Têkoşîna azadiyê ya piştî fermana 74'an

  • 09:05 2 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êzidiyên ku bi 74 fermanan re rûbirû mayî, niha bi tecrûbeyên xwe yên bi salan jiyaneke nû a azad diafirînin. Derbarê hebûn û parastinê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha gotibû: "Ji bo ku êzidî bikarîbin xwe biparêzin yek rê heye ew jî vegera axa qadîm Şengalê. Ji derveyê vê ne mûmkûne hebûna xweyî dîrokî, çandî û bawerî biparêzin." 
 
74 ferman... Hemû ferman jî li ber çavê tevahiya cîhanê pêk hatin. Hatin, kuştin, hatin sirgunkirin, mal û milkên wan hatin talankirin, li bazaran hatin firotin. Ne veşartî bi eşkera ev tişt pêk hatin. Êzidiyên ku di dîrokê de heta îro tenê hatin hiştin niha hewl didin ku li ser axa xwe beyî berjewendiyên dewletan xweser bijîn.
 
Singar, Siggor...
 
Şengal li gorî qeydên fermî yên dewleta Iraqê li nava sînorên wîlayeta Nînowayê ye, bi ser bajarê Mûsilê ve ye. Şengal û derdora wê bi hezar sal in warê pîroz ê civaka êzidî ye. Ji bo vê herêma li dora çiyayê Şengalê Ereb dibêjin 'Sîngar', Asûrî jî dibêjin 'Şiggor'. Di sedsala çaremîn de Romayiyan ji herêmê re gotin 'Sîngar' û bi vî rengî qeyd kirin. Li gorî hin çavkaniyan 'Seng-Gara' pênaseya (Gund û Çeper) e. Di seferên Împaratoriya Romayê yên li ser xaka Mezopotamyayê de Şengal xwedî cihekî stratejîk bû.
 
Girê Heyvê
 
Li gorî teolog û dîroknasê êzidî Osman Çelîk, ji bo vê xakê di tevahiya dîrokê de kurd navê 'Sîncar' bi kar anîne. Sîncar gotineke bi kurdî ye, xwe dispêre Sumerî û Hûrî û tê wateya 'Girê Heyvê' yan jî girê herî bilind ku heyv jê xuya dike. Navê herêma Sîncarê gelekî kevn e û Ereban bi bandora vê yekê jê re dibêjin 'Sîngar'. Bi Sumerî û Hûrî 'Sîn' tê wateya heyvê, Sîn-car jî tê wateya 'girê heyvê'. Ji bo vê herêmê Sîncar, ji bo bajarê li wir jî Şengal tê gotin. Koka vê gotinê 'Şenkal' e. Bi kurdî 'gal' tê wateya cîhanê, 'Şengal' jî tê wateya 'nîşaneya cîhanê'. Ji herêma ji bajarê Şengalê heta bi çiyê Sîncar, ji xaka ku ji rojhilatê Dîcle û Firatê dest pê dike û heta digihêje Efrînê jî Sîman tê gotin.
 
‘Çiyayê Şengalê bûye stargeh’
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ciyayê Şengalê wiha pênase dike: "Deşta Mûsil û Çiyayên Şengalê, yên ku di dîrokê de giştî hêzên xwestine agirê azadiyê bitefînin û tine bikin li hember êrişên wan ên hovane bûye qada berxwedanên herî mezin. Çiyayên Şengalê her tim civaka me yên êzidi yên ku li ber xwedane hembêz kiriye û bûye stargehek. Berxwedan di van xakan de bûye çand."
 
74 caran komkujî...
 
Ji aliyê hemû hêzan ve tê destnîşankirin ku Şengal li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke jeopolîtîk e. Li başûrê Kurdistanê mîna deriyekî li Mûsil û Kerkûkê, her wiha ji Hesekê dest pê dike û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve vedibe. Şengal xeteke derbasbûnê ya girîng e ku ji Sûriyeyê digihêje Iraqê û sînorê Tirkiyeyê. Hêzên ku xwestine li Kurdistanê serdest be ji demên berê heta niha her tim hewl dane li Şengalê serdest bin. Ji ber vê yekê Şengal herêmeke wisa ye ku Osmaniyan gelek caran ji bo qirkirinê êriş birine ser. Heta niha 73 caran komkujî û qirkirin li êzidiyan hate kirin. Carna eşîreke êzidî carna jî herêmeke êzidî hatiye dorpêçkirin. Êrişa destpêkê ya herî berfireh a tê zanîn, di sala 906'an de dest pê kir.
 
Çend ji fermanên li Êzidiyan rabûn wiha ne:
 
* 906: Waliyê Mûsilê Hamadanî, ji ber ku Îslamiyet qebûl nekirin komkujî kir.
 
* 1246: Komkujiya li Laleşê, ku ji aliyê begê Zengî yê Mûsilê Bedreddîn Lûlû ve hate kirin.
 
* Sedsala 16’an: Bi fetwa Şêxulîslamê Osmanî Ebû Siûd Efendî û bi fermana Qanûnî Sûltan Sulyeman, li Şêxanê komkujî li êzidiyan hate kirin.
 
* 1638: Waliyê Amedê Melek Ahmed Paşa li Şengalê komkujiyek pêk anî. 
 
* 1650: Bi fermana Mûrad ê 4’emîn Waliyê Wanê Şemsî Paşa li Mûsilê komkujî li hemberî êzidiyan komkujiyek pêk hat.
 
* 1715: Waliyê Bexdayê Hasan Paşa li Şengalê komkujiyek pêk anî. 
 
* 1733: Waliyê Bexdayê Ahmed Paşa li Şêxanê êzidî qetilkirin. 
 
* 1752: Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê komkujî da kirin.
 
* 1732-33: Nadîr Şah di navbera Surdaş û Kerkûkê de komkujî li Êzidiyan da kirin.
 
* 1733: Komkujiyên ku Celîliyan li Êzidiyên li qiraxa çemê Zapê kir.
 
* 1735: Bi fermana Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Mahabad, Saldûz û Meraxiyê hate kirin.
 
* 1742: Alî Takî Han ê ser bi Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Saldûzê da kirin.
 
* 1743:  Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li Kerkûk, Hewlêr û Altûnkopru da kirin.
 
* 1743: Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li qiraxa Zapê da kirin.
 
* 1787: Celîliyan komkujî li Êzidiyên Denanî yên li Şêxanê da kirin.
 
* 1798: Alîkarê Waliyê Bexdayê Abdulazîz bîn Abdullah Beg li Şêxanê komkujî da kirin.
 
* 1753-1800: Bi fermana paşayên Osmanî dizî, xerac, kolekirin û komkujî hatin kirin. (6 êrİşên mezin ên li Şengal, Şêxan û Mûsilê pêk hatin)
 
* 1809: Komkujiya ku Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê da kirin.
 
* 1824: Komkujiya ku Waliyê Bexdayê Alî Paşa li Şengalê li Êzidiyan da kirin.
 
* 1832-1834: Komkujiyên ji aliyê Bege Soran Mûhammed Paşa (Mîrê Gewre) ve hatin kirin.
 
* 1835: Waliyê Mûsilê Mûhammed înce Bayraktar li Şengalê komkujî da kirin.
 
* 1836: Reşîd Paşa li Şengalê komkujî da kirin.
 
* 1837: Hafiz Paşa li Şengalê komkujî da kirin.
 
* 1844: komkujiya li Êzidiyên li Botanê hate kirin.
 
* 1892: Di encama polîtîkaya Abdulhamît ê 2’yemîn de ku bi zorê hewl dida êzidiyan bike misilman, komkujî hatin kirin.
 
Êzidî ketin statuya kêmcivakan
 
Di serê salên 1900’î de ji ber qirkirin, qetlîam û koçberiyê civaka êzidî ji hev belavbûyî ketin statuya kêmcivakan. Hema bibêje hemû êzidiyên li herêma Serhedê ji 1820’an û heta serê 1900’î neçar man dev ji axa xwe berdin. Ji ber ku cihêkariya dînî tunebû civaka êzidî ya li Serhedê koçî Kafkasyayê kirin. Di navbera salên 1914-1918’an de di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de civaka êzidî li hemberî hêzên dagirker berxwedaneke ne rêxistinkirî nîşan dan û bi parçebûna Kurdistanê re jî civaka êzidî jî parçe bû û kesên li parçeyên din dijîn jî têkiliya wan a bi Şengalê re qut bû.
 
29 êzidî di şikeftan de hatin şewitandin
 
Komara Tirkiyeyê ya ku di sala 1923’yan de hate avakirin jî li gorî mîrateya ji Osmaniyan wergirtiye li ser êzidiyên li bakurê Kurdistanê siyaseta koçberiya darê zorê û qetlîam xist meriyetê. Leşkerên Tirk di sala 1940’an de girtin ser gundê Kîwexê yê Hezexê û 29 êzidî di şikeftan de bi sax şewitand. Di salên 1980’î de jî êzidî bi tenê li Midyad, Bişêrî û Wêranşarê man û piştî cûntaya 12’yê Îlonê jî di salên 1990’î de cih û warên êzidiyan hatin valakirin. Erdên êzidiyan jî pêşkêşî alîgirên dewletê û cerdevanan hate kirin.
 
Daxwaza rêveberiyeke xweser kirin 
 
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li hemberî Îngilîzên ku dest danîbûn ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê di serê salên 1920’î de li Silêmaniyê bi pêşengiya Berzencî berxwedanek hatibû kirin. Berxwedaneke wekî vêya li Şengalê bi pêşengiya Hemoyê Şero hatibû kirin û êzidiyên li başûrê Kurdistanê cara pêşîn xweserî xwestibûn. Civaka Êzidî bi pêşengiya Hemoyê Şero û Dawûdê Dawid bi Îngîltereyê re rûniştin doza rêveberiyeke xweser kirin. Lê Meyan Xatûn a ji malbata Mîr bi tifaqa tevî Îngîlizan re pêşiya vî tiştî girt. Bi teslîmstendina Davûd  û Şero derbeke mezin li berxwedana êzidiyan hate xistin.
 
Dixwazin êzidi bibin misilman
 
Piştî mêtingeriya Îngîlîz û Fransayê rejîmên Baasê yên ku Sûriye û Iraq bi rê ve birin, li ser êzidiyan ji dêvila koçberiya bi darê zorê, konseptên Erebbûnê ferz kirin. Bi vê konseptê re dixwestin êzidî bibin misilman. Herî zêde Saddam Huseyîn ev tişt kir.
 
Saddam qetlîameke mezin kir
 
Di sala 1961’an de dema ku bi pêşengtiya Mele Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê tevgerek hate destpêkirin, civaka êzidî jî di nav de cih girtin û gelek caran ew bi tenê hatin hiştin. Di sala 1972’yan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) li Şengalê êzidî bê çek hiştin û li ser wan bi destê Saddam Huseyîn qetlîamek hate kirin. Di vê qetlîamê de nêzî 200 êzidî hatin kuştin. Piştre jî rejîma Baasê li Şengalê li ser gundên êzidiyan konsepta ‘Gundên komî’ xist dewrê. Êzidiyên li gelek gundên hatibûn valakirin di bin kontrola leşkerên Iraqê de li çend bajarokan hatin bicihkirin.
 
Ferzkirina înkarkirina kurdbûnê 
 
Piştî têkçûna tevgera başûrê Kurdistanê ya di sala 1975’an de rejîma Baasê konsepta îmhakirinê ya li ser Şengalê kûrtir kir. Hêzên rejîmê êzidiyên xwe spartibûn çiyayan ji warên wan derxist û bir bajarok û gundên bi navê ‘mucemma’ yên ku 30 kîlometreyan dûrî Çiyayê Şengalê bûn. Êzidiyên Şengalê nikaribûn li gorî dilê xwe koç bikin, bi tenê dikaribûn biçin ciyê ku rejîmê diyar kiriye. Bi ser de mafên wan ên mulkiyetê jî hatibû desteserkirin û li warê xwe wekî penaberan dijiyan. Piştî 1975’an Seddam konsepta ‘Hûn dikarin li gorî baweriya Êzidiyan bijîn lê hûn e kurd in hûn ereb in’ xist dewrê. Di vir de piçekî jî bi ser ket. Êzidiyên li Şengalê ji ber tirsa canê xwe, kurdbûna xwe înkar kirin. Ev konsept heta hilweşandiya rejîma Saddam Huseyîn domiya.
 
Di warî îdarê dê bûn dû beş 
 
Di sala 1991’an de piştî ku DYE mudaxeleyî Iraqê kir, êzidî ji ber rewşa çêbû di warê îdarî de bûn du beş. Herêma Şêxan a li başurê rojhilatê Duhokê kete bin kontrola rêveberiya kurdan û Şengal jî kete bin kontrola hikumeta Iraqê. Têkilî, çûn û hatina di navbera her du cihan de bi asteng bû. Ev tişt heta sala 2003’an ku rejîma Seddam Huseyîn hilweşiya jî domiya.
 
Sengal ket dibin kontrola PDK'ê 
 
Piştî sala 2003’an de kontrola Şengalê kete destê hêzên pêşmerger û PDK’ê. Şengal a ku wekî Kerkûkê kete nav herêmên bi nîqaş jî li gorî xala 140’emîn a makeqanûna Iraqê, bi referandûma sala 2007’an de wê bihata eşkerekirin. Lê ev plan pêk nehat. Şengal ligel ku ne di nav sînorên îdarî yên Rêveberiya Herêma Kurdistanê de bû, heta fermana sala 2014’an di bin kontrola PDK û hêzên pêşmergeyên wê de bû.
 
300 êzidî hatin qetilkirin
 
Di 14’ê tebaxa 2007’an de jî bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrişî gundên Siba Şêx Xidir û Til Izêr a Şengalê hate kirin. Di van êrişan de 300 kesên sivîl hatin qetilkirin. Derketibû holê çeteyên Eniya Tirkmenan a Iraqê ya ku ji aliyê îstîxbarata Tirk li Başûrê Kurdistanê hatibû avakirin jî, di nav vê êrişê de hebûne.
 
'Ji bo êzidî venegerin Şengalê wê hertiştî bikin!' 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî nîveka salên 2000’î gelek caran êzidî hişyarî kir. Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de wiha bal kişand ser rewşa êzidiyan:"Berzanî û dewleta Tirk ji bo carekî din êzidî venegerin Şengalê wê her tiştî bikin. Ji bo êzidiyan ji Şengalê dûr bixin, ji Kurdistanê dûrxin, her cûrê şerê taybet, şerê psîkolojik wê pêşbixin. Bi siyaseta şerê taybet, bi van rêbazan, dixwazin êzidiyan derxin Ewropa. Ev tê wateya tûnekirina êzidiyan. 
 
Çûyîna li Ewropa ne rizgariyê tûnebûne...
 
Di rewşa heyî de li Şengalê zêde êzîdî nemane. Ev rewş ji alîye dîrokî, civakî û çandî de gelekî xeter e. Heke êzidî carekî din venegerin li ser axa xwe ya Qedîm Şengalê, evê bibe felaketekî mezin. Ji qirqirina hebûne xelas bûn, lê ji qirqirina çandî nikarin xwe xelas bikin. ji bo ku êzidî karîbin xwe biparêzin yek rê heye ew jî vegera axa qadîm Şengalê. Dervî vê ne mûmkûne hebûna xweyî dîrokî, çandî, bawerî bi parêzin. Şengal ji bo êzidiyan tê çi wateyê, di aliyê, dîrokî, civakî, çandî, bawerî de tê wateyeke hebûneke çawa? Gerek e zanîbin. Siyaset û pêkanînen li ser êzidîya têk bibin. Çûyîna êzidiyan li Ewropa, Elmanya ne rizgarî ye, tûnebuna wan e.
 
Pêwiste parastina xwe bi xwe bikin
 
Bila êzidî bi xwe biryarê bidin, çawa bixwazin biryar a wan e. Min hîn berê jî ji bo parastina gelê Şengalê pêwîst e çi bê kirin gotibû. Pewîst e, parastina xwe bi xwe bikin. Em nikarin wana di însafa pêşmergeyan de bihêlin. Ji ber vê sedemê şervantiya azadiyê kirin ne hêsan e. Ez bangawaziyê li tevahî kesên ku xwe li hember serdemê û mirovahiyê berpirsiyar dibînin, bûyîna neferekî di xeta parastinê de û di şopa 12’yan de têkoşîn dikin, di berfirehkirina xeta berxwedana li Çiyayê Şengal û li Rojavayê dikim. Şengalê, êzidiyan şûnde anîna li ser xakên wan, xebatên Şengalê ji dagirkirinê ber bi çûyîna rizgarkirinê ve bidin destpêkirin. Ji bo vê pêwîstiya hêza parastinekî têkuz dike."
 
3'yê Tebaxa 2014'an...
 
Dîrok carek din ji bo êzidiyan dubare kir û şeva 2-3'yê Tebaxa 2014’an de dema ku DAÎŞ'ê dest bi êrişa li ser Şengalê kir, nêzî 17 hezar hêzên PDK'ê yên li bajêr bêyî fîşekê biteqînin vekişiyan. PDK'ê ya ku bêyî agahiyê bide gel xwe vekişand, rê li ber komkujiyeke mezin vekir. Piştî ku xiyanet jî li fermanê zêde bû, komkujî veguherî qirkirinê. Li Sîba Şêx Xidir, Gir Zerik, Til Benat, Til Qeseb û Koçoyê bi hezaran mirov hatin kuştin, bi hezaran dîl hatin girtin û revandin. Êzidî carek din neçar ma ku berê xwe bide çiyayê Şengalê.
 
'12 siwariyên Derwêşê Evdî'
 
Beriya êrişê 12 gerîla li Şengalê bûn. 3 ji wan ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin, 9 gerîla mabûn. Ew yekîneya gerîla bi sê beşan dabeş bû û nehişt ku DAIŞ xwe bigihîne çiyê û komkujiyeke mezin bike. Ew gerîlayên ku êzidî ji bo wan dibêjin "12 siwariyên Derwêşê Evdî" li çiyê hêza milîs bi rêxistin kirin. Di 29'ê Cotmeha 2015'an de YBŞ, YJŞ û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku wan fermandariyeke hevpar bi navê "Fermandariya Êzidxanê ya ji bo rizgariya Şengalê" ava kirine. Fermandariya hevpar di 12'yê Mijdara 2015'an de mizgîniya destpêkirina "Operasyona azadkirina Şengalê" da kurdên êzidî û tevahiya Kurdistanê. 
 
Bi rêxistinbûnên bersiv dan îxanetê 
 
Aliyek berxwedan û aliyek jî rêxistinbûna civakê didomiya. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinê yên Şengal (YJŞ) di îlona 2014'an de hat avakirin. Di 14'ê çileya 2015'an de Meclîsa Damezrîner a Şengalê û di 30'ê gulana 2017'an de jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin ragihandin. Jinên Êzidî ku êşa herî giran ji fermanê dîtin, di bin sîwana Meclîsa Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) de xwe bi rêxistin kirin. Di sala 2016'an de jî Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ava bû. Li Şengalê bersiva herî mezin a ji ferman û xiyanetê re bihata dayin rêxistinbûn bû û ev jî pêk hat. 
 
Planên li hemberî Şengalê hêj didomin
 
Şengal hat rizgarkirin û sazîbûneke çêbû. Lê belê êşên li Şengalê hîn bi dawî nebûne. Niha jî ji bo valakirina Şengalê, PDK û hin saziyên navneteweyî di nava hewldanên taybet de ne. Artêşa Tirk ku bi destûra koalîsyona bi serkêşiya DYE'yê û bêdengiya hikumeta Iraqê tevgeriya di nava 5 salên dawî de bi balafirên bêmirov ên bi çek û balafirên şer gelek caran êriş kir. Gelek siyasetmedar, şoreşger û şervanên êzidî yên ku di rizgarkirina Şengalê de kedeke xwe ya mezin heye, her wiha gelek sivîl qetil kir.
 
Berxwedana jinanên êzidî 
 
Civaka êzidî di dîrokê de rastî 74 fermanan hat. Qirkirin, kiryarên dijmirovî ku di tu qanûnên navdewletî û baweriyan de nayên qebûlkirin, li hemberî êzidiyan hat meşandin. Di serî de jî jinên êzidî para xwe ji van fermanan girt. Lê belê di dîrokê de jinên êzidî di qadên siyasî û civakî de her tim li pêş bûne û civak bi rê ve birine. Di civakê de cihekî girîng girtine û xwedî hêz bûne. Meyan Xatûn, Eyşa Dîz û Gula Şemê mînakên vê yekê ne. 
 
Begê Samur li dijî ferzkirina misilmanetiyê têkoşînek da, Eznîva Reşîd a êzidî, bû pêşkeşvana destpêke ya radyoya Erivanê, Cemîla Celîl xizmete mezin da  dîrok û muzîka kurdî, Binevş Agal (Berîvan) navê wê ne tenê di dîroka berxwedanê ya êzidiyan de wê di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de tê bîranîn, Behiye Yasît (Hacer) piştî Binevş Agal jina duyemîn a êzidî ye ku tevlî nava tevgera azadiyê dibe, Esmer Demîr jineke din a êzidî ji Elmanyayê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê dibe, Zeynep Bozkurt (Binevş Edessa), navê Binevş Agal li xwe kir tevlî têkoşîna azadiyê bû û Berîvan Fazil jî rêya azadiyê ji bo xwe bijart. Ev jinên têkoşêr mîrateyek ji jinên êzidî re hiştin. Jin bi cesaretek mezin li dijî her cûreyên êrişan li berxwe dan û dengê xwe ji raya giştî ya cîhanê re ragihandin.