
Ji bo nexweşên çolyakê bû hêvî…
- 09:02 21 Îlon 2025
- Jiyan
Şehrîban Aslan
AMED - Gulan Yaşa, bi firin û kafeya ku vekir ji bo nexweşên çolyakê bû hêvî û derfetê dide mirovên nexweşên çolyakê. Gulan Yaşa diyar kir ku ji malbat û bi taybte jî zarokan nêrînên gelek erênî digirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tendurisityê ya 2024’an li Tirkiye û Kurdistanê nexweşiya çolyakê her diçe zêde dibe û ji sedî 10’ê nexweşan nexweşiyê wan tên tespîtkirin. Ji mijdara 2023’yan heta niha hejmara nexweşên çolyakê wek 166 hezar û 614 hatiye diyarkirin. Li gorî vê yek ji bajarên ku herî zêde nexweşiya çolyakê lê heye Amede. Li gorî daneyên wezaretê li zedê 7 hezarî zêdetir nexweşên çolyakê hene.
Li Amedê kesên nexweşên çolyakê di alî xurek û xwedîbûnê de pirsgirêkan dijîn. Gulan Yaşa ku ev pisgirêk dît, hewl da li çareseriyê pêş bixîne. Gulan Yaşa li Amedê firin û kafe vekir û berhemên bê gluten têde bicih dike.
‘10 sale nexweşa fîbromiyaljî me’
Gulan Yaşa da zanîn ku 10 sale nexweşa fîbromiyaljî ye û got: “Yanî nexweşiya min jî wek ya çolyakê ye. Ev nexweşî jî heta emrê min wê hebe. Ji ber ew jî wek çolyakê ye. Êşên wê her diçin zêde dibin. Doktor got divê sporê bikî, diyetê bikî û bê gluten xwedî bibî. Min salek û nîv derman girt. Piştre min jî wek nexweşên çolyakê xwarin xwar.”
‘Ji bo zarokan em ketin vî karî’
Gulan Yaşa wiha anî ziman: “Bi zarokên xizmên me re jî çolyak derket. Bi biraziyên hevjînê min re derket. Çolyaka wan hinek zêde bû. Her tim digotin em ê nanê wan çawa çêbikin. Xwegîhandina van berheman zehmet bû. Hevjînê min 30 sale nanpêjî dikir. Lê tevî vê bi hevîrê çolyakê çêkirina nan zehmet bû. Me li ser vê biryar da em cihekî wisa vebikin. Malbat û zarokan eleqeyek mezin nîşan dan. Çolyak nexweşiyek giran e. Mirov lê baldar nebin rê li ber pençeşêra roviyan vedike. Nexweşên çolyakê têr xwedî nabin. Her tiştî nikarin bixwin. Nabînin. Me jî şîranî, kurabiye, paste, simît, poxaça û gelek berhemên din derxist. Me bi saya zarokan hîn bêtir xwe pêş xist. Me lavaş, baklewe, kutilk çêkir. Ya girîng jî me meha remezanê de ecîn çêkir. Wê berdema wê bê.”
Me ji bo çolyakiyan kafe vekir
Gulan Yaşa destnîşan kir ku şaxa wan ya ewi lli Ofîs a Yenîşehîrê ye û got: “Ya duyemîn me li Dîcleket a Peyasê vekir. Me xwest malbat bi zarokên xwe re bên û rehet bikin. Zarok ji hamburger hez dikin. Em ji bo wan hamburger, manti û gelek tiştên din çêdikin. Hemû nexweşên çolyakê bi rehetî dikarin bên vir. Em xesasiyeta nexweşan dizanin. Ji ber vê em xwarinên xwe bi baldarî çêdikin. Em dema berhemên xwe difroşin em dişopînin jî. Em dipirsin hûn pê rehet dikin an na. Di pirsgirêkek biçûk de em test dikin. Ji ber vê nexweşiyê xemgîn nebin. Hûn baldar bin wê pirsgirêka tenduristiyê neyê jiyîn. Ligel vê nanê me yê ku em bi asqiyê ve dadiliqînin jî heye. Malbatên rewşa wan nebaş hene. Bêguman lîste û numareyên wan bi me re hene. Em li wan digerin û dibêjin werin bigirin. Em dibêjin em ligel we ne.”