Navê dijminatiya li dijî jinê: Qeyûm
- 09:02 22 Nîsan 2023
- Dosya
Leyla Ayaz
NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2016 û 2019’an de bi tayînkirina qeyûman re pergala hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û destkefiyên jinan ên bi salan hatin xespkirin. Têkoşîna azadiya jinan di her serdeman de ji bo desthilatdaran wek xetereyeke mezin hatiye dîtin.
Jin, di her demê de li hemberî zîhniyeta serdest a mêr di nav têkoşînê de bûn. Çend têkoşîna jinan a bi rêxistinî mezin dibû, êrişên li hemberî destkeftiyên jinan jî dijwartir dibûn. Jinên kurd hêza xwe ya guhertin û veguhertinê di rêveberiyên herêmî de bi pratîkên xwe nîşandan. Tecrûbeyên bi salan ên rêveberiya herêmî rê li ber temsîliyeta azad û wekhev vekirin. Ev temsiliyet û wekhevî ji bo pergala serdest jî bû xetereyek.
Em ê di vê beşê de balê bikişînin ser rêveberiyên herêmî, tecrûbeyên rêveberiyên herêmî û tayînkirina qeyûman.
Tecrûbeyên destpêke
Di hilbijartina sala 1979’an de li navçeya Curnê Reş ya Rihayê Durre Kaya, Saadet Yavuz û Emîne Haci Yusufoglu bûn endamên meclisa şaredariyê. Di warê rêveberiya herêmî de ji bo jinên kurd tecrûbeya destpêkê bû. Hilbijartinên herêmî û giştî yên 18’ê nîsana sala 1999’an, ji bo rêveberiyên herêmî cihekî xwe yê girîng heye. Di hilbijartinê de HADEP’ê Bajarê Mezin Amed û 6 bajarên wekî Agirî, Êlih, Çewlik, Colemêrg, Sêrt û Wanê, 30 navçe û bajarok, bi giştî 37 şaredarî bi dest xistin. Li Bazîdê Mukaddes Kubîlay, Li Dêrikê Ayşe Karadag û li Qoserê jî Cîhan Sîncar bûn şaredar.
Ji 3’yan ber bi 9 şaredariyan ve
Di hilbijartinên 28’ê adara 2004’an de Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) bi SHP, Partiya Azad, SDP, ODP û EMEP’ê tevlî hilbijartinan bû û di nav de Amed, Êlih, Dêrsim, Colemêrg û Şirnex, bi giştî 57 şaredarî qezenc kirin. Di vê hilbijartinê de hejmara şaredarên jin ji 3’yan derket 9’an.
‘Ber bi bajarên azad ve…’
Di hilbijartinên 29'ê adara 2009’an de Partiya Civakê ya Demokratîk (DTP) bi dirûşma “Bi welatiyên azad re ber bi bajarên azad ve” tevlî hilbijartinê bû. DTP, 8 bajar, 51 navçe û 40 bajarok, bi giştî 99 şaredarî bi dest xist. Jinên DTP'yî şaredariya bajarekî, 13 navçe û bajarokekî jî bi dest xistin.
Li şaredariyan pergala hevserokatiyê
Berdewama heman kevneşopa siyasî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû û tevlî hilbijartina 30’ê adara 2014’an bû. 3 Bajarên Mezîn Amed, Mêrdîn û Wan, 8 bajar ên wekî Agirî, Êlih, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, Îdir, Dêrsim û Sêrt û 67 navçe û 24 bajarok, bi giştî 102 şaredarî bi dest xistin. Di vê hilbijartinê de pergala hevserokatiyê ku cara yekemîn bû ket meriyetê û ji bo endamtiya meclisan pergala fermuarê hate aktîfkirin. Li gel 24 jinên ku bi fermî şaredariyên BDP'ê ne û 54 jinên hevşaredar hatin hilbijartin, jin û mêr wê bi giştî li 78 cîhan di rêveberiya herêmî de cih girtin. Piştî BDP’ê di 11’ê tîrmeha 2013’yan de navê xwe guherand û kir Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û hemû şaredarî derbasî DBP’ê bûn.
Ligel zext û zordariyan bi ser ketin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de 3 şaredariyên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi dest xist û bi giştî 65 şaredarî qezenc kir. Li gel ku pergala hevserokatiyê di qanûnê de nîne jî li 54 bajar û navçeyên ku bi ser ketibû de HDP hevşaredaran bijartibû jî, 24 namzetên jin ên şaredariyê yên HDP’ê di asta fermî de jî bi ser ketin û bûn şaredar.
Dijberiya siyaseta kurd dikin
Li Kurdistanê êdî rêveberiyên herêmî hatibû astekê. Bi taybetî tecrûbe û xebatên jinên kurd li tevahiya Tirkiyeyê bûn mînak. Ev tecrûbe û xebat ji bo pêşerojê hêviyek da hemû gelên ku li ser vê erdnegariyê dijîn. Lê belê pêşketin û xizmeta ku li Kurdistanê hatin kirin ji bo desthilatdariyê xetereyeke bîrdoziyê bû. Di vî warî de tayînkirina qeyûman a li şaredariyan jî helwesteke plankirî bû û li Kurdistanê ket meriyetê.
Darbe li rêveberiyên herêmî xistin
Di sala 2016’an de bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) bi hejmara 674’an Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de (KHK) hate derxistin û bi wê KHK’yê raye dan serokkomar ku bikare qeyûman tayînî şaredariyan bike, ji waliyan re jî raye dan ku bikarin dest deynin ser malên şaredariyan û xebatkarên wan ji peywirê dûr bixin. Tayînkirina qeyûman di 11’ê Îlona 2016’an de dest pê kir û derbeyeke li tecrubeyên rêveberiyên herêmî, destkeftî û pratîkên Gelê Kurd û jinên kurd xistin.
Kayûm tayînê 95 şaredariyan kirin
Di 11’ê îlona 2016’an de, qeyûm tayînî 3 bajarên mezin, 10 bajar, 63 navçe û 22 bajarokan û bi giştî 95 şaredariyên DBP’ê kirin. Bi dehan hevşaredar, bi sedan endamên meclisên şaredariyan û endamên meclisa giştî ya bajar hatin binçavkirin, hatin girtin û ji peywîrê hatin dûrxistin. 15 hezar karker û karmendên şaredariyê hatin îxrackirin. Piştre jî dor hat ser rawestandina xebatên jinan û desteserkirina destkeftiyên jinan.
Daîreya Polîtîkayên Jinan hatin girtin
Derbarê tayînkirina qeyûman a 11’ê îlona 2016’an de, DBP di sala 2017’an de raporek aşkera kir. Di raporê de pêkanînên qeyûman hatin aşkerakirin. Xespkirina sereke ya destkeftiyên jinan, ji holê rakirina Daîreya Polîtîkayên Jinan ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ên bajar û navçeyan, Midûriyeta Aboriya Jinê, Rêveberiya Tundiya Jinê û Midûriyeta Perwerdeya Jinê bû.
4 stargehên jinan û xeta telefonê hatin girtin
Qeyûm 4 stargehên jinan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Wanê, Şaredariya Rêzan û Akdenîzê girt. Her wiha di rêveberiyên herêmî yên Tirkiyeyê de tekane xebata ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve “Xeta Têkoşîna li dijî Şîdetê ya Alo” hat vekirin, hat rewestandin.
Destdanîn ser keda jinan
Ji bo îstîhdam û aboriyeke serbixwe, li navçe û bajaran bazarên taxan ên jinan hatin avakirin, ji bo hilberînê xebatên serayê û xebatên çandiniya organîk hatin pêşxistin. Tevî nêzîkatiya ku jiyana jinan a li bajaran sînordar dike jî parkên jinan, cihên bêhnvedanê yên jinan, tesîsên sporê yên jinan, cilşûştinê û xaniyên tenûran hatin vekirin, lê ev yek car ji holê hatin rakirin.
Kreş kirin kursên Quranê
Ji bo zarok bi nasnameya xwe, bi cudahiyên xwe yên çandî û bi zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî aktîf beşdarî jiyanê bibin li şaredariyan kreşên zarokan û xebatên taybet ên zarokan hatin pêşxistin, lê belê qeyûm wek wezîfeyeke sereke xebatên zarokan, xebatên ziman, çand û hunerê asteng kir. Kreşan radestî miftîgehên bajar û navçeyan kirin û qursên Quranê derbasî avahiyên kreşan kirin.
Tehemûlê saziyên jinan nekirin
Di bin banê şaredariyan de, navenda jinan, malên jiyana azad a jinan, navendên lêkolînê yên pirsgirêkên jinan û kooperatîfên jinan bi tevahî 43 sazî û dezgeh hebûn. Lê qeyûm tehemûlê xabatan nekir saziyên jinan girt.
Navê saziyên ku hatin girtin;
DÎKASÛM a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Navenda Jinê ya Ekîn Ceren a Şaredariya Peyasê, Navenda Jinê ya Amîda ya Şaredariya Sûrê, Navenda Jinan a Roza ya Şaredariya Yenîşehîrê, Navenda Jinwarê ya Şaredariya Çinarê, Navenda Jinê ya Meya ya Şaredariya Farqînê, Navenda Jinê ya Nûjiyan a Şaredariya Licê, Navenda Jinan a Şaredariya Qulpê Zozan Eren, Navenda Jinê ya Şaredariya Hanî, Navenda Jinê ya Nûjîn a Şaredariya Bismilê, Navenda Jinan a Êlihê Selîsê û Atolyeya Jinê ya Hevî, Navenda Jinan a Dîlanê ya Şaredariya Bedlîsê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Navenda Jinê ya Arînê, Navenda Jinê ya Nûda ya Şaredariya Qoserê, Navenda Jinê ya Gûlşîlav a Şaredariya Nisêbînê, Navenda Jinan a Rewsenê ya Şaredariya Şemrexê, Navenda Jinê ya Gulê ya Şaredariya Mahsertê, Navenda Şêwirmendiya Jinan Çîçek a Şaredariya Kerboranê, Navenda Jinan a Peljîn a Şaredariya Dêrikê, Navenda Jinê ya Zahîde ya Şaredariya Şirnexê, Navenda Jinê ya Sitiya Zîn a Şaredariya Cizîrê, Navenda Jinê ya Viyan a Şaredariya Silopiyê, Navenda Jinan a Berjîn Amara ya Şaredariya Wêranşarê, Navenda Jinan a Sara ya Şaredariya Xelfetiyê, Navenda Jiyana Jinê ya Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Navenda Jiyana Jinê ya Maya ya Şaredariya Rêya Armûşê, Mala Piştgiriya Jinê ya Şaredariya Erdîşê, Navenda Jiyana Jinê ya Şaredariya Miksê, Navenda Jinê ya Binevş a Şaredariya Colemêrgê, Navenda Jinan a Berwarê ya Şaredariya Çelê, Navenda Jinê ya Nûjîn a Şaredariya Şemzînanê, Navenda Jinê ya Sema Yuce ya Şaredariya Bazîdê, Navenda Jinan a Berfîn a Şaredariya Sêrtê, Navenda Şêwirmendiya Jinan a Arîn a Şaredariya Hawêl, Navenda Jinê ya Savuşka ya Şaredariya Gimgimê, Navenda Jinan a Jiyanê ya Şaredariya Dêrsimê û Navenda Jinê ya Îştar a Şaredariya Akdenîzê.
Navendên xebatê veguherandin daîereyên zewacê
Di dema pêvajoya tasfiyekirina saziyên jinan de, zîhniyeta serdest a mêr, bi rêya qeyûman helwesta xwe ya paşverû carek din raxist ber çawan. Wek, li şûna peyva “Jin” peyvên mîna “malbat, xanim, dayik” bikaranî, li Sêrtê projeya “Navenda Çandê ya Xaniman” pêşxist, Kompleksa Sporê ya Jinan a Êlihê veguherand “Kompleksa Sporê ya Êlihê”, xizmeta otobusên şaredariyê ya ku heftê rojekê ji jinan re belaş dihat dayîn hatin betalkirin, Projeya “Pirtûkxaneya Jinê” a Şaredariya Peyasa Amedê veguharandin “Qehweya Qadê”, Projeya Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Meyayê ya Şaredariya Farqîna Amedê veguherandin Navenda Şêwirmendiyê ya Malbatê, navendên xebatên jinan veguherandin daîereyên zewacê û qursên Quranê, wargeha xwendekarên jin ên a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat avakirin ji bo hêzên ewlehiyê veguherandin mêvanxaneyê û hemû daîre, midûriyet, yekine û stargehên jinan radestî Wezareta Polîtîkayên Civak û Malbatê û ŞONÎM an jî KADEM’ê kirin. Her wiha şaredariyên ku 8'ê Adarê weke betlaneya fermî îlan kiribû, piştî tayînkirina qeyûman ev jî ji holê hat rakirin.
Pêvajoya tayînkirina qeyûman a sala 2019'an
Lê belê berdewamiya zîhniyeta desteserkirin, xestpkirin piştî hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2019’an jî berdewam kir. Tevî hemû hîle, zext û astengiyan jî di encama hilbijartina herêmî ya 31'ê adarê de HDP’ê 65 şaredarî hatin bidestxistin. Lê hêj hefteyek derbas nebû mazbatayên 6 namzetên HDP’ê yên li Dîgora Qersê, navçeya Artemêtê ya Wanê, navçeya Ebexa Wanê, navçeya Tûşbaya Wanê, navçeya Tekmana Erziromê, bi hinceta mexdûrên KHK nehatin dayîn.
Pêla duyem a desteserkirinê
Hêj 5 meh di ser hilbijartinê re derbas nebû, di 19’ê tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Pêla duyemîn a tayînkirina qeyûman di mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê de berdewam kir. Şaredariyên bajarokê Awîska Qûbinê, Bajaroka Perî ya Dêrsimê, navçeyên Pasûr, Hezro, Peyas, Bismil, Karaz, Sûr, Yenîşehîr, navçeya Qereyazî ya Erziromê, Colemêrg, navçeya Gevera Colemêrgê, navçeyên Nisêbîn, Qoser, Stewr, Dêrik, Şemrex ên Mêrdînê, navçeya Kopê ya Mûşê, bajarokê Lîzê ya Kopê, navçeya Gimgimê ya Mûşê, navçeyên Cizîr û Hezex ên Şirnexê, navçeya Pirsûsa Rihayê, navçeyên Erdîş, Elbak, Rêya Armûşê, Bêgir, Qelqelî û Seravê yên Wanê bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin.
Di pêvajoya şewbê de qeyûm hat tayînkirin
Tayînkirina qeyûman di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de jî dewam kir. Di 23’yê adara 2020’an de qeyûm tayînê şaredariyên navçeyên Farqîn, Erxenî, Licê û Gêlê yên Amedê, navçeya Norşîna Bedlîsê, bajarokê Halfelî ya girêdayî Îdirê û bajarokê Ciwanîka girêdayî Sêrtê kirin. Niha tenê di destê HDP’ê de 6 şaredarî mane.
Jinan ligel zext û zordariyan dîsa hewldan ku projeyên DBP’ê yên nîvco mayî temam bikin û xwe bighînin jinan. Di demek kurte gelek xebatên girîng dan meşandin. Lê heman zîhniyet bi heman armancê dîsa êriş bir ser destkeftiyên jinan û xebatên ku hatin kirin asteng kirin.
Xebatên ku hatin astengkirin wiha ne;
Li Wanê 11 xebatkarên jin ku di nav wan de midûra yekîneyê ya di Daîreya Polîtîkayên Jinê de dixebitîn jî ji kar hatin dûrxistin û Daîreya Polîtîkayên Jinê hat girtin. Xeta telefonê ya şîdetê û ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin girtin û Tîma Futbolê ya Jinan jî hat feskirin. Li Şaredariya Qelqeliya Wanê xebatên du serayên ku ji bo îstîhdamkirina jinan hatibûn avakirin hatin rawestandin û Navenda Çanda Jinê ya Çilkezî ya Qelqeliyê jî hat girtin. Navenda Jiyana Jinê ya ku di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Erdîşê ya Wanê de dixebite hat girtin. Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şan û mêvanxaneya ku ji hêla Şaredariya Begirî ya Wanê hatibû avakirin hat girtin.
Li şûna Serokatiya Daîreya Jinan a Şaredariya Mêrdînê mêrek hat tayînkirin. Xebatên avakirina Bazara Semtê ya Jinê ya Mêrdînê hat rawestandin û xeta telefonê ya şîdetê hat girtin. Navenda Jinan a Rewşan a girêdayî Şaredariya Şemrexa Mêrdinê hat girtin.
Li Amedê Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê hat binçavkirin û ji kar hat dûrxistin û gelek xebatkarên jin jî ji kar hatin derxistin. Xebata Kooperatîfa Jinan a Şaredariya Bismilê hat rawestandin. Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn a Sûra Amedê ji hêla qeyûmê ve hat girtin.
Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Berfîn û Navenda Jiyana Jinê ya ku ji hêla Şaredariya Sêrtê ve hatibûn vekirin, hat rawestandin û xebatkarên saziyê hatin guhertin. Xebata Kooperatîfa Jinan a Şaredariya Hewêlê ya Sêrtê hat rawestandin.
Xebatên Şêwirmendiya Jinan a Selîsê ya girêdayî Şaredariya Êlihê hat rawestandin. Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Şaredariya Qereyaziyê ya Erziromê hat girtin. Mor Cafe ya ku bi armanca dîtina keda jinê ji hêla Şaredariya Qersê ve hatî vekirin ji hêla qeyûmê ve nav hat guhertin.
Dê her têkoşîn bidome
Ji sala 1979’an heta îro jin di hêla rêveberiya herêmî de bûn xwedî tecrûbeyeke mezin. Jinên kurd hêza xwe ya guhertin û veguhertinê di her şert û mercan de bi zelalî nîşandan. Ligel zext, êriş, girtin û binçavkirinan, dev ji avakirina civakeke azad, wekhev û demokratîk bernedan. Îro jî bi heman hêz û baweriyê tevlî hilbijartina giştî dibin û dê hemû destkeftiyên xwe yên hatî xespkirin bigirin dest.