên ku di dema qedexeya derketina derve de li Cizîrê hat qetilkirin û cenazeyê wê hê jî winda ye. Heznî Aslan a ku di dema qedexeya derketina derve de birayê xwe û 2 zarokên xwe winda kir, cenazeyê keça xwe Hacer a 9 sal in nikare xwe bigihîne wê dixwaze. Heznî Aslan, da zanîn ku piştî mirina birayê wê keça wê di jêrzemînê de maye, diyar kiribû ku navê keça wî jî di nav navên din ên di jêrzemîna ewil de heye. Dema ku li cenazeyê keça xwe digere bi cenazeyê kurê xwe Mehmet Saît Aslan ve rû bi rû dimîne.    Bi hêviya ‘bibînim’ ve klam dibêje    Heznî Aslan ku dest ji lêgerîna keça xwe bernedaye, 9 sal in bi hêviya “belkî ez wê bibinim” digere. Heznî Aslan, bi gotina “Heta cenazeyê keça xwe bibînim ez ê di nav lêgerînê de bim. Heta dilopek xwîna min hebe jî ez ê dev ji vê lêgerînê bernedim. Ez ê tu carî dev ji vê rêyê bernadim. Ez ne ji mirinê, ne ji girtinê û ne jî zehmetiyan ditirsim. Heta bêhna xwe ya dawî ez ê xwedî li mîrasa wan derkevim” ve dibêje dê têkoşîna xwe bidomîne.    Di salên borî de ji bo keça xwe klama “Weyla Dayê” ku gotibû ve hêviya wê tim şîn dibe.