Ne qedexe bi dawî bûn û ne jî israra kurdan a zimanê dayikê…

  • 09:22 13 Gulan 2023
  • Çand û Huner
Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Roja derketina Kovara Hawarê, wek Cejna Zimanê Kurdî tê pêşwazîkirin. Vê rojê kurd carek din bal dikişînin ser bişaftin û tunehesibandina zimanê kurdî ya ku ji avakirina komarê heta îro hatî berdewamkirin.
 
Sazî û dezgehên ziman, bi çalakî û bernameyên cuda 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pêşwazî dikin û bal dikişînin ser girîngiya ziman. Di roja Cejna Zimanê Kurdî de em ê careke din bal dikişînin ser polîtîkatiyên bişaftinê û tunehesibandina zimanê kurdî.
 
Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê kurdî, di vê demede bi tîpên latînî hat nivîsandin û xwendin. Kovara Hawarê ji sala 1932’yan heta 1943’yan 57 hejmar çap bû, jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya latînî û erebî, hejmarên din jî bi alfabeya latînî derket pêşberî xwendevanan. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de roleke dîrokî lîstiye. Dîroka derketina Kovara Hawarê wek roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
 
Domandina polîtîkayên bişaftinê
 
Gelê kurd ji roja destpêkirina Komara Tirkiyeyê heta niha, ji bo parastina hebûn û zimanê xwe li dijî zext û qedexeyan têdikoşin. Bi xala 41’emîn a Plana Isleheta Şerqê ya di 25’ê îlona 1925’an ve zimanê kurdî hate qedexekirin û biryara cezakirina kesên li şaredarî, saziyên dewletê, sûk û kolanan diaxivin bên cezakirin. Di 1’ê mijdara 1928’an de jî bi “Înqilaba tîpan” re zimanên din ên derveyî tirkî rastî sansûrê hatin û bi cezayên pereyan hatin astengkirin. Piştî Darbeya 12’yê Îlona 1980’an, bi Qanûna Hejmar 2932’yan re ji bilî tirkî, tevahiya zimanên din hatin qedexekirin. Di encama têkoşînê de ev xala ku zimanên din qedexe dikir, di 25’ê çileya 1991’an de bi qanûna sala 1983’yan hate rakirin.
 
Parastina bi zimanê kurdî
 
Di navbera salên 1970-1980’an de hinek saziyên kurd di dema darizandinê de parastina xwe bi kurdî kirin. Di salên 1990’î de di darizandinên siyasî yên Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) de, herî dawî di Dadgeha bi Rayeya Taybet ên cemaetê de girtî xwedî li parastina bi kurdî derketin. Her wiha di sala 2009'an di encama “Operasyona KCK’ê” de bi hezaran kes hatin girtin û girtiyan xwestin li dadgehê bi zimanê kurdî parastina xwe bikin. Di sala 2012’yan de jî girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî 68 rojan dom kir û tenê du daxwazên çalakvanan hebûn; yek jê rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ya din jî mafê parastina bi zimanê dayikê bû. Di 24’ê çileya 2013’yan de qanûna bi hejmar 6411’an “Mafê parastina bi zimanê dayikê” êdî kete meriyetê. Bi vê qanûnê re heke girtî pereyê wergêr bide, dikare li dadgehê parastina xwe bi zimanê dayikê bike.
 
Kampanyayên ji bo perwerda bi kurdî
 
Sazî û dezgehên ziman bi salane li dijî zext û polîtikayên pişaftinê têkoşînê didin. Di sala 2001’an de li gelek zanîngehên Tirkiyeyê ji bo “Perwerdeya bi zimanê dayikê” îmze hatin komkirin. Gelemperiya xwendekarên îmze avêtibûn ji zanîngehê hatin derxistin. Qismekê wan jî hatin girtin. Dem demî xebatên bi vî rengî berdewam kirin. Di sala 2013, 2020'an de jî bi heman daxwazî kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin. Herî dawiyê jî di 22’yê sibata 2021’ê li Amedê bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda  Kurdî bi daxwaza  “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”,  “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehê” kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin. Gelek partiyên siyasî, dezgehên sivîl û kesayet piştgiriya vê kampanyayê kirin. Her wiha di sala 2022’yan de ji bo sepana dersa bijarte ya bi kurdî di sala 2012’yan de kete meriyetê tenê 3 mamosteyên kurdî hatin tayînkirin.
 
Li her qadê ziman hat qedexekirin
 
Ligel xebatan salên borî bêtir dijminatiya li hember zimanê kurdî zêde bû. Konserên bi kurdî hatin qedexekirin. Komên muzîkê yên li kolanên metrapolan hatin tehdîtkirin, hunermendên ku bi kurdî stran gotin bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” hatin cezakirin, lîstîkên bi kurdî yên şanoyan hatin qedexekirin û astengkirin, bername, çalakî û daxuyaniyên saziyên ziman hatin qedexekirin, di kanalên ku nêzî hikûmetê de axaftinên bi kurdî hatin qutkirin û her wiha axaftinên bi kurdî di girtekên Meclisa Tirkiyeyê de axaftinên weke “zimanê nayê zanîn” hate nivîsandin.
 
Astengkirina ragihandina bi kurdî
 
Heman qedexe û astengî li qada ragihandinê de jî berdewam kir. Îsal 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubeyê yên bi kurdî hatin qedexekirin. JINNEWS Kurdî, MA Kurdî, Xwebûn, Ronahî TV, Aryen TV, Nûçe TV heyî gelek malperên dîjîtal hatin astengkirin û girtin. Xwebûn, tekane rojnameya ku li bakurê Kurdistanê weşana xwe bi kurdî dike belavkirina rojnameyê hat astengkirin. Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) jî cih neda zimanê kurdî û rojnameya bi kurdî red kir. Her wiha di operasyona qirkirina siyasî ya ku di 25’ê nîsanê de pêk hatî, gelek rojnameger, nivîskar, hunermend, parêzer û siyasetmedar hatin binçavkirin û pişre jî hatin girtin. Di operasyonên qirkirinê de carek din dildar, xebatkar û kedkarên ziman hedef girtin.
 
Bangewaziya saziyên kurdî
 
Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê ya  Îzmîrê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê a Sêrtê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê ya Semsûrê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê ya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê a Amedê, Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê ya Wanê, Komeleya Wêjekarên Kurd a Amedê, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîra Şirnexê, Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê ya Enqere û Kovara Destar, ligel her cûreyên zext û astengiyan xebatên xwe didomînin, dibêjin zimanê kurdî rûmet, hebûn û nasnameya kurd e, kiryarên li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku zimanê kurdî wek zimanekî fermî bê qebûlkirin, bibe zimanê perwerdehiyê û li her qada jiyanê serbest azad be, çapemenî û weşana bi kurdî ji her milî ve serbest û azad be.
 
Axaftina bi kurdî kêm dibe
 
Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk, ji bo Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), li ser ziman anketek çêkirbû û encamên anketê wek raporek ji raya giştî re aşkera kiribûn. Di raporê de hat diyar kirin ku sal bi sal hejmara beşdarvanan a kursên bi kurdî zêde dibin, hejmera beşdarvanên jin ji yên mêr zêdetir e. Lê tişta ku herî balkêş û berçav ji her sala ku derbas dibe jî axaftina bi kurdî kêm dibe û di raporê de wiha hat gotin: "Di sala 2020’î de ji bo pirsa 'hûn çiqas dikarin bipeyîvin', bersiva beşdaran ji sedî 9,5 pir baş e, ji sedî 42,7 baş, ji sedî 34,9 hindik, ji sedî 12,9 jî gotine qet nizanin. Di sala 2021’ê de jî asta zanîna kurdî ya beşdarvanan; ji sedî 12,3 pir baş, ji sedî 41,2 baş, ji sedî 30,5 hindik, ji sedî 11,8 jî qet nizanin. Di sala 2022’yan de jî rêje wiha ye; ji sedî 11,5 pir baş, ji sedî 41,2 baş, ji sedî 30,5 hindik, ji sedî 16,8 jî gotine qet nizanin. Balkêş e ku beşdarvanên ku di sala 2022’yan de serî lêdane, piraniya wan qet bi kurdî nizanin."
 
Di salên borî de bi taybetî zextên li hember ziman zêdetir bûn. Qeyûmên ku li şaredariyan hatin tayînkirin, KHK'yên ku ji aliyê îktîdarê ve hatin derxistin bûn sedema girtin, astengkirin û rawestandina rojname, kovar, televîzyon, malperên înternetê, hesabên medyaya dijîtal, saziyên û dezgehên ziman.