Anna Clara: Tenê kesê ji bo Rojhilata Navîn çareseriyê difikire Ocalan e

  • 09:08 6 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Lêkolînera Dîroka Girtîgehan Anna Clara Basilicò, da zanîn ev ji 27 mehan zêdetir e tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got CPT dewsa daxuyaniyên gumanan kêm bike, bide gumanan zêdetir dike. Anna got:"Tenê kesê ji bo Rojhilata Navîn çareseriyê difikire Ocalan e."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê bi komploya navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin ji wê demê heta niha di bin şert û mercên dijwar ên tecrîdê de ye. Ev ji 27 mehan zêdetir e tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin CPT dewsa daxuyaniyên gumanan kêm bike, bide gumanan zêdetir dike.
 
Qedexeyên bi dawî nabin!
 
Parêzeran di 6'ê Nîsana 2023'yan de jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdan û îtiraz hatin redkirin. Hîn biryara qedexeya din neqediyabû dadgeriyê di 15'ê Gulanê de da zanîn biryareke din a qedexeyê heye. Her carê bi biryarên nû qedexeyên nû tên ragihandin. 
 
Daxwaza azadiya fîzîkî ya bi israr
 
CPT'yê anîbû ziman di 20-29'ê îlona 2022'yan de çûye serdana Îmraliyê. Tevî hewldanan jî CPT'yê derbarê vê de tu daxuyanî neda. Li dijî vê tecrîda mutlak li gelek cihên cîhanê dengê daxwaza fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat bilindkirin. 
 
Lêkolînera Dîroka Girtîgehan Anna Clara Basilicò, pirsên JINNEWS'ê bersivand. 
 
*Fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ev 24 sal in di bin tecrîda girankirî de ye her tim hat xwestin bê hepiskirin. Malbat û parêzerên Abdullah Ocalan ev ji 27 mehan zêdetir e xeberê jê nagirin. Bersiva erênî ya jî neyînî ya ji bo hevdîtinê nayê dayin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? 
 
Helwesta hukumeta tirk demeke dirêj e tê zanîn. Ne cara ewil e ku têkiliya Ocalan a bi hundur re tê astengkirin. Berî 2019'an heşt salan di nava rewşa tecrîdkirinê de bû. Gelekî girîng e ku em bi bîr bixin ku tecrîd li dijî Tevgera Azadiya Kurd wekî amûrekê tê bikaranîn. Ev amûra qelshiştinê ye. Lê belê tecrîda li ser Abdullah Ocalan têkoşîn û daxwaza tevgerê qels nexist. Qebûlkirina vê û girêdana bi vê xalê girîng e. Divê em balê bikşînin ser vê eykê ku hukumeta tirk peymanên navxweyî û yên navneweyî yên îmze kiriye tune dihesibîne. 
 
*Li Kurdistan, Tirkiye û her çar aliyên cîhanê gel dixwazin demildest hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. Lê belê tevî vê bangê jî gaveke erênî nayê avêtin. Hûn vê rewşê çawa şîrove dikin?
 
Girtina Ocalan ne tenê meseleya Tirkiyeyê ye. Gelek hukumet ji bo vê xebitîn. Ji ber Ocalan di warê birêveberina civakê de bi hêz û çalak bû loma jî jê tirsiyan û serwîsên veşartî yên gelek welatan tevlî revandina wî bûn. Em dikarin çawa bêdengiya aktorên navneteweyî şîrove bikin? Senaryoya aştiyê ne li gor berjewendiyên hêzê kapîtalîst e. 
 
* CPT’ê ragihand ku di Îlona 2022’an de çûye Girava Îmraliyê. Lê derbarê vê serdanê de agahî nedan. CPT'yê da zanîn ku wan rapora serdanê ji Tirkiyeyê re şandiye û Tirkiye wê biryarê bide bê ev rapor bê weşandin yan na. Lê Tirkiye derbarê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de tu daxuyaniyekê nade û hevdîtinan asteng dike. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
 
Serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê li şûna ku tirsa ji rewşa Ocalan rehet bike, zêdetir kir. Amadekirin û şandina raporekê demeke dirêj digire û senaryoya ku desthilatdariya Tirkiyê bi tena serê xwe xwediyê wê hêzê ye ku biryarê bid raporê biweşîne, baweriyê nade. Li gel azadiya Ocalan, gelek girîng e ku ji bo hevdîtina bi parêzer û malbatê re zext bên kirin.
 
*Wezareta Edaletê ya ku serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bêbersiv hişt, li Girtîgeha Îmraliyê ya ku zêdeyî 27 meh in agahî jê nayê girtin, biryara "binpêkirina mafan tune ye" da. Hûn vê biryarê çawa digirin?
 
Çawa dikare ji wezaretê were xwestin ku tevgera xwe binirxîne? Di bin vê rejîmê de bihîstina gotineke wiha me matmayî nake. Girtîgeha Îmraliyê û girtina li wê derê ya kesan bi serê xwe binpêkirinek e. Ji bo pênasekirina wê mirov bahsa Girava Robben ku Nelson Mandela 18 salan lê mabû bike bes e. Girava Dawson, Goli Otok, ku di dema rejîma Pînochet de dihat bikaranîn, li Kroatya, zindana siyasî ya Yugoslavyaya Tîto, Makronisos, Yewnanîstan di bin dîktatoriya fermandarên leşkerî de dihat bikaranîn. Ev hemû girtîgeh di bin rejîmên otorîter de hatin bikaranîn. Ev hemû pêkanîn ji bo tecrîdkirin û îşkenceya tê kirin bê veşartin dihatin kirin û têkiliya girtiyan bi derve re dihat qutkirin.
 
Di Google Earthê de mirov dikare rastî du duruşmên mezin ên ku li ser Îmraliyê bi keviran hatine nivîsandin: “Welat nayê parçekirin û her tişt ji bo welat e.” bê.  Du provokasyonên neteweperest ên ku armanca vê dorpêçkirinê piştrast dikin: Tepisandin, qelskirin û biçûkxistin.
 
*Gel, malbat û parêzerên wî daxwaza rakirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin. Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî wekî navnîşan tê dîtin. Li gorî we çima girîng e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî were misogerkirin?
 
Kesê senaryoya şerê li Rojhilata Navîn çareser bike Abdullah Ocalan bû. Bêyî wî, zehmet e ku lihevkirinek li herêmê were xeyalkirin. Lê heta ku dewleta Tirk tecrîdê bi dawî neke û Abdullah Ocalan azad nebe, li Kurdistan û herêmên derdora wê tu aştî wê pêk neyê.  Her wiha ez dixwazim bi bîr bînim ku fîlozofê îtalî Toni Negri di hevpeyvîna bi Havîn Guneşer re, bal kişandibû ser girîngiya têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û min xwest ku vê jî bi bîr bixim. 
 
*Li hemberî van hemû bûyeran bangeke we ji raya giştî ya navneteweyî û Tirkiyeyê re heye?
 
Divê saziyên navneteweyî bi tevgera azadiya Kurd û Ocalan re bibin yek. Divê ji aliyekî ve ji bo civakek demokratîk bê avakirin xebat divê, ji aliyekî ve jî divê dewleta tirk bê tecrîdkirin û li gelê Kurd û dostên wî yên enternasyonalîst. Ev jî tê wateya zexta li ser hikûmetan.