‘Sedsala ewil nîşan dide ku em ê di sedsala duyem de çi bikin’

  • 09:05 23 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Şehrîban Aslan 
 
AMED - Dîroknas Ayşe Hur der barê Peymana Lozanê de got: “Em li duyemîn sedsala Lozanê binêrin. Tiştên ku divê em bifikirin didin pêş me. Di çend sedsalî de wê gav hebin, ew jî wê dem nîşan bide.”
 
Bi wesîleya sedsala Peymana Lozanê bi pêşengiya Kurdan gelek semîner, panel, civîn û komxebat tên kirin. Dîroknas Ayeş Hur der barê sedsala Lozanê de, Lozan çawa derketiye holê û piştre çi bûye de nirxandin kir. 
 
Kes ji bo gel nefikirî
 
Ayşeyê got di arefeya Lozanê de serdema ku îmaparatoriyê cîhanê diheliyan bû û got: “Ji bo hemû împaratoriyan wisa bû. Împaratorî dihatin fetihkirin û diketin destê aktorên nû. Piştî demekê jî digotin çima em girêdayî we bin. Ev ji bo Osmanî jî wisa bû. Axa ne aydê wan şûnde dixwestin. Di atmosferek wisa de Îttîhat Terakiyiyan gav bi gav dest danîn ser desthilatdariyê. Piştre gotin ‘em vê dewletê çawa ava bikin’. Lê kes ji bo gel nefikirî. Polîtîkayên xesp û dagikirinê hatin meşandin. Hêzên emperyal ev wek derfet dîtin.”
 
‘Osmanî wek texteyê cerebandinê hat dîtin’
 
Ayşeyê diyar kir ku Almanan Împaratoriya Osmanî wek texteyê cerebandinê didît û wiha pê de çû: “Di encama şer de hem Alman hem Osmanî têk çûn. Parvekirina Osmanî danîn ser maseyê. Yên bi ser ketin gotin em ê nîşanê we bidin. Piştî wê têkçûnê Osmanî danîn ser maseyê. Mutarekeya Mondros bû fermana mirina Osmaniyan. Piştî vê kadroyê got em çi bikin. Tevgerek berxwedanê ya têkoşîna netewî dan destpêkirin.”
 
‘Tirkiyeyê dewletên din xapand’
 
Ayşeyê  bi lêv kir ku armanca tevgera dabûn destpêkirin ev bû ku hem îdeolojiya xwe hem jî hevalên xwe xilas bikin û wiha domand: “Ji ber nikaribûn bêjin ew ji bo xwe dikin kilida netewî hat amadekirin. Gotin têkoşîna netewî ye,  gotin netewdewletê ava bikin, dewleta her kesî ye, digotin ‘ma em ji Ermeniyan pir şûndetir in’.  Navê wê kirin têkoşîna netewî. Karê wan bi rêk û pêk meşiya. Sedema wê  dewletên mezin ne xwedî enerjiya ku vî şerî bimeşînin bû. Rayagiştî ya wan digotin şer biqedînin. Çîna karkeran grev dikin. Tevgerên sosyalîst zext li desthilatdariyan dikin.  Gotin ji  1914’an heta 1922’yan şer kirine. Gotin wê Tirkiye dewletê ava bike, çi halê wan heye bila bibînin. Di van şertan de Komara Tirkiyeyê hat avakirin. Lozanê di bin van şertan de destûr da avabûna hemû netew dewletan. Dema Tirkiyeyê jî ev kir wiha ew xapandin; em ne tenê ne. Ji me netirsin. Em ne Tirkên wek îtîhatiyên berê ku Ermenî qetil kirine. Binêrin Kurd ligel me ne bi me bawer in.’ Dewletên mezin gotin wê dewletek demokratîk ava bikin. Piştre dewletên mezin bixwe gotin bila dewletek hebe, ji me re bibe bazar. Lozan berhema konjoktorek wisa ye.”
 
Cihê jinê yê di Lozanê de 
 
Ayşeyê di Lozanê de balkişand ser cihê jinê û wiha pê de çû: “Jin ji civaka ewil heta niha di jiyanê de bû. Der barê vê de gelek dane di destê me de hene. Lê di encamê de dîrokek wek dem wek xewn şûnde maye. Jin zanistê dike, siyaset, rêxistinbûnê dike, zarokan tîne dinê, çandiniyê dike lê mixabin serdestiya mêr wê nagire dîroka xwe. Lê di kolandinên arkeolojîk de dikare bê dîtin. Makîna tunekirina jinê serdest e. Di vê sedsalê de pirsa jin li ku ye heye. Li gorî min li cihê ku pêwist e ye. Piştî Lozanê  modelên civaka adîlane, wekhev, aştiyane pir kêm li vê erdhîgariyê bi ser ketine. Yên bi ser ketine welatên demokratîk in. Em li duyemîn sedsala Lozanê binêrin. Tiştên ku divê em bifikirin didin pêş me. Di çend sedsalî de wê gav hebin, ew jî wê dem nîşan bide.”