Li Cizîrê piştî 7 salan: Em jî bîr bikin jî ev ax ji bîr nake
- 09:04 13 Kanûn 2022
- Rojane
Sema Çaglak
ŞIRNEX - Malbatên ku zarokên wan di pêvajoya qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan destnîşan kirin ku hovitiyek wisa li tu deverê cîhanê nehatiye jiyîn û gotin: “Em çawa wan rojan ji bîr bikin. Em ji bîr bikin jî ev ax û welat ji bîr nake. Em ê heta dawiyê li pey doza zarokên xwe bibin û têkoşîna wan bidomînin.”
Di 13'yê tebaxa 2015'an de li dijî biryara gelê Cizîrê ya ragihandina rêveberiya xweser îqtîdarê dest bi operasyonên binçavkirinê kir û li dijî vê gel jî dest bi berxwedanê kir. Îqtîdara ku bi berxwedana gel re nikaribû derketa serî di 4'ê îlona 2015'an de qedexeya derketina derve ragihand. Di qedexeya ewil ku 9 rojan berdewam kir de 22 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.
288 kes jiyana xwe jidest dan
Qedexeya duyemîn ya derketina derve ku li Şirnex û Cizîrê di 14’ê kanûna 2015’an de hatibû ragihandin heta 2’yê adara 2016’an berdewam kir. Di nav 79 rojan de 288 kesî jiyana xwe jidest dan û bi sedan kes birîndan bibûn. Di nav kuştiyan de pitik, zarok, jinên ducanî û kal jî hebûn. Li Taxa Cudiyê di jêrzemînan de 177 kes bi rojan di jêrzemînan de asê hatin hiştin, cenazeyên wan ê şewitandî ji jêrzemînan hatin derxistin. Her wiha di dema operasyonê de ji ber çekên giran hatin bikaranîn nêzî 3 hezar xaniyên taxên Yafes, Sûr, Cudî û Nurê zirar dîtin û bi hezaran kes ji cih û warên xwe ji koçber bûn.
Cenazeyê 14 kesî winda ne
Piştî qedexeyan li cihê ku gelek kesî jiyana xwe ji dest da xaniyên TOKÎ hatin avakirin. Heta niha jî cenazeyê 14 kesî nehatine dîtin û malbatên wan ji bo DNA’yê xwîn dane. Heta niha der barê 70 kesên hatin kuştin de, dosyên hatin vekirin bê encam man û her wiha lêpirsîn hat bidawîkirin. Derbarê gelek kesên jiyana xwe ji dest dan jî bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” biryara derbarê eqûbeta wan de li gorî hiqûqê hat dîtin.
Biryara AYM'ê
Di vê çarçoveyê de hin malbatan bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM'ê di 8’ê tîrmeha 2022'yan de serlêdana hatibû kirin red kiribû. Hinceta biryara derbarê serlêdanê de jî piştre hat eşkerekirin. AYM’ê di hinceta biryara xwe de îdia kir û got, "Di warê 'binpêkirina mafê azadî û ewlehiya şexsî' û 'îxlalkirina, binpêkirina mafê rêzgirtina li jiyana taybet û malbatê' de di rêbaz û esasê de tu binpêkirin nehatiye dîtin.”
Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê ku bi gotina "Me serî netewand" di hiş û aqilan de ma re 7 sal derbas bûn. Lê êşa ku di dilê mirovan de hişt hîna wekî roja ewilî nû ye. Malbat û şahîdên pêvajoya qedexeya derketina derve a li Şirnex û Cizîrê ji ajansa me re axivîn.
‘9 şevan me pembû xist guhê zarokan’
Yek ji wan malbatan Heznî Arslan e ku di qedexeyê de birayê wê Selîm Turay û kurê wê Mehmet Saît Arslan hatine qetilkirin û hîna li cenazeyê keça xwe Hacer Arslan a ku di qedexeyê de hat qetilkirin digere ye. Heznî, di destpêka axaftinax we de wiha behsa pêvajoyê kir: “Êvarê nêzî saet 8’an de zarokan hatin gotin qedexeya derketina derve heye. Wê qedexeyê 9 rojan berdewam kir. Em wê çaxê jî di vî xaniyî de bûn. Em 7 malbat ketin qata binî ya xanî. Zarok û pitik hebûn. Em 9 rojan qet ji cihê xwe derneketin. Zarok hemû li dorê me bûn. Zarokên me yên biçûk ji bo ku dengê çekan neçe wan me 9 şevan pembû xist guhê wan. Zarok di hundir de aciz dibûn û nedixwestin êdî li hundir bimînin. Me zarokên xwe yên biçûk şandin maleke din. Ez û hevjînê xwe, du zarokên mezin û birayê xwe di mal de man. Roja piştî wê zarokêm biçûk girîyan û êdî nedisekiniyan. Ez jî wisa çûm ji bo ku zarokên xwe yên biçûk bibînim.Gava ez derbasî kolanê bibim şer giran bû û êdî min nekaribim derbasî malê bibim. Bi vê re ez ji zarokên xwe yên din veqetiyam. Piştî hefteyek din, keça min Hacer bang li min kir û got 'top li mala me ketiye'. Min jî ji wan re got biçin gel xwişka min. Ew jî wisa derbasî wir bûn.”
‘Cenazeyê birayê min 29 rojan li kolanê ma’
Heznî, di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku ew û zarokên xwe yên di nav têkiliyê de bûne û got: “Zarokên min ên mezin tim digotin pirsgirêkek tune ye û digotin 'rewşa me baş e'. Lê piştre êdî telefonên xwe jî venekirin. Saît li min geriya û ez pê re hêrs bûm. Got ceyran çûye loma em nekarîn bersîvê bidin. Lê rastî ne wisa bû. Qedexe ket roja 43’yemîn. Wê rojê hin kes hatin mala me û li odeyekê din bi birayê min re axivîn. Piştre min ji wan pirsî gotin birayê te Selîm şehîd bûye. Selîm li kolana Narînê şehîd bû û 29 rojan ez li benda cenazeyê wî mam. Piştî agahiya şehîdbûna birayê min ez nexweş ketim û min bi ambulansê birin nexweşxaneyê. Di ambûlansê de hemşîreyan henekên xwe bi min kirin. Min wê rojê ji xwe re got xwezî ez bimirama lê bi vê ambûlansê nehatama. Ez ewqas aciz bûm.”
‘Nehiştin em şîna xwe bikin’
Heznî, diyar kir ku di nexweşxaneyê de DAÎŞ’î bi cih kiribûn û got: “Min birin nexweşxaneya Cizîrê. Heta êvarê em li nexweşxaneyê bûn. Li wir tu sîvîl tunebûn. Li wê DAÎŞ'î bi cih kiribûn. Min xwest em derkevin, Gava em derdiketin birîndar dianîn nexweşxaneyê. Min temaşe kir ku belkî zarokên me di nav wan de hebin lê hemû yên wan bûn. Ew çaxê min ji xwe re got dibe ku hemû zarokên me qetil bikin, Çekên kimyewî biavêjin ser wan û bişewitînin Jixwe wisa jî bû. Xezûrê min li gel min bû. Ez çûm mala pismamê min li hêvîya cenaze bûn. Ji bo ku em cenazeyê birayê xwe werbigin me serî li her derê da. Me bang li hemû partiyên sîyasî û sazîyan kir. Me bi dehan car bang li CHP ‘ê kir lê bersîva me nedidan. Dema me seh kir ku wê cenazeyan bibin nexweşxaneyê em çûn wê derê. Min birayê xwe nas dikir lê mirina wî qebûl nedikir. Ez çûm morgê û min xwîn da. Piştre DNA aşkere bû. Me cenazeyê xwe girt û em çûn ser pira Cizîrê. Ji bo definkirina cenazeyê birayê min nehiştin kes biçe. Tenê birayê min ê mezin û pismamê min karibûn biçûna û defin bikin. Me nekarî şîna birayê xwe jî bikin û daynin.”
‘Şûna cenazeya keça xwe yê kurê xwe wergirt’
Heznî, bilêv kir ku li şûna tabûta keça xwe werbigire cinazeyê kurê xwe werdigere û wiha pêde çû: “Piştî ku em vegeriyan malê nehiştin ku ez li odeya televîzyonê temaşeyê agahiyên dawî bikim. Lê bêriya wê min nûçe temaşe kiribûn û di bodrumên ewilî de navê Hacerê dît. Ez ji wê agahiyê şûnde li ber televîzyonê matmayî mam û ez û êşa dilê xwe man. Min bang li hevjinê xwe kir ku em xwîn bidin. Me li ser navê Hacerê xwîn da. Piştî ku qedexe xelas bû em çûn ji bo ku xwînê bidin. Birayê min ê mezin hat û got em biçin ser tirba Selîm. Em çûn ser tirba Selîm me dua kirin. Di wê wextê de Mele hat gel min û got cenazeyek jî diyar bûye û got divê em biçin Rihayê. Ez wê demê qîriyam û ji ser hemdê xwe çûm. Min rakirim nexweşxaneyê û serum li min xistin. Hevalê kurê min min şiyar kir û got yadê divê em biçin Rihayê. Di şînê de ji min tiştek vedişartin. Em çûn ser pira Cizîrê ku tabûta cenazeyê Hacerê werbigirin. Min temaşe kir û ji xwişka xwe re got ev ne tabuta Hacerê ye. Hacer ne ewqas mezin e. Piştre ez li pey tabutê beziyam û min çû tabut girt û kefenê li ser vekir. Gava min vekir min dît ku cenazeyê kurê min Saît bû. Wê çaxê ez êdî ji xwe çûm û ji Rihayê heta Cizîrê nehatim ser hemdê xwe. Min ew mirinan ew mirn jî qebûl nedikir ji ber ku hiş û dilê min edê êş ranedikir.”
‘Heq hiqûq û edalet tune ye’
Heznî, di dawiya axaftina xw de destnîşan kir ku bi di ser pêvajoya qedexeyê re 7 sal derbas bûn lê êşa wan hê jî wekî roja ewilî nû ye. Heznî, wiha axivî: “7 sal derbas bûn. Deriyek nema ku me lê nexist. Bi vê dewletê re ne heq, ne hiqûq ne jî edalet heye. Mafê me di bin piyên xelkê de ye. Ez tu hêvîyê ji vê dewletê nakim. Jiyana zarokên me li ber dengê tank û topan derbas bûye. Me dozên xwe şandibûn dadgeha Ewropayê lê serlêdanên me red dikin. Sîstema hemû dewletan eynî ye. Hacerê li nexweşxaneya dewletê dixebitî û sivîl bû. Niha li ber çavê dewletê axa min terorîst e, li ber çavê dewletê zimanê min terorîst e, li ber çavê dewletê dar û çiyayên me hemû terorîst in."
‘Heta ez cenazeyê Hacarê nebînim ez nasekinim’
Heznî, wiha dawî lia xaftina xwe anî: “Ne 7 sal 700 sal derbas bin jî ez ê li pey doza zarokên xwe bibim û têkoşînê bidomînim. Heta ku cenazeyê Hacerê nebinim ez nesekinim. Bila hemû kes xwedî li vê dozê derbikeve. Bila hemû cîhan bizanibe ku di jêrzemînan de çi êş hatiye jiyîn û çiqas kezeb hatine şewitandin. Em dixwazin herkes dengê me bibihîze û bibe dengê me. Em ji Saziya Mafên Mirovan a Ewropayê dixwazin bila edaletê pêk bînin.”
‘Me nikaribû cenazeyê wî nas bikin’
Dayika Agît û Adil Kuçuk ku di jêrzêmînên Cizîrê de hatin qetîlkirin Nafîye Kuçuk jî diyar kir ku hovîtiya ku hatiye serê wê li tu deverê cîhanê tune ye û got: “Kurê min Egît, piştî ku ji girtîgehê derket çûbû leşkeriyê. Hê leşkeriya wî neqediyabû berda û hat. Kurê min neheqî qebûl nedikir lewra di vê pêvajoyê de jî zilm û neheqiya li ser gel qebûlnekir û li ber xwe da. Egît di jêrzemînên Cizîrê de hate qetîlkirin. Ji bo teşhîskirina cinazeyê wî em çûn morga li Silopiyayê. Ji ber ku cinazeyê hatibû şewitandin me nikaribû nas bikira. Tiştek pê ve nema bû. Me Egîdê xwe anî Cizîrê û bi şev cenazeyê wî veşart.”
‘Di şîna kurê min de cenazeya kurê min ê din hat’
Nafîye, diyar kir ku malbat bi rojan li benda cenazeyê xwe man û nedikaribûn werbigirin û axaftinax we wiha berdewam kir: “Me 3 rojan şîna Egît danî piştre roja 4’emîn gotin werin cenazeyê xwe yê din bigirin. Ew jî eynî di morga Silopiyayê de bû. Em 3 rojan li wir li bende man ku cenaze bigirin. Piştî 3 rojan me karî cenazeyê kurê min bigirin û em bi rê ketin ku li gorîstanê Cizîrê veşêrin. Li aliyê qeraqolê polîsan rêya me girtin û gotin ev cenazeye yê kêderê ye. Me got yê jêrzemîna ye. Wê çaxê polîsan destê xwe li hev xistin û gotin “destê me sax be” di wê kêliyê de kezeb nema bi min ve. Bûka min ji helwesta wan re bertek nîşan da. Piştre polîsan ji porê bûka min girtin û ji erebeyê kaş kirin û gefa mirinê lê xwarin. Me bi zorê bûka xwe ji destê wan xelas kir.”
‘Ev ax dê wan rojan ji bîr neke’
Nafîye, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hingî em ji Silopiyayê heta Şirnexê li hemû cihê qereqok û polîs lê hebûn hatin sekinandin û cenazeyê me kontrol kirin. Adilê min neşewitandibûn. Bi birîndarî hatibû girtin û li nexweşxaneyê di encama îşkenceya wan de hatibû qetîlkirin. Laşê wê hemû parçe parçe kiribûn. Hovîtîyek wisa di dinyayê de tune ye. Em çawa wan rojan ji bîr bikin. Em ji bîr bikin jî ev ax û welat ji bîr nake. Em ê heta dawiyê li pey doza zarokên xwe bibin û bîranînên wan bidin jiyîn.”