Bermal Çem: Her stranek bi çîroka xwe bandorê dike

  • 09:07 6 Cotmeh 2023
  • Çand û Huner
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Bermal Çem a pirtûka "Çemê Stranan" derxist, bal kişand ser girîngî û taybetmendiya ziman, wejê, çand û xwedîderketina li hunerê. Bermalê da zanîn ji dîrokê heta roja me ya îro, li ser çand û hunerê şerekî qirkirinê heye û got:"Bi hunerê gelek kesî berê xwe dan rêya azadiyê. Lewma tirsa dijmin a herî mezin çand û huner e. Heta gelek bi zimanê xwe biaxive tune nabe lê netewek bi mîlyonan jî hebe ger bi zimanê xwe neaxive ew netew mirî ye ango eydê netewekî din e."
 
Pirtûka bi navê "Çemê Stranan" a hunermend Bermal Çem ji aliyê Weşanxaneya Aryenê ve mehek berê hat çapkirin. Di vê pirtûkê de çîrok û notayên 80 stranan cih digirin. Ev pirtûka ewil a Bermalê ye. Gulistan Çiya Îke jî li berga paşiyê ya pirtûkê, hestên xwe yên derbarê pirtûkê de, aniye ziman. Di berham "Çemê Stranan" de Bermalê bal kişandiye ser hestên têkoşîn, berxwedan û parastina doza gelê kurd. Wê bi hestên di dilê xwe de bal kişandiye ser têkoşerên azadiyê û çîroka jiyana wan. Bi hest û kedeke giranbiha arşîvek daye avakirin. Her wiha di vê berhemê de stranên zarokan jî hene.
 
Bermalê derbarê pirtûka xwe ya "Çemê Stranan" de axivî. Bermalê bal kişand ser stranên xwe, çîrokên wan û wiha got:"Her sitranek perçeyek ji jiyana me ye. Min xwest ku ev jiyan wenda nebe. Guhdarvan sitranên me guhdar dikin lê çîrokên wan sitranan, bi kîjan hestan hatine jîyîn û afirandin nizanin. Ev wendakirinek mezin e. Her sitranek bi çîroka xwe bandorê dike."
 
'Ji bo ev sitran wenda nebin û bibin malê civakê min dest avêt pênûsê'
 
Bermalê bi lêv kir ku ev pirtûk berhemek çiya ye û wiha got:"Destpêkê bi hestekî min dest bi vê xebatê kir, hestê wendakirinê. Ez fikirîm gelo temenê me çiqas wê têrê bike ku em sitranên dilê xwe û yên dilê zarên welatê xwe bistirên. Ji bo ku ev sitran wenda nebin û bibin malê civakê min dest avêt pênûsê. Em berpirsyar in ku ji pêşeroja xwe re nirxên vê tekoşînê bihêlin. Lewma ev pirtûk berhemek çiya ye. Eydê wan zarokên dilpola ne. Wek xebateke xwe ya takekesî nanirxînim, xebatek civakî û nirxên vê şoreşê ye. Her weha her kêliyê vê jiyanê pêwîst e ji dîrokê re were hiştin. Mesûliyeta me ya herî mezin jî ev e. Bi alîkariya hevalên xwe yê hêja û delal min ev xebat bi encam kir. Nêzî  salek û nîv e, ez li ser xebitîm. Notayên sitranan li Bakurê Kurdistanê hat amadekirin, hevalek dilnizim û bedew, bê ku biweste bê navber xebitî, notayên sitranan nivîsî û keda xwe tevlî keda min kir. Piştre jî min çîrok û textên sitranan nivîsî. Di pêvajoyek zehmet de min ev xebat da meşandin, ji ber ku tendirustiya min dest nedida ku bi awayekî çalak xebata xwe bidim meşandin lê dîsa jî her roj bi nivîsandina yek çîrokekê be jî min cardin wan rojên ku hatine jîyîn û ew kêliyên ji bo min nemir in, nivîsand. Min dît ku her li wan rojan vedigerim, bedena min û giyana min baştir dibe. Lewma destpêkirin û encamkirina xebatê ji bo min bû pêvajoyek lêhûrbûyînê û xwedestgirtinê. Di nava sê mehan de min çîrokên sitranan nivisî û di wan 3 mehan de ez her kêlî di nava wan bîranînan de geriyam, lewma dikarim bibêjim ku cardin hatim jiyanê. Ji ber ku ew sedema jiyîna min in."
 
'Ziman, çand, bi rêya sitran û mûzîkê dikare her zindî bimîne'
 
Bermalê hestên xwe yên li ser stran û mûzîkê wiha anî ziman:"Sitran ango mûzîk her tim weke henaseya jiyanê digirim dest. Li cîhê ku mirov nikaribe biaxive ango hesret, bêrîkirin û kêfxweşiyên xwe nikaribe bibêje, bi sitranekê dikare bibêje. Dikare bibe qêrînek ji bîra dîrokê û civakekê ronî bike. Carna jî deng û sitranek dikare qedera kesekê/î ango civakekê biguhere. Gelek deng û sitranên nemir, qedera pêşeroja civakan guhertiye. Ez bandora mûzîkê ya li ser giyan û bedena her zindiyekê wek mayîn û nemayînê dibînim. Cihê mûzîk lê hebe, hebûn ebedî dibe. Ziman, çand, bi rêya sitran û mûzîkê dikare her zindî bimîne û pêş bikeve. Rola dengbêjiyê di çanda Kurdî de tê zanîn. Dîroka ku bi deng heta roja me hatiye, serpêhatiyên civakekê parastiye. Dengbêjî ku ji deng tê, bûye mîxê nasnameya gelê Kurd. Di wêje û hemû bêşên hunerê de muzîk heye. Di fîlm, şano, wêjeyê de mûzîk heye. Ew ahenga di navbera hemû beşên hunerê de ye. Ji Evdalê Zeyenikê heta Meryemxanan û heta Mizgînan, pêşketina civakê bi rêya tekoşîna notayên azadiyê pêk hatiye."
 
'Her sitranek bi çîroka xwe bandorê dike'
 
Bermalê bal kişand ser stranên xwe, çîrokên wan û wiha got:"Her sitranek perçeyek ji jiyana me ye. Min xwest ku ev jiyan wenda nebe. Guhdarvan sitranên me guhdar dikin lê çîrokên wan sitranan, bi kîjan hestan hatine jîyîn û afirandin nizanin. Ev wendakirinek mezin e. Her sitranek bi çîroka xwe bandorê dike. Ew di peyv û awazê de veşartî ne lê bawer nakim ku tenê muzîk û awaz bikaribe îfadeya wan bike. Tenê çîrok jî têrê nake. Lewma her nîvco dimîne. Ew qehremanî û serpêhatiyên welatê min jiyane, ne awaz ne jî wêje têrê dike. Ji bo ku bi awayekî wêjeyî binivîsim min hewl neda, tiştê ku ez jiyam min nivisî û di gelek kêliyan de ez bê deng mam ku nikaribûm binivisiyama. Çîrokên sitranên me ne kurgu, ne jî fantazî ne. Xwediyê jiyana rasteqîn in, min kêlî bi kêlî ew jiyan bi wan zarê bedew re parve kir ew bûn kombûna jiyana min. Sitranek ne tenê eydê xwe ye, di nav de çîroka welatekî jî dihewîne. Xala herî zêde min pê tade kişand, nivîsandina çîrokên van sitranan bû. Cardin, cardin ez wan bîranînan jiyam, gelek caran weke girêkek kor xwe li gewrîya min pêça, piştre kenên wan rêwîyên bedew got ‘nesekine Bermal, ev çîroka me hemûyan e. Wê nifşê nû bi sitranekê dest bi rêwîtiya xwe ya azadiyê bikin.’ Wê heqîqet bi sitranên li ser sînga welatê min ronî bibe."
 
'Bi hunerê em têkoşîna xwe mayînde dikin'
 
Bermalê diyar kir ku wê xwestiye jiyan û serhildana xwe bi stranên xwe bigihîne civakê û wiha pê de çû:"Her hunermendek, têkoşerek di berhemê xwe de jiyana xwe vedibêje. Min jî xwest jiyan û têkoşîna xwe hunera xwe bi sitranên xwe bigihînim civakê. Şoreşek bê huner ne gengaz e, lewma bi hunerê em têkoşîna xwe mayînde dikin. Min xwest dilopek be jî bibim deng û hestê têkoşerên azadiyê. Ez di nava wê jiyanê de mezin bûm a herî zêde bû mijara sitranên min jî ew rêwî û ew berxwedan e. Şoreş hunerê pêş dixe, huner jî şoreşê mayînde dike. Dîrok bi berhemên hunerî ber bi pêşerojê ve diherike. Ger em naxwazin dîroka me wenda bibe pêwîst e hîn zêdetir em hunerê pêş bixin. Derdekî me yê xwebûnê heye, îro di nava doza azadiyê de bi hezaran kes bûn dengê vê jiyana bi rûmet, wê huner jî bibe nefesa wan leheng û cangoriyan."
 
'Hêvîdar im ku sitranên min bi dilê zarokên welatê min bin'
 
Bermalê bal kişand ser stranên zarokan û wiha lê zêde kir:"Li welatê me zarok ji temenê xwe zêdetir dijîn. Ji bedenên xwe zêdetir guleyan dixwin, derûniya zarokên Kurdistanê ne weke yê ti welatan e. Bi şer çavên xwe vedikin û bi şer jî digirin. Mixabin, ew zarok ji derveyî rastiya şer hebûnekê din najîn. Dema ku zarok sitranên êş û kulan distirên, dilê min dikizkize. Carna jî mezinên zarokan ji cîhan û xeyalên zarokan dûr in û lewma di gelek xebat û bernameyên televizyonê de em dibînin ku zarok sitranên arabesk distirên bê ku bizanibin li ser derûniya wan çawa bandorê dikin. Min xwest him ji bo ziman û him jî ji bo derûniya zarokan sitranan amade bikim, ji bo min jî xebatek nû bû û bi coş bû. Ji bo zarok bi çanda xwe mezin bibin pêwîst e hîn zêdetir hewildan û projeyên me hebin. Yên hunermend û şoreşger in bi vê mesûliyetê gerek tevbigerin. Hêvîdar im ku sitranên min bi dilê zarokên welatê min bin."
 
'Bi hunerê gelek kesî berê xwe dan rêya azadiyê'
 
Bermalê di heman demê de qala şerê qirkinê yê li dijî çand û hunera gelê kurd kir û wiha dewam kir:"Ji dîrokê heta roja me li ser çanda me şerekî qirkirinê yê kûr heye. Ev sedsalên dawî ev şer hîn dijwartir tê meşandin. Bi derketina tevgera azadiyê, di çand û hunera Kurdî de zindîbûnek çêbû. Bi hunerê gelek kesî berê xwe dan rêya azadiyê. Lewma tirsa dijmin a herî mezin çand e. Heta ku gelek bi zimanê xwe biaxive tune nabe lê netewek bi mîlyonan jî hebe ger bi zimanê xwe neaxive ew netew mirî ye ango eydê netewekî din e. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê û li çar aliyê welat êrîşên giran hîn jî didomin, em ji bîr nekin ku her tim xeteriya helandina çand û netewan dikare pêk were. Ji bo vê grîngiya xebatên çand û hunerê jiyanî ye. Ev erka her ferdeke/î civakê ye. Ziman, nasname tine be, mirov û civak wenda ye. Lewma berhemên me gerek bi zimanê me bin. Hin kes dibêjin zimanê hunerê tune ye û gerdûnî ye, em ji bîr nekin ku heta em nebin eydê xwe wê gerdûn jî me qebûl neke. Çiqas Kurdistanî bibe, wê ewqas jî gerdûnî bibe. Jê wêdetir helandin e."
 
'Ji bo parastina vê dîrokê em binivîsin'
 
Bermalê da zanîn ew amadekariya albumeke nû dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Xebatên min zêdetir di warê mûzîkê de didomin. Niha amadekariya albumeke nû dikim. Ez ne wêjevan im lê car caran dinivisînim. Xebatên nivîsê û arşîvê gelek grîng dibînim, lewma min xebateke pirtûka 'Çemê Sitranan' meşand. Ji ber ku li welatê me her roj bi hezaran nirxên me wenda dibin û hîn jî li ser axa me şerê talanê heye. Her roj gelek rêwîyên xwediyê dîrokê em wenda dikin. Yê diçe ne kes e dîrok e. Ji bo parastina vê dîrokê em binivîsin, bistirên û xebatên xwe bi arşîv bikin û emanetî gelê xwe, civaka xwe bikin. Hêvîdar im ku gelek hunermend jî hewildanên bi vî rengî bikin û berhemên xwe  bi niviskî jî ji civaka xwe re bihêlin."