Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî dê têkoşîna xwe bidomînin

  • 10:24 24 Çile 2023
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
AMED - Sekretera Perwerdê ya Şaxa Egîtîm Sen a Hejmar 2’yem a Amedê Kadriye Kaya, da zanîn ku perwerda du saetan a li dibistanan weke çareserkirina pirsgirêkê didin nîşandan û got: "Du saet perwerda ziman têr nake. Daxwaza me ew e ku di serî de zimanê kurdî û hemû zimanên din jî bibin zimanê perwerdê. Pêwîste zarok bi zimanê xwe perwerdê bigire." 
 
Zext, êriş û zordariyên li dijî zimanê kurdî di hemû pêvajoyan de berdewam dike. Niha jî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî nîqaş tên kirin. Bi vê yekê tercîhên dersên bijarte yên di sala perwerdeyê ya 2023-2024’an de li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê bên dayîn di 2’yê çileyê de dest pê kirin û heta 31’ê çileyê dê berdewam bike. Zarokên ku di dibistanê de nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bigirin, neçar dibînin ku perwerdehiya zimanê dayîka xwe du saetan bibînin û ev yek jî ji zarokan re astengdare. Ji aliyekî din ve jî hemû pol bi hinceta kêmasiya mamosteyan heye nehatin vekirin. Lê belê îro bi sedan mamosteyên kurdî li bendene ku bên tayinkirin.
 
Sekretera Perwerdê ya Şaxa Egîtîm Sen a Hejmar 2’yem a Amedê Kadriye Kaya, têkildarî dersên bijarte û perwerdehiya zimanê dayikê de axivî.
 
‘Hejmara mamosteyên kurdî gelek kêm in’
 
Kadriye, anî ziman ku pêvajoya bijartina waneyan destpê kiriye û waneyên bijarte yên ku di lîsteyan de cih digirin ji zarokan re hatine belavkirin û ev pêvajo hîn berdewam dike. Kadriye, destnîşan kir ku bijartina waneyan heta 31’ê çileyê dê berdewam bike û wiha got: “Her wiha hejmara mamosteyên ku perwerdehiya zimanê kurdî ku bide gelek kêm in û ev yek jî ji bo perwerdê têr nake. Ji ber hejmara mamosteyan kêm e wek hincet tê nîşandan û nahêlin ku waneya kurdî jî bê bijartin. Lê belê gelek mamosteyên kurdî hene ku dikarin perwerdehiya zimanê kurdî bidin. Lê belê pêşiya vê yekê tê girtin. Pirsgirêka herî mezin ev e.”
 
‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê’
 
Kadriye, da zanîn ku malbat ji bo zarokên wan bi zimanê kurdî perwerdê bigirin hertim daxwazê dikin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê malbat û zarok di dema bijartina waneyan de bi taybetî zimanê kurdî hildibêjerin. Zarok eleqeyek mezin nîşanê zimanê kurdî didin. Zarokên li vê herêmê ji xwe di nava jiyana rojane û malên xwe de bi zimanê kurdî diaxivin. Lê em dixwazin zarok li dibistanê gramer, xwendin û nivîsandinê jî hîn bibin. Zarok jî daxwaz dikin ku zimanê xwe pêş bixin. Di hefteyê de tenê du saet perwerda zimanê kurdî têr nake. Ev bi salan e wek Egîtîm Sen ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê di nav têkoşînê de ye. Daxwaza me ew e ku di serî de zimanê kurdî û hemû zimanên din jî bibin zimanê perwerdê. Pêwîste zarok bi zimanê xwe perwerdê bigire. Perwerda zimanê dayikê mafê mirovî ye. Her wiha zimanê dayikê ji bilî parastina mîrateya çandî ye jî ev yek bi awayek zanistî hatiye îspatkirin ku hemû serkeftinên jiyana mirovan bi zimanê dayikê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê teqez zimanê dayikê li her qada jiyana me de cih bigire.”
 
‘Wek lutifek nîşan didin' 
 
Kadriye, bi lêv kir ku beriya hemû tiştî divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zarok perwerda xwe bi vê zimanê xwe bigire û wiha domand: “Em hewldana îktîdarê jî ji dil nabînin û têr jî nabînin. Vê zimanê li her derê qedexe dikin û heta navê wan jî qedexe dikin. Navê gund û bajaran diguherînin. Destûrê nadin ku malbat navê kurdî bidin zarokên xwe. Di saziyên fermî de axaftina bi zimanê kurdî qedexe dikin. Lê perwerda du saetan jî weke çareserkirina pirsgirêkê didin nîşandan. Ji ber vê yekê em perwerda du saetan ji dil nabînin. Bi vê yekê dibêjin ‘me perwerda ziman aniye dibistanê’. Ji xwe mafê wan e ku perwerdê bigirin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku pirsgirêka ziman çareser bûye. Bi vê nêzîkatiyê dixwazin li ser bûyerê bigirin û gel bixapînin. Tişta ku dikin weke lûtifek didin nîşandan. Tişta ku tê daxwaz kirin tê piştgûh kirin û nayê dîtin.”
 
‘Zarok li dibistanan di hêla ziman de pirsgirêkan dijîn’
 
Kadriye, destnîşan kir ku civak bi zimanê zikmakî diaxive û ji ber vê yekê gelek pêwîste jî zarok bi zimanê xwe perwerdê bigire û wiha axivî: “Zarok dema bi zimanê xwe perwerde bigirin di hêla pêşketina pedegolojîk, civat û xwe îfade kirine de jî dê pêşketinek mezin bijîn. Mafê hemû kesan e ku bi zimanê dayikê perwerdê bigirin. Di dibistanan de di hêla zimanan de zarok pirgirêkên mezin dijîn. Bi zimanekî din nikarin xwe baş bînin ziman. Zarok dema nû dest bi dibistanê dike bi zimanê ku qet nedîtiye ve rû bi rû dimîne. Zarok ji ber bi vê zimanê qet neaxivîne nikare bi ser keve. Ji ber zimanê dayikê û zimanê perwerdê cuda ye zarok hertim di navberê de dimînin û heta dawiyê jî vê kêmasiyê dijîn.”
 
‘Ji bo ziman bibi zimanê fermî dê têbikoşin' 
 
Kadriye, dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew tu carî nabêjin ku perwerda ku du saetan li dibistanan bê dayîn têr bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku zimanê dayikê bibe zimanê perwerdê û fermî dê têkoşîn heta dawiyê bidome. Em ê hertim vê daxwaza xwe bînin ziman. Em perwerdeya waneyên jibartî têr nabînin. Zimanê kurdî heta bibe zimanê fermî dê têkoşîna me li her qadê bê navber berdewam bike. Banga min ji malbatan ew e ku waneya zimanê kurdî her çixwasî bijarte be û têr neke jî em xwedî li vê yekê derkevin û zarokên me perwerda kurdî jî bigirin. Bila bi tevî zarokên xwe perwerdehiya zimanê kurdî hilbijêrin. Her wiha daxwaza me ji malbatan ew e ku bila hertim daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî ji bo bibe fermî bila tim bînin ziman.”