‘Rêwîtiya ber bi Rojê’ ya 18 salan

  • 09:05 29 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd di 4’ê Nîsanê ku Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e bi navê "Rêwîtiya ber bi Rojê" ber bi gundê ku lê hatiye dinê meşê pêk tîne û 18 sale tevî qedexeyan her sal pêk tê.
 
Gelê Kurd li têkoşîna azadiyê kevneşopiyek nû zêdekirin. Her sal di 4’ê Nîsanê de bi navê "Rêwîtiya ber bi Rojê" ve 18 sal in dimeşin Amarayê. Kurd û dostên kurdan îsa ji bo 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan wê biherikin gundê Amara.
 
Pîrozbahiyên "Rêwitiya ber bi Rojê" yekem car di 2004’an de dest pê kir û îsal ya 18’an pêk tê. Em di seruvena ku 18 sal berê hatiye destpêkirin binerin.
 
2004: Pîrozbahiya yekem
 
Di 2004’an de Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên girtiyan (TUHAD-FED) ya bi KHK’ê hat girtin meş pêk anî û ji her çar alî Kurdistan û Tirkiyê bi hezaran kes tevli bûn. Leşker û polîsan di têketina gund de pêşî li gel girt. Gel biryara xwe nişanda barikat derbas kirin. Polîsana bi gazê êriş kir. Gelek kes birîndar bûn. Tevî her tiştî gel xwe gîhand gund û rojbûn pîroz kirin.
 
2005: Rojbûna te pîroz be
 
Di 2005’an de tevlibûna gel zêdetir bû. Ev meş hat astengkirin. Li nêzî rawestgeha Karataş rê hat birîn. Bi dehezaran kes di çûyînê de bi israr bûn. Gelê ku di êrişan de derketin ser giran nivîsên "Rojbûna te pîroz be" nivîsin û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
 
2006: Li perava Firatê pîrozvahî
 
Ji ber serhildanên 28’ê Adarê wê salê jî meş hat astengkirin. Kurdên li perava Çemê Firat hatin gel hev pîrozbahî pêk anîn.
 
2007: Tenduristiya te tenduristiya me ye
 
Meşa 2007’an bi dirûşma "Tenduristiya te tenduristiya me ye" hat organîzekirin. Bi mîlyonan kurd û bi 10 hezaran kesên berê xwe dabûn  Amarayê xwestin heyetek serbixwe biçe Îmraliyê. Tevî astengiyan welatiyan xwe gîhand Amarayê.
 
2008: Li Alîgorê hewaya mîhrîcanê
 
Di 2008’an de jî di serî de ji Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê bi dehezaran kes li taxa Alîgor a Pirsûsê hatin gel hev. Taybetiya vê salê ev bû ku bi hewaya mîhrîcanê derbas bibe. di 3’yê Nîsanê de bi şev heta sibehê stran hatin gotin govend hatin gerandin û rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
 
2009: Azadiya wî azadiya me ye
 
Di 2009’an de jî bi dirûşma "Azadiya te azadiya me ye" meşa ber bi Amara pêk hat. Gel dîsa li Alîgorê hatin gel hev û ji bo Ocalan dar çandin. Dema gel ber bi Amara ket rê polîsan êrîş kir, bi sedan kes birîn bûn û xwendekarên zanîngeha Dîcleyê Mahsum Karaoglan û ciwanê ji Pirsûsê Mustafa Dag hat qetilkirin.
 
2010: Vejîna te vejîna me ye
 
Meşa 2010’an bi dirûşma "Vejîna te vejîna me ye azadiya te azadiya me ye" pêk hat. Tevlibûn li gorî salên din zêdetir bû. Welatiyan xwe gîhand gund hezaran kesî pîrozvahî pêk anîn.
 
2011: Vê carê li Xelfetiyê bûn
 
Bi dehezaran kes vê carê li Xelfetiyê bûn. Dîsa tevî hemû astengiyan bi hewaya mîhrîcanê hat pîrozkirin.
 
2012: Navnîşan Alîgor bû
 
Beriya meşa Amara AKP’ê wekê ku OHAL’ê îlan bike tedbîr girtibû. Rojek bere 4’ê Nîsanê bi hezaran kes ketin rêya Amarayê. Lê hemû ketin û derketinên Rihayê hatin girtin. 30 km nêzî Xelefetiyê nokteya kontrolê hat avakirin. Tevî van gel li Alîgorê hat gel hev û pîrozvahî kirin.
 
2013: Bi sedhezaran di rêya Amarayê de bûn
 
Di 2013’yan de piştî peyama dîrokî ya Newroza Amedê bi sedhezaran kesî berê xwe ji bo rojbûna Abdullah Ocalan dan Amarayê. Pîrozvahî wek mîhrîcanê derbas bû.
 
2014: Ji Abdullah Ocalan peyam
 
Di 204’an de Abdullah Ocalan peyamek ji Îmraliyê şand. Peyama wî wiha ye: "Birêz Gele Kurd ez hemû rêhevalên xwe, ciwanan jinan ku ji bo Rojbûna min ku wek vejîna jinûve tê watedarkirin, ketine rê silav dikim. Bi têkoşîneke bi biryar em hatine asta jiyanek rêveberiyên xweser. Ev erdnîgarî baxçeyê pirçandî, pirbawerî û pir nasnameyê bû. Hemû gelên Rojhilat bi komkujiyên netewdeletan re hatine rû hev. Ji ber vê jî hatiye fêmkirin ku rejîmên kenv û îdeolojiyên wan li ser van axan nikarin bên jiyîn. Avabûna civaka azad bi pêşxistina rêveberiyên xweser yên demokratîk pêkane. Ez îro bi awayekî fîzîkî ne nav we de me. Ez îro bi we re li Amarayê li ser sifreya rojê ya hatiye avakirinê me. Ez yek bi yek nav rêhevalên xwe de me. Ez di serî de jin û ciwanan hemû gele me emanete hişmendiya azad dikim. We hemûyan hembêz dikim.”
 
2015: Ji 4 alî meş
 
Di 2015’an de bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" meş pêk hatin. Ji Riha, Semsur, Dîlok û Amedê bi giştî ji çar baskî ber bi Amarayê meş pêk hat.
 
2016: Hat xwestin tecrîd bidawî be
 
Di 2016’an de jî di meşa pêk hat de gel xwest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî be.
 
2017:  Astengî nehatin naskirin
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji meşa 2017’an re pêşengî kir û tevî hemû astengiya meş pêk hat.
 
2018: Dîsa qedexe
 
Di 2018’an de jî biryara qedexê hatibû girtin. Li seranserê bajar hewl dan pêşî li gel bigirin. Mala ku Abdullah Ocalan lê hatibû dinê dorpêç kiribûn. Kes negirtin Xelfetiyê. Lê tevî qedexeyan gel pîrozbahiya xwe kir. 
 
2019: Grevên birçîbûnê 
 
Di 2019’an de jî qedexe hat îlankirin û Amara hat dorpêçkirin. Hemû rê hatin girtin. Li ser vê KCD’ê bang li gel kir ku li her derê pîrozvahiyê bikin. Gel li ser vê li her derê 4’ê Nîsane pîrozkirin. Dîsa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza tecrîd bê rakirin greva birçîbûnê dabû destpêkirin û ev grev li hemû girtîgehan belav bû û mohra xwe li dîrokê da.
 
2020: Astengiya pandemiyê
 
Di 2020’an de jî ji ber vîrusa koronayê qedexe hat îlankirin û tevî vê gele ku ji bo biçe Amara ketin rê bi astengiyan re hatin rû hev.
 
2021: Astengî nehatin naskirin
 
Di 2021’ê de jî heyetek ku ji KCD, TJA, DBP û HDP pêk dihat ji bo biçin Îmraliyê ketin rê. Lê carek din astengî hatin derxistin. Tevî hemû astengiyan li gund rojbûn hat pîrozkirin.
 
2022: Li gelek bajaran şitil hatin çandin
 
Di 2022’yan de jî gel ji Amed, Botan, Serhed, Çukurova û Marmarayê derketin rê. Gel dîsa hat astengkirin. Li taxa Vahna a ligel Çemê Firatê şitil hatin çandin. Komên ku astengî derbas kiribûn li gund pîrozbahî pêk anîn.