'Şandina pereyan a wekî sûc tê dîtin, girêdayî tecrîdê ye' 2024-12-19 09:06:40   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Ayfer Yildirim der barê kampanyaya ji bo piştevaniya malbatên girtiyên ku pere ji girtiyan re şandin û sûcdar hatin dîtin de dane destpêkirin, axivî û got şandina pere ya ji bo girtiyan ne sûc e û sûchesibandina şandina pereyan girêdayî tecrîdê ye.   Binpêkirina mafan li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Tevî ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat jî, weke ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got, tecrîd hê jî didome. Berdewamkirina tecrîdê tê wateya ku hem girtî, hem jî xizmên wan û hem jî civak vê tecrîdê dijîn. Her ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin, xizmên girtiyan jî rastî van binpêkirina mafan tên. Bi taybetî di van demên dawî de kesên ku ji girtiyan re pere dişînin bi hinceta "fînansekirina rêxistinê" tên binçavkirin û girtin. Hatîce Yildiz a 75 salî ya ku ji ber hinceta ji bo keça xwe û hevjîna keça xwe ya li girtîgehê pere şandibû 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, di 23'ê Adarê de hatibû girtin. Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê Hatîce Onaran jî bi îdiaya "Li dijî Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê" 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê û hat girtin.   Li dijî vê li gelek bajaran kampanya hat destpêkirin. Li Îzmîrê 16’ê Kanûnê kampanya hat destpêkirin. Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (EGE-TUHAYDER) Ayfer Yildirim axivî û da zanîn ku ev pêkanîn girêdayî tecrîdê ye û bi armanca piştevaniya girtiyan ev kampanya dane destpêkirin.   Şandina pereyan di bin kontrola dewletê de ye   Ayferê da zanîn ku sûchesibandina şandina pereyan pêkanînek kêfî ye û trajîkomîk e. Ayfer Yildirim wiha got: “Şandina pere di bin kontrola dewletê de ye. Dema malbat pere dişînin, dişînin saziya dewletê. Ev pere di bin kontrola peywirdarên girtîghê de ye. Dibêjin bi armanca fînansekirina terorê tê kirin. Wê demê ew ji terorê re fînanse dikin?”   ‘Jiyana girtiyan tê xespkirin’   Ayfer Yildirim wiha vegot: “Ji derve xwarin, cil û berg dermanan nagirin hundir. Girtî hewcedariyan ji kantînê peyda dikin. Vî jî bi pereyê tê şandin dikin. Bi vê sûcdarkirinê mafê girtiyan bi zanebûn tê xespkirin. Ev pêkanîn girêdayê tecrîdê ye. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû civakê pêk tê. Li ser girtiyan jî pêk tê. Ji ber vê ev pêkanîn girêdayî tecrîdê ye.”   ‘Divê civak hestiyar tevbigere’   Ayfer Yildirim di dawiya axaftinê de wiha got: “Heta ev binpêkirin ji holê ranebe wê kampanya û xebatên me yên din bidomin. Divê civak di vê mijarê de hestiyar be. Ev mijar mijara mafê mirovan e. Divê her kes vê baş bizanibe û li gorî wê hestiyariyê nîşan bidin.”