Endama CDO’yê Hana Şiwan: Partî û êşir nahêlin tewanbar bên cezakirin
- 09:05 17 Çile 2023
- Rojane
Rojda Aydin
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordîneya CDO’yê Hana Şiwan, diyar kir ku başûrê Kurdistanê di destê partiyên siyasî û êşîrên bi hêz de ne û ji ber wê dema jinek tê kuştin qanûn dereng dikevin meriyetê û got: "Divê li dijî kuştina jinan rêxistinên sivîl zêdetir kar bikin. Partiyên siyasî kujer û êrişkaran veneşêrin, pêwiste hikumet û dadgeh jî hîn cidî nêzî mijarê bibin."
Li Başûrê Kurdistanê derbarê xwekuştin, qetilkirin, tundî û destdirêjiya li hemberî jinê de daneyên fermî yên sala 2022’yan nehatin parvekirin. Li gorî sazî û dezgehên civakî li Başûr hejmar gelek zêdeye û kar û barên ku li dijî vê yeke tên kirin jî kêm in. Herî dawî li di 30’ê kanûna 2022’yan de li Silêmaniyê bi dehan mêr êrişî jinek ciwan kir û ev bûyer di nava civakê de bû sedema bertek û nerazîbûnan.
Endama Koordîneya Organîzasyona Pêşketina Sivîl (CDO) Hana Şiwan, ji ajansa me re behsa rewşa jinan kir û bal kişand ser helwesta hikûmet û qanûnên ku tên derxistin kir.
Hana di destpêka axaftina xwe de li ser sedema bûyera li Silemaniyê pêk hatî rawestiya û bal kişand ser perwerdeya ciwanan a di nava civak û malbatê de û got: "Pirsgirêka civakê perwerdekirin e. Di bûyerên bi vî rengî de hişyariya dayik û bav gelek girîng e. Ger dayik û bav zarokên xwe bi awayek hişyar perwerde bikiran, li van cihan ev bûyer ne diqewimîn. Perwerdeya li gel me perwerdeyek ne bi tendirûst e, divê di perwerdeyê de reformek were kirin.”
‘Ji aliyê malbatên xwe ve tên qetilkirin’
Hana, destnîşan kir ku pirsgirêka kuştinan jinan a di bin navê "Namûsê" de pirsgirêkek gelek xeternak a li başûrê Kurdistanê ye û wiha axivî: "Divê rêxistinên jinan li hemberî kuştina jinan rawestin. Yek ji sedema ku dibe hejmara kuştina jinan zêde be qanûnên heyî ne. Li gorî qanûnên me divê ew kesê ku hatiye kuştin kesek hebe ku gilî bike da ku lêkolîn were destpêkirin. Lê belê ew jinên ku tên kuştin di nava malbatê de tên kuştin an jî aliyê kesek nêzî malbatê ve tên kuştin. Ji ber wê malbat naçe gilî nake. Gelek jin ji ber ku ji aliyê kes û ferdeke malbatê ve hatine kuştin, di serdanên me de dibêjin yek ji me çû û em naxwazin bikin dû ji ber wê gilî nakin.”
‘Di cihê ku jin tên kuştin de ew civak ne bi ewleye’
Hana, da zanîn ku ji ber zextên mêr jin neçar dimînin ku dawî li jiyana xwe bînin û wiha domand: “Gelek caran jinan neçar dikin ku dawî li jiyana xwe bînin. Ji bo kesek tewanbar nebin ku zextên zêde di aliyê civakî de çênebin, xwekuştinê li jinan ferzdikin. Hinek bûyerên xwe kuştinê li cem me hene, heke lêkolînên baş û bi hurgulî li ser were kirin wê rastî derbikeve holê. Lê belê wisa diyar dikin ku ew xwe kuştiye. Dane yek kes be jî sed kes be jî dane xeternak in. Di nav salekî de di nava civakek de jinek were kuştin, ew civak ji bo jinan ne civakek bi ewleye.”
‘Ligel derfetên sînordar kar dikin'
Projeya Xeta Germ a Têkoşîna Dijî Şîdeta Jinan û Xêzanê di sala 2018’an ve bi hevkariya Rêxistina UNFPA hate damezirandin û ser bi Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Jin û Malbatê ye. Li Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê di meriyetê de ye. Jin bi riya hejmara 119’an alîkariyê dixwazin. Hana, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser vê xebatê: "Ev xebat rojane berdewam dike. Bi taybet xetek germ a 119 heye, malpereke online heye jin dikarin sûdê jê bigirin. Lê belê derfetên wan sînordar kirine. Raste hinek jinan ji kuştinê rizgar dikin û dikarin alîkariya bi hezaran jinên ciwan bikin. Lê belê hîna sînordarkiriye. Ji ber wê nikarin weke pêwîst alîkariyê bikin."
'Partiyên siyasî, êşir û qanûn...'
Hana di axaftina xwe de wiha bal kişand ser siyaseta ku li Başûr tê meşandin: "Divê ji bîra me neçe Herêma Kurdistanê di destê partiyên siyasî û êşîrên bi hêz de ne û ji ber wê dema jinek tê kuştin qanûn dereng dikevin meriyetê. Ev jî bi bandor e. Divê hikumet hîn zêdetir li ser van pirsgirêkan xebatan bike. Rewşa siyasî ya vê herêmê taybet e, welatên derve dest danîne li ser siyaseta herêmê û li ser rewşa civakî kar dikin. Êdî bi rêya tundiyê, madeyên hişberê û bi komên îslamê di nava civakê de tevdigerin û di nava civakê de nearamayî ava dikin. Dewletên derdorê bi zanebûn wisa civaka me dikin, mafê hemû jinan yê jiyan û parastinê heye. Di qanûnan de jî heye, ew mêrên ku tên girtin pirsgirêka me li beramberî girtina wan de heye. Bi zehmet tên girtin, bi awayek qaçax tewanbar zû xwe digihînin welatên derdor û xwe vedişêrin yan jî desthilat wan vedişêrin.”
‘Tewanbar nayên cezakirin’
Hana, daxuyand ku di qanûnê de derbarê ew kesên tewanbar bi madeya 406’an "Bi zanebûn kuştin" tên cezakirin, cezayê wî giran e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê li vê derê cezayê darvekirinê li Herêma Kurdistanê hatiye rakirin. Ev jî dibe sedem ku tewanbar demek tenê ji girtîgehê dimîne û piştre tê berdan. Divê tewanbar zû neyên berdan, li vê derê hîna tiştek wisa nehatiye bi cihkirin ku tewanbar cezayek dirêj a girtîgehê bigire. Hinek ji kujeran ger bizanin ku wê heta dawî li gîrtîgehê bimînin wê êdî jin neyên kuştin.”
‘Ji bo parastinê divê qanûnên baş bên derxistin'
Hana, got li başûrê Kurdistanê hêjmarek zêde rêxistinên azad hene ku kar dikin û wiha domand: “Hewl didin jinan biparêzin û kar li ser başkirina zagonan dikin. Divê rêxistin li ser bixebitin, bikarin pêşî li kuştinên jinan bigrin û bikarin zêdetir jinan biparêzin. Ew jinên ku li cihê cûda bi taybetî ji derveyî bajarên mezin, cihê ku lê rêxistin hene daxwaza parastinê dikin û yan jî daxwaza çareserkirina pirsgirêkê dikin, ew rêxistin alîkariya wan dikin. Ger bizanin gefên kuştine heye jî bi her awayî wan diparêzin û digihînin cihên bi ewle. Hewl didin alîkariya jinên ciwan ên ku bi rêya platformên medyaya dijîtal rastî tundiyê tên biparêzin. Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku ji ber civaka me rewşa wê ya siyasî ne cihgire, divê rêxistinên me giranî bidin kar û xebatên xwe, ji ber wê em dibînin hinek caran di aliyê kar de kêm dimînin. Di dema pêş de em ê kar bikin ku zagonan tundtir bikin, daxwaz bikin ew tewanbarên ku jin kuştine wêneyên wan werin belavkirin û tewanbar werin girtin. Ger tewanbar birevin bajarek din jî li gel aliyên peywendîdar têkilî were danîn ku ew tewanbar were girtin û divê xalên qontrolê were tundkirin ku ew kesên ku tewan kiriye nekare bireve.”
‘Divê li dijî kuştina jinan karekî cidî bê kirin'
Hana, destnîşan kir ku di civaka me de kuştina jinan şermezariyek mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li ser vê yekê rêxistin zêdetir kar bikin û li ser partiyên siyasî zextan bikin ku kar bikin. Ji ber her yek ji partiyên siyasî, xelkek zêde li gel e, divê ew kesên ku tundiyê bi kartînin werin cezakirin. Divê partiyên siyasî wan kesan veneşêrin û divê hikumet karên hîn cidîtir, dadgehe jî bi cidî kar li ser kuştinên jinan bikin û dosyayên kuştinên jinan çend sal jî derbaz bibe jî divê baş werin lêkolînkirin.”