'Alternatîfa Peymana Lozanê avakirina netewa demokratîk e'

  • 09:05 18 Tebax 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
WAN - Siyasetmedaran, anîn ziman ku piştî Peymana Lozanê gelek komkujî pêk hatin û gotin: "Ligel komkujiyan jî kurd têkoşîneke bênavber heta roja me ya îro dan. Li dijî Peymana Lozanê alternatîfa kurdan paradîgmaya netewa demokratîk e."
 
Bi ser Peymana Lozanê ya ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li Lozanê ya Swîsreyê di navbera Qraltiya Yekbûyî, Fransa, Îtalya, Japonya, Romanya, Tirkiye, Yugoslavya û Yewnanîstanê de hat îmzekirin 100 sal derbas bû. Bi Peymana Lozanê re Kurdistan bû çar parçe. Her wiha di vê sedsalê de li hember Gelê Kurd bi navê “aştiyê” de êriş û komkujiyên mezin pêk hat. Li hember hemû êriş û komkujiyan jî têkoşîna Gelê Kurd bênavber didome û Şoreşa Rojava mînakek ji van e.
 
Siyasetmedarên jin ên Wanê, anîn ziman ku di piştî peymanê gelek komkujî pêk hatin û û ligel vê yekê serhildanên mezin jî pêk hatin. Jinan ji bo çareseriyê û welatek aştiyane wek alternatîf paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a netewa demokratîk nîşandan.
 
Armanca Peymana Lozanê 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Şengul Polat, anî ziman ku ji bo tunekirina Gelê Kurd û ne qebûlkirina nasnameya kurd Peymana Lozanê hatiye erêkirin û wiha domand: “Çar parçekirina xaka Kurdistanê bi hemû aliyê ve wek awayek sîstematîk êrişê Gelê Kurd hat kirin ku ji bo bişaftina ziman û çandê. Yek û yek  li ser xilaskirina kurdan ev peyman hat erêkirin. Roja ku Peymana Lozanê hat îmzekirin vir ve bi awayek ne diyarkirî li ser jinê dibe ku xal nehatiye nîşandan, piştî erêkirina peymanê bandora herî mezin li ser jinan kir. Di nava civakê de yên ku ziman û çandê belav dike jin e. Ji bo tunekirina gelan hedef girtina çand û ziman têr dike. Dema ku çand û ziman xilas dibe civak jî xilas dibe û belav dibe. Piştî peyman hat erêkirin ji bo bişaftina ziman bi her awayî êriş hatin kirin.”
 
Şoreşa Rojava ji Lozanê re bû bersiv
 
Şengul, di axaftina xwe de bal kişand ser serhildanên Gelê Kurd a li dijî peymanê û got: "Serhildanên Şêx Seîd, Seyît Riza û gelek serhildanên din destpêkirin û di van serhildanan de jinan pêşengiyê kir. Zarîfe û Elîşer ji bo bi nasnama kurdên elewî di nav wan serhildanan de cih girt. Ji wê rojê heta îro jin bi têkoşîn û berxwedanê gihaşt astekî. Li dijî Peymana Lozanê îro jinên kurd xwe bi rêxistin kir. Her wiha li dijî peymanê îro Şoreşa Rojava heye û mirov dikare vê mînak bide. Bi pêşengiya jinê Şoreşa Rojava pêk hat.”       
 
Paradîgmaya netewa demokratîk
 
Şengul, bal kişand ser paradîgmaya netew-demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi lêv kir ku ev paradîgma destpêke de li Rojava belav bû. Şengul, da zanîn ku bi vê paradîgmayê her cure bawerî xwe navê de dibîne û wiha axivî: “Kesên bindest ên ku mafê wan hatine binpêkirin û nehatine qebûlkirin di nav wê paradîgmaya netewa demokratîk de xwe dibîne. Her ol, bawerî, çand, ziman û nasname xwe navê de dibîne. Pratîkbûyîna wê di wir de xwe dide diyarkirin. Hemû kes xwe nav wê de dibîne, xwe rêxistin dike. Netewa demokratîk li hember netew dewletiyê alternatîfek e. Li Tirkiyeyê wek yek netew, yek ziman û yek çand tê binavkirin. Netewa demokratîk bi hemû cûre nav xwe de dihewîne. Mînaka wê li Rojava xwe daye diyarkirin.”
 
Alternatîf netewa demokratîk e’
 
Şengul, di dawiyê de got ku Gelê Kurd li hember yek netewiyê, netewa demokratîk wek alternatîf dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd sed sal in li hemberî Peymana Lozanê li berxwe daye heta roja îro jî. Xwe bi xwe parastina xwe pêk anî. Ji bo qebûlnekirina Peymana Lozanê alternatîfa Gelê Kurd ya herî mezin netewa demokratîk e. Gelê Kurd vê modelê diparêze. Li Rojava ev paradîgma ketiye meriyetê. Di her aliyê de rêxistina xwe pêk tîne. Peymana Lozanê ku gihiştiye sedsala xwe de divê Gelê Kurd li dora modela netewa demokratîk û Rojava bibe xelek. Gel divê bi vê modelê xwe rêxistin bike. Destpêkê de jî divê tifaqiya xwe ya navxweyî pêk bîne û duyemîn sedsala Peymana Lozanê hilweşîne. Peyma Lozanê ji bo qirkirina Gelê Kurd hat erêkirin. Lê îro Gelê Kurd di hêla dîplomasî, siyasî, leşkerî, hişmendî û her aliyê de xwe bi rêxistin kiriye. Divê Gelê Kurd tifaqa xwe ya navxweyî û yekîtiya xwe bike ku ev peyman pûç bibe. Bila gelê me bi destê xwe qedera xwe tayîn bike.”
 
‘Têkoşîn hîn berdewam dike’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Handan Karakoyun jî da xuyand ku ji dîrokê heta îro armanca Peymana Lozanê tunekirina Gelê Kurd bûye û got bi vê peymanê Kurdistan hat çar parçekirin. Handan, diyar kir ku ev zihniyet ji wê demê heta îro hîn bi awayek zindî xwe diparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên ku îro li dijî Kurdistan, ciwan û jinan tê meşandin em nikarin ji vê peymanê cûdatir bigirin dest. Ligel vê yekê em bûn şahid ku jin berxwedan û têkoşîna xwe hemû cihanê da naskirin. Ji bo Peymana Lozanê dema ku li dora maseyê hat rûniştin kurdan derveyî vê yekê hat girtin. Bi avabûna komarê re xwestin yek rengî û civakî ava bikin. Lê belê em bi vê yekê re îro jî hîn rû bi rû dimînin. Kurd ji hemû maf û çanda xwe dixwazin bên dûrxistin û bîatê ji wan re bikin. Lê belê li hember vê yekê em dikarin Şoreşa Rojava wek mînak bidin. Di şexsê jinê de îro li Rojava şoreşek mezin tê meşandin. Gelê Kurd li hember hemû êrişan çand, ziman, xak û welatê xwe diparêze û em têkoşîna gel li ber çavên hemû cihanê hat jiyîn. Hîn jî ev têkoşîn berdewam dike.”
 
‘Alternatîf netewa demokratîk e’
 
Handan, destnîşan kir ku di Peymana Lozanê de Gelê Kurd û têkoşîna wan nehatiye naskirin û wiha domkir: “Ji sala 1925’an vir ve ev zihniyet hîn li ser piyan e. Lê Gelê Kurd jî ji wê dîrokê heta îro ji gelek komkujiyan re derbas bûne. Lê ligel van êrişan jî serî netewandine. Gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna xwe bê navber didomîne. Zihniyeta Kemalîst piştî peymana sedsalî îmzekirin şûnde gelek komkUjiyan pêk anîn û mînakên vê di dîrokê de jî cih digirin. Armanc ew bû ku vîna Gelê Kurd û gelên dinê dûrê vê yekê bigirin. Lê em îro dibînin ku heman tişt îro di meriyetê de ye û tê meşandin. Di vir de herî zêde Gelê Kurd zirarek mezin dît. Bi her cûre êrişan re rû bi rû man. Ji ber ku ji gelek qirkirinan derbas bû. Li hemberî  hişmendiya qirkirinê Gelê Kurd têkoşînek mezin meşand. Em dibînin ku di dîrokê de gelek civak ji ber êrişan tunebûne. Lê Gelê Kurd hertim hebûna xwe parastiy. Gelê Kurd li hember hemû êrişên hişk tu carî paşve gav neavêt. Gelê Kurd wek alternatîf netewa demokratîk dibîne. Hemû bawerî û ol encam di bin paradîgmaya netewa demokratîk de dikare bimîne. Ji ber vê yekê em vê paradîgmayê diparêzin. Ji bo welatek azad pêwîstî bi netewa demokratîk heye. Ji ber vê yekê em têkoşîna xwe di bin paradîgmaya netewa demokratîk de bimeşînin.”