'Ji pêşeroja zarokan sîstem berpirs e'
- 09:28 23 Tîrmeh 2022
- Ked/Aborî
Medya Uren
AMED - Li gel qeyrana aboriyê hejmara karkerên zarok gihaşt 2 milyonî. Li dijî xizaniyê zarokên ku dixebitin dibêjin ji rewşa me û pêşeroja me îktidara niha berpirs e. Zarokên dixebitin gotin em sîstemek me neçarî karkeriyê dike naxwazin.
Li Tirkiyeyê her ku diçe qeyrana aboriyê kûr dibe û bi xwe re rê li ber pirsgirêkên civakî vedike. Yek ji beşa ku herî zêde ji vê bandor dibe jî zarok in ku li Tirkiyeyê jimara zarokên dixebitin gihiştiye 2 milyonî. Bi xizaniyê re ev jimar her ku diçe zêde dibe. Zarokên ku bi tu awayî derfetên wan tune ye neçar dimînin di kargehan de ango di karên demsalî de bixebitin.
Têkildarî qeyrana aboriyê bandora wê ya li ser zarokan em bi karkeran re axivî. Xebatkarên li ser zeviyê pembo yê li navçeya Bismilê dixebitin bersiva pirsên me dan û diyar kirin ku ji rewşa zarok û pêşeroja wan îktidara niha berpirs e.
'Ez bixwînim an zigkê xwe têr bikim?'
Sara Çelebî ya hem dixwîne û hem jî li ser erdan dixebite wiha rewşa xwe nirxand: "Li Tirkiyeyê aborî nemaye. Em ji neçarî dixebitin. Ma kî dixwaze di bin germa tavê de bixebite. Ji bo afirandinê pêşketinê tu rê ji me re nehiştine. Encex em li ser zeviyan bi mûçeyek kêm bixebitin. Li gorî me sedemê vê bê guman serokkomar e. Polîkayek şaş dide meşandin. Jiyana kesî û fikrê kesî esas nagire. Rewşa em tê de ne ji rêzê ye. Li pêşiya me ezmûn hene, lê belê ez ji mecbûrî hatime paletiyê. Ji ber ku rewşa me ya madî tûne ye. Pirtûkek dibistanê 200 – 300 lîrayî ye. Jixwe hewce nake em qala bihayê xurekan bikin. Ez niha bi vê mûçeyê ji xwe re pirtûk bistînim an zikê xwe têr bikim. Ma em birçî bimînin? Ji vê rewşê herî zêde gelê vê herêmê bi bandor dibe. Divê zarok wisa mezin nebin. Berpirs Erdogan e û êdî zarok jî îsyan dikin. Hîna zikê nîştecihên vir têr nekirine Sûriyeyîyan dihewînin."
'Em ji neçarî dixebitin'
Feryat Çelebî dixwîne û di heman demê de ji bo alîkariya malbatê karê pembo dike wiha dibêje: "Em ji saet 5’an ve dest bi xebatê dikin heya dereng. Li rex vê jî em dixwînin. Ez xebatê xirab nanirxînim, ji min re her kar wê bibe tecrubeyek. Lê belê divê ev ne ji bêçaretiyê be. Mixabin rewşa me ya aboriyê tune ye û ji neçarî em dixebitin. Ji bo em zikê xwe têr bikin em dixebitin. Em ji vî temenê xwe de dirav difikirin. Kîjan pîşe wê bêhtir dirav bide qezençkirin em li gor wê xeyal dikin."
'Her tişt pir biha bûye, mixabin em nikarin êdî xwe têr jî bikin'
Stênar jî ji ber qeyrana aboriyê neçar maye dev ji dibistanê berde. Her sal di karên demsalî de dixebite û bi malbata xwe re hewl dide bi vî rengî debara xwe bike. Stênar diyar dike ku her zarok xeyalên wan ên xwendinê heye lê mixabin ji ber qeyrana aboriyê ji bo van xeyalan asteng e. Malbata wan jî bi heman rengî ji bo xwendina wan dixwazin lê ew jî diyar dikin ku her ku diçe hêza wan a aboriyê lawaztir dibe û ew ê nikaribin zarokan bidin xwendin. Stênar dibêje:"Her tişt pir biha bûye, mixabin em nikarin êdî xwe têr jî bikin. Gelek zarokên weke min û hevalên min ji ber heman sedeman dev ji dibistanê berdane."