Şahida Komkujiya Vartînîsê: Dengê qêrîna wan dê çawa bê jibîrkirin
- 09:05 1 Kanûn 2023
- Rojane
Rojda Aydin
MÛŞ - Gullu Yatbaz şahidiya komkujiya Vartînîsê kir û wiha dibêj: "Zindî zindî hatin şewitandin, destûrê nedan bên xilaskirin û dengê qêrîna wan dihat, piştî demekê dengê wan qût bû. Mirov çawa vê komkujiyê ji bîr bike? Em ê ji neviyên xwe re jî bêjin ku bila neyê jibîrkirin."
Dema ku mirov behsa Nazî û Yahûdiyan dike, kurd tên bîra mirov. Ji komkûjiyên dewleta tirk yek jê Komkûjiya Vartînîs e ku bi demboriyê re rû bi rû ye. Şahida wê demê Gullu Yatbaz bi lêv kir ku ew vê yekê qebûl nakin û nadin ji bîr kirin.
Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de li bajarokê Vartînîs a navçeya Telî ya Mûşê di navê de zarok jî heyî 9 kes hatin şewitandin. Ev komkujiya ku di nav pelên dîrokê de cihê xwe girt, dilê hemû kesî de birîneke mezin vekir. Nasır, Eşref, Sevim, Sevda, Mehmet Şakir, Mehmet Şirin, Cihan, Aycan ve Cinar Ogut hatin qetilkirin.
Di dozê de tenê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Têliyê Bulent Karaoglû weke bersûc tê darizandin. Di 21’yê îlona 2021’an de ji bo girtina Bulent Karaoglû bultena sor hate derxistin. Lê belê ji wê rojê heta niha Bulent nehatiye girtin. Lê piştre derket holê ku Bulet meaşê kedkariyê digire. Piştî ku Dadgeha Bilind dosya betal kir, doza dîsa hat dîtin. Lê niha dosya bi xetereya demborînê re rûbirû ye. Her wiha Danîşîna dozê wê di 4’ê Kanûnê de bê dîtin.
Şahida wê demê Gullu Yatbaz ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û diyar kir ku niha dixwazin ser vê dozê bigirin, lê nayê qebûlkirin.
‘Rojek berê şer derket’
Gullu, anî ziman ku wê rojê li qonûtan şer derketiye û dengê çekan gelek zêde dihat. Gullu, diyar kir ku ji ber vê yekê hemû gundî derketine derve û got: “Dema em ber bi qonûtan ve diçûn dengê çekan zêdetir dibû. Me dît ku jinek ji aliyê qonûtan bi tena şimikan ber bi me ve dihat û got ‘Di navbera gerîlla û leşkeran de şer derketiye’. Wê rojê gerîlayek û leşkerek jiyana xwe ji dest dan. Her wiha leşkeran gule reşand ser gundiyan jî û zarok gelek ditirsiyan. Di hembêza Nasir de pitikê wê hebû û gelek ditirsiya. Wê rojê cezaneyê wî gerîlayê li pişt panzerê girêdan û xirikandin. Gundiyan vê yekê dîtibûn. Me nizanibû ku dê tiştek wiha bê serê me. Êvarê Nasir hat malê. Em li cem hevdû rûniştin û wî bi xwe jî got ji ber reşandina guleyan kurê wî gelek tirsiyaye.”
'Dema xanî dişewitî dengê qêrîna wan dihat'
Gullu, bi lêv kir ku roja din di saet 03.00’an de leşkeran bi ser gund de girt û li gund qiyamet rabû û wiha behsa wê rojê kir: “Em bi dengê çekan û dengê wan ji xew rabûn. Me nekarî em derbikevin derve û ne jî dikaribûn paceyê de binêrin. Dema ku em derketin paceyê binêrin leşker li dor malê bûn û heqaretê li me kir. Di wê navberê de me nizanibû ku leşkeran mala Nasir şewitandine. Dengê sewalên wan dihat. Destûrê nedidan ku em derbikevin biçin wan xilas bikin. Dema em derdiketin ji me re digotin ‘Ermenî.’ Mamê Nasir, Remzî bertek nîşan da û got ‘We birayê min şewitand, hûn nahêlin em bigirîn jî’. Leşkeran îşkence li Remzî kirin. Piştre Remzî birin avahiya şaredariyê û digotin ‘Em ê li vir wan bidin ber guleyan’. Wê rojê gundiyekî di dikana xwe de raketibû û hemû tiştên qewimîbûn dîtibû. Leşkeran dema xanî şewitandine Nasir pitikê xwe yê biçûk ji paceyê avêtiye, ji bo rizgar be. Lê leşkeran carekedin avêtine hindirê malê. Zarokên wê serê xwe kiribûn ber paceyê leşkeran bi çekan li wan dixistin ji bo ku ji hindûr dernekevin. Zindî zindî wan şewitandin û destûrê nedan em derbixin. Ew kesê ku vê yekê dîtibû digot dema xanî dişewitî dengê qêrîna wan dihat, piştî demekê dengê wan qût bûye.”
'Cenaze nedihatin naskirin'
Gullu, diyar kir ku bi saetan ew şewat berdewam kir û serê sibê gundiyan cenazeyan ji wê xaniyê derxistin. Gullu, daxuyakirin ku ji ber şewatê cenazeyê wan baş nedihat nasîn û wiha pê de çû: “Ji ber şewatê gundî nikarin cenazeyan derbixin. Piştre agirkuj hat şewatê vemirand û cenaze hatin derxistin. Cenaze hemû reş bibûn. Bi tenê cenazeyê Nasir û keça wê hatin naskirin, ên din nedihatin naskirin. Piştre ew cenaze li gund li kêleka hevdû hatin definkirin.”
Xewn bû, bû rastî…
Gullu, da zanîn ku piştî çend sal şûnde ew xanî wek mûze ma û welatî diçin serdanê û wiha axivî: “Piştî bûyerê salek şûnde xanî carekedin hat çêkirin û alavên wan ên şewitî tê de hatin bicihkirin. Lê piştre vê derê kirin mûze. Ew ji bo me şehîd in. Ew zarok şehîd in. Ew zarokan çi kiribûn ku hatin qetilkirin. Rojek beriya komkijiyê keça Nasir, Sevîm hat mala me û ji min re got ‘Min îşev xewnek dît û gelek tirsyam’. Min jî got çima tirsyayî. Wê jî got ‘Min di xewna xwe de dît ku leşkeran di malê de me hemûyan dişewitandin’. Wê rojê li qonûtan şer derket û roja din serê sibehê jî xaniyê wan hat şewitandin.”
‘Em ê tu carî ji bîr nekin’
Gullu, di dawiya axaftina xwe de got ew ê tu carî vê komkujiyê ji bîr nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mirov çawa vê komkujiyê ji bîr bike? Ew tu carî nayên ji bîr kirin. Em heta saxbin di bîra me de bin. Em ê ji neviyên xwe re jî bêjin ku bila neyê jibîrkirin. Niha dixwazin ser vê dozê bigirin. Lê em vê yekê qebûl nakin.”