Bi pêşxistina pirtûkxaneyê dê xwedî li xeyala Nagîhanê derkevin

  • 09:04 1 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Nazlican Nûjîn Yildiz
 
WAN - Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz, bi minasebeta salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de axivî û diyar kir ku salek derbas bû lê heta niha derbarê kujer de tu agahî nehatiye bidestxistin û got: "Jinan xwedî li xeyala Nagîhan derketin û pirtûkxaneya jinan vekirin. Em ê jî peywîra xwe ya pêşxistina pirtûkxaneyê pêk bînin." 
 
Di 4’ê Cotmehê de Endama Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniye hat qetilkirin. Di salvegera qetilkirina Nagîhanê de heta niha tu agahiyek berfireh derbarê kujer de nehatiye bidestxistin, di heman demê de rayedarên fermî yên Herêma Kurdistana Federal jî bêdengiya xwe diparêzin. 
 
Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz têkildarî Nagîhan de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Nagîhanê di jiyana me de şopa xwe hîştiye’
 
Dîlan, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser naskirina xwe ya Nagîhanê: “Min Nagîhanê ji Kovara Jineolojiyê û nivîsên wê nas kir. Qet derfetê me yê ku em rû bi rû hevdû nas bikin çênebû. Lê belê min kesayet û şiklê jiyana Nagîhanê di nivîsên wê de didît. Nagîhan, di qada Jineolojiyê de bûye sembolek. Di vir de têkoşîn, zanist û keda ku dida bi awayek zelal dihat dîtin. Hemû jinên ku Jineolojiyê nas dikir, Nagîhanê jî nas dikir. Nagîhan di nivîsên xwe de bi zimanekî wisa jiyanê bi kar aniye ku  tu xwe di wan nivîsan de dibînî. Dema tu zanista jinê nas dikî û dixwînî xwe tê de dibînî. Nagîhanê di jiyana me de şopa xwe hîştiye.”  
 
‘Nagîhan paradîgmaya Birêz Ocalan esas girt’
 
Dîlan, destnîşan kir ku Nahîgan di her axaftin û nivîsên xwe de paradîgmaya wekheviya jinê û gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dida pêşiya xwe û bi fikrê wî nirxandinan dikir. Dîlan, diyar kir ku Nagîhan nivîsên Abdullah Ocalan gelek baş xwendiye û fêm kiriye ku baş aniye ziman û wiha axivî: “Têkoşîna Azadiya Kurd, Têkoşîna Azadiya Jinan, pir xweş anî ziman û ev yek bi hemû parastinan di dilê xwe de heband. Di eslê xwe de çi li ku derê çawa tê xwestin bê ravekirin û bi zimanekî vê yekê bi awayekî berfireh rawe dike pir baş ji me re anî ziman. Çawa bê jiyandinê ew qas baş aniye ziman ku vê hestê di me de jî şiyar kiriye. Her dem û her saniyê ew hişmendiya mêr dewletî ew qas baş dianî ziman û teşhîr dikir. Xwendina dîrokê bûbû şiklê têkoşîna wê. Di civakan de jin di asta zayenda duyemîn de hatiye daxistin. Veguheriye neteweyeke din. Di nav van de Rêverek radibe û dibêje divê ev bê çareserkirin. Navekî ji vê re datîne û ji bo vê modelek çareseriyê datîne holê. Nagîhan jî wek jinek vê esas digire. Ji ber ku di nava vê civakê de kesekî azadiyê pêşkeşê jinan dike. Bi hemû argûmanên xwe azadiyê pêşkeş dike. Nagîhan jî ji van kesek yek bû ku vê yekê mezin dikir û têkoşîna vê yekê dida. Dema ku fikrekî azadkirina kesekî hebe xwedî derketin jî ji wir dertê elbet. Îdîaya azadkirina jin û civakê hebû. Kesên ku xwedî vê hişmendiyê dertên, vê fikrê û îdîayê jî mezin dikin.”
 
Hedefgirtina pêşengên kurd 
 
Dîlan, bal kişand li ser jinên pêşeng ên ku li çar parçeyê Kurdistanê hedef tên girtin û qetilkirin û wiha bi lêv kir: “Li Ewropayê, li Parîsê em bûn şahid ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çawa hatin qetilkirin. Li bakurê Kurdistanê li Silopiyê jî sê hevalên me Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li bajêr hatin qetilkirin. Dîsa bi heman demê Evîn Goyî li Parîsê hat qetilkirin. Ev hemû jinên pêşeng ên kurd bûn. Ev jinên zanist bûn. Ev pêşeng li navendên bajaran hatin qetilkirin. Dîsa di heman demê li başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê gelek jinên kurd û gelek pêşengên kurd hatin qetilkirin. Em bûn şahidê van komkujiyan. Me dît û jiya. Dîrok van hemûyan nivîsî. Hişmendiya mêr dewletî ji bo ku xwe mezin bike û jinên zanist ji xwe re wek tehdît dibîne qetil dike. Bi vê awayî xwe mezin dike. Kesên ku pêşiya vê yekê disekinin qetil dike û dikuje. Dema ku em lê dinêrin kesên ku wan teşhîr dikin û li hemberê wan alternatîf ava dikin, jiyanek azad a ku mimkûne pêşkeş dikin hertim di hedefên wan de ne. Dema em lê dinêrin pêşengên jin ên femînîst jî bi vê awayî hedef hatin girtin. Pêşengên gelên kurd bi vê awayî hatin qetilkirin û meşrû hat dîtin. Li hemû bajarên ku li dergûşa şaristaniyê ne ev komkujî diqewimin.”
 
Hevkariya MÎT û PDK’ê 
 
Dîlan, destnîşan kir ku Nagîhan rojnameger û nivîskar bû, têkoşînek mezin daye û di gelek qadan de xebitiye û got ji ber vê yekê hedef hatiye girtin û qetilkirin. Dîlan, diyar kir ku Nagîhan gelek hakimê jinan bû û wiha pê de çû: “Gelek hakîmê jiyanê û wateyek mezin dida jiyanê. Ji bo vê yekê dijiya. Ji têkoşîn û jiyanê re bûbû yek. Xwedî zanistek ew qas mezin bû ku dikaribû civakan rizgar bike. Lê dewlet ji bo pêşiya vê yekê bigire qetil dike. Hewl dide tune bike. Bi 11 guleyan ew qetil kirin… Ji bo xwe li ser piyan bigire pêwîstiya wan bi saziyekî heye. Li Başûr navê wî PDK ye. PDK hevkarê wan e. PDK ji xwe xwedî li kevneşopiyekî feodal e. Tu carî xwedî hişmendiya kurdan nebûye û ji bo ku xwe bide jiyîn pergalek e. PDK her tim li hemberê pêşengên kurd e û bi Dewleta Tirk re bûye yek û li gor hevkariyê tevdigere. Kujerê Nagîhan ku revî çû Hewlêrê vê yekê ji xwe teşhîr kir. Kujer revî wir û xwest li wir xwe bispêre. Belê ev bi destên MÎT’ê û bi hevkariya PDK’ê pêk hat. Ev ne bûyereke ji ewiliye, gelek hevalên me wisa hatin qetilkirin.”
 
Sekna PDK’ê ya li hemberî şoreşgeran 
 
Dîlan, daxuyakirin ku dema ew bi paradîgmaya azadîxwaz a jinê ya demokratîk a ekolojîk nêz dibin, PDK vê yekê qebûl nake. Dîlan, da zanîn ku ev paradîgma pergala wê dihejîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em behsa şêwazekî desthilatdariyê dikin ku wê yekalîbûnê ji holê rakin û rêvebiriyekî ku gel jî tê de be. Di rastiyê de em behsa şêwatek rêvebiriyê dikin ku dê cîhanê biguherîne. Li aliyê din PDK partiyeke ku xwe bi yek hêzê diafirîne û tenê bi berfirehkirina aborî û pereyên xwe nêzîk dibe. Dema ku em van hemûyan em tînin li pey hev di xaleke ku berovajî li ber me disekine. Li şûna ku xwe biguherîne û veguherîne li gorî paradîgmaya azadîxwaziyê tevbigere, ji bo tunekirina şoreşgeran tevdigere. Ev bi salan e em vê yekê dijîn. Bi salan e nêzîkatiya PDK’ê ya bi vê rengî dibînin. Kesekî ku di nav vê de cih digire elbet dê nebe asteng. Ji ber ku destên wî jî di nava vê xwînê de ye.”
 
'Pêdiviya me pêkanîna edaletê heye' 
 
Dîlan, bi bîr xist ku bi ser qetilkirina Nagîhanê re salek derbas bû û hîn jî kujerê wê nehatiye darizandin û wiha behsa dozê kir: “Kujerê Nagîhanê dema ku derbasê Hewlêrê bû hat girtin. Hat hînbûn ku ji navçeya Mamakê ya Enqerê ye. Ji xeynî çend agahiyên ku wê demê derketin holê wekî din tu agahî tuneye. Em tenê dizanin ku kujer hatiye girtin. Der barê naveroka dosyeyê de tu agahî tuneye. Em nizanin ku ev kes bi kî re hevdîtin kiriye û çawa vê komkujiyê kiriye. Tu agahî nayê parvekirin. Kujer tenê gotiye ‘Min ferman girtiye û vê komkUjiyê pêk aniye’. Lê çima agahiyên berfireh nayê parvekirin, ev gelek girîng e. Em jî gelek baş dizanin ku bi destên kîjan çeteyan çûye wê derê û vê komkUjiyê pêk aniye. Ji ber ku bi salan e ev tişt tê jiyîn. Em dizanin ku ev kujer çawa ji navenda Enqerê ferman girtiye. Ew jî gelek ditirsin ku hemû rastî derkevin holê. Ji ber ku tiştên ku ditirsin hene. Ji ber ku ger derbikeve holê dê teşhîr bibe ku hişmendiyek çawa li pişt vê bûyerê ye. Pergalek topyekûn heye û dixwazin xwe veşêrin. Em ji vê kesî re nikarin bêjin kujer di heman demê de jî tetîkeş e. Mafê me ye ku em bizanin ev kes tetîkeşî kî ye. Pêdiviya me heye ku em edaletê pêk bînin.”
 
‘Em ê peywîra xwe pêk bînin' 
 
Dîlan, dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Pirtûkxaneya Jinan a ku xeyalê Nagîhan bû dixwest bê vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirtûkxaneya Jinan bi rastî pirstûkxaneyek e ku heval Nagîhan gavên xwe yên yekem lê avêtiye ye. Dema xebatên vê pirtûkxaneyê dimeşand hat qetilkirin. Wê gavên xwe yên ewilî avêti bû û ketibû nava hewldanekê. Bêyî ku xeyalê xwe pêk bîne hat qetilkirin. Jin jî ji bo xeyala Nagîhan pêk bînin bi awayek topyekûn hatin ligel hevdû û xeyala wê pêk anîn. Ev tiştek gelek mûazzam bû. Ji ber ku felsefeya nivîsandin, zanebûn û li gor wê jiyanên bi Nagîhan ê bûbû yek. Van pirtûkan anî li cem hevdû bi hev re vê pêşkeşkirin gelek girîng bû. Lê jinan xwedî li xeyala Nagîhan derketin û vê pirtûkxanê vekirin. Mezinkirina pirtûkxaneyê peywira me ya ji bo Nagihanê ye."