Di ser erdhêjê re 7 meh derbas bû lê hîna av tune ye!

  • 09:04 17 Îlon 2023
  • Rojane
 
SEMSÛR - Di ser erdhêja navenda wê Mereş bû û bandor li gelek bajaran kir re 7 meh derbas bû. Tevî vê hîna pirsgirêkên hewcedariyên welatiyan didome. Li Semsûrê jinan diyar kir ku ne alîkarî ji bo wan hatiye dayîn ne jî kesî li rewşa wan pirsiye.
 
Di erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû û  bandor li gelek bajaran kir, hilweşînek mezin pêk hat. Li Semsûrê jî bi hezaran kes mirin û hîna bandora erhêjê jî li bajar didome. Li gundê Susan û Narlikuyu yê Semsûrê ku nû ji konan derbasî konteyniran bûne hîn pirsgirêk didomin. Jinên gund diyar kirin ku hîna pirsgirêk didomin û zivistan nêz dibe lê hîna hewcedariyên wan nehatine peydakirin. Jinên erdhejzede pirsgirêkên xwe parve kirin.
 
‘Xalîçe tune ne em betaniyan radixin’
 
 
Jina bi navê Ganiye Taha (70) ji Heleb a Sûriyeyê ye da zanîn ku derbasî konteyniran bibin jî hîna gelek pirsgirêk didomin û got ew bi derfetên xwe ji bin kavilan derketine. Ganiyeyê wiha dirêjî dayê: “Ez astengdar im nikarim bimeşim. Metreyek rê di 10 deqeyan de dimeşim. Lê di erdhejê de ez hema derketim. Li Îzmîrê du mehan li cem keça xwe mam. Piştre di kon de mam. Hinek hatin konteynir û klima dan me. Hevjîna kurê min miriye. Kurê min sibehê zû radibe xurde û naylonan kom dike, difroşe li zarokên xwe dinêre. Wekî din kar tune ye. Em her du li zarokên wî dinêrin. Ez pîr bûme. Nikarim tenê li zarokan binêrin. Xalîçeyên me tunene em betaniyan radixin.”
 
‘Pêşiya me zivistan e’
 
Jineke din a ku nexwest navê xwe bide ya ji Kobanê ye wiha vegot: “Me heta niha tu alîkarî negirtiye. Ez nikarim kurê xwe bişînim dibistanê. Erdhej bû. Xaniyê me hilweşiya. Em niha di konteyniran de dimînin. Tu kes tune ye alîkariyê bide me. Em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Bi serwîsê divê biçe lê rewşa me nebaş e ji ber vê em naşînin. Pêşiya me zivistan e. Em ditirsin. Hewcedariyê me pir zêde ne. Tu kesî alîkarî neda me. Hevjînê min tune ye, kes li me nanêre.”
 
‘Em dua dikin ku baran nebare lehî ranebe’
 
Jineke ku ji Tirkmenên Sûriyeyê ye jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Piştî 7 mehan şûnde em ji kon derketin. Em ji ber zivistanê bi fikar in. Havînê em di bin germê de bûn. Lehî rabû. Em li vir bûn. Di sermayê de em li vir bûn. 5 roj in em hatine konteyniran. Beriya wê em di kon de bûn. Ji ber kirê biha bûn em nikaribûn biçin xaniyan. Zarokên me ji xwe ji xaniyan ditirsin. Niha em di konteyniran de ne. Lê tiştekî me tune ye.”
 
 
Avê ji cîranan digire
 
Elîf Çetînkaya (75) ya ji gundê Susanê destnîşan kir ku heta niha gelek pirsgirêk jiyane û tu alîkarî ji bo wan nehatiye kirin û wiha domand: “Erdhej pêk hat. Em tî man birçî man. Xaniyê me hilweşiya. Alîkariyek nehat kirin. Xizanî û bêçarebûn heye. Her tişt biha ye. Kurê min 6-7 meh in di kon de ye. Niha zivistan li pêş me ye. Tu tiştekî me tune ye. Av tune ye. Cîranên me avê didin me. Gundê me bê xwedî maye. Em jî wisa mane.”
 
‘Kesê alîkariyê bidin tune ne’
 
Ayşe Sevînç (60) ya ji gundê Susan jî bi lêv kir ku wek gelek welatiyên din hewcedariyên wan jî nehatine dayîn û wiha dawî lê anî: “Em hemû rezil bûne. Ez bêjim çi? Ji rezîliyê wêdetir tiştek nîne. Av tune ye. Hevjînê min nexweş e. Ez tenê me. Ji bo zivistanê tu alîkariya me tune ye. Xaniyê me hilweşiya. Em nikarin çêbikin. Kesekî min tune ye. Her kes jî dizane. Em tenê ne. Lê kesî ne rewşa me pirsî ne alîkarî da.”