Kurdî ne zimanê ‘rojhilat’ e, ziman û nasnameya gelekî ye
- 10:20 29 Tebax 2021
- Medya Kritîk
Nişmiye Guler
NAVENDA NÛÇEYAN - Bêtehemuliya li hember Kurdî ya pêşkêşvan Dîdem Arslan Yilmaz, di esasê de parçeyeke biçûk ê pergala hatiye afirandinê ye. Em li ser parçe nesekinin, em li giştî binêrin…
Hefteya borî mijara herî zêde hat axaftin, ew bû ku pêşkeşvan Dîdem Arslan Yilmaz a di bernameya xwe de pêşî li axaftina Kurdî ya jinekê girtibû û gotibû: “Nikare heqeret li keçikan bike, nikare bi kurdî jî biaxive. Piştre jî gotibû ez hinek jî ji Kurdî fam dikim. Teqez nabe. Bi metê re biaxivin, bila Tirkî biaxive. Em ê hemû fêm bikin, evder Komara Tirkiyeyê ye. Her wiha em wî zimanî nizanin. ger ku em bizanibin em ê biaxivin, em ê fêm jî bikin.” û jin ji xetê derxistibû. Bêguman bertek jî hema li pey hatin. Ji platformên din yên çapemenyê ji bo Dîdem Arslan Yilmaz berteka ‘hedê xwe bizane’ hat û der barê wê de serlêdana sûc hat kirin. Bertek ewqas zêde bûn ku çapemeniya alîgir jî mecbûr ma nûçeyên li dijî Dîdem Arslan Yilmaz derbas bike. Piştre Dîdem Arslan Yilmaz daxuyaniyek û rexneyên li hember xwe ‘komîk’ ditiye. Parastina 'Newekhevî nekiriye’ kir, lê ji bîr kiriye ku berê di bernameya xwe de wergera ji îngîlîzî kiriye.
Di vir de tişta divê em li ser bisekinin, di esasê de ne şexsê Dîdem Arslan e, pergala tê de ye û nêzîkatiya pergala li hember Kurd û Kurdî ye. Dîdem Arslan Yilmaz ne ya ewil û ne jî wê ya dawî be. Ji ber ku ya nîjadperestiyê xwedî dike desthilatdarî û çapemeniya alîgirê wê ye.
‘Xwişk û birayên min yên Kurd’ ya klasîk bûye
Ger ku bê bîra we serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan di mehên borî de hatibû Amedê û gotina klasîk ya ‘xwişk û birayên min ên Kurd’ di her gotina xwe de anîbû ziman. Di axaftina xwe de jî gel bi Kurdî silav kiribû û gotibû ‘binêrin ew çawa fêr bûme’ û hewce dîtibû ku bi gel bide teyîtkirin. Bêguman gotina Tayyîp Erdogan a ‘xwişk û birayên min ên Kurd’ alava siyasî ye. Çima gelo? Dema mirov li 19 sal desthilatdariya AKP’ê dinêre û rêbazên têkoşîna Kurdan a 20 salên dawî vê aşkera nîşan dide.
TRT 6 ya pir gotinên Tirkî dike nava Kurdî
Em mînakekê bidin. Gelê Kurd bi salan e ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê têdikoşe. Bersiva desthilatdariyê ya ji bo vê jî wek alaveke hilbijartinê avakirina TRT 6 e. Dema mirov ewil dinêrin xweş tê guhê mirovan. Lê bi giştî di bin kontrola desthilatdariyê de ye û li gorî xwe Kurdî nîşan didin, pir gotinên Tirkî davêjin nav. Gelek Kurd vê kanalê li mala xwe venakin û temaşe nakin.
Di çapemeniyê de Kurd hene lê di esasê de tune ne!
Dîsa di kanalên aîdê çapemeniya alîgir de, di bername, rêzefîlm, pêşbirk û her wekê din de der barê kurdî û Kurdan de tiştek tune ye. Ha gelo hun dibêjin qey tu tiştek nadin der barê Kurdand e? Bi sînor be jî didin. Di çapemeniyê de piranî kes ji ber zimanê xwe diaxivin terorîst tên îlankirin, di girtekên meclîs, girtekên girtîgehê de wek zimanê ‘x’ an jî ‘nayê zanîn’ e. Di platforman de axaftinên wan tên astengkirin, êrîşên nijadpwerst li wan tên kirin û di nûçeyan de dibêjin ‘xusumet hebû’.Dibe mijara çend rêzefîlmên televîzyonan, lê çawa… Li karekterên wekê lîderê mafyayê, firoşkarê hişbirê Kurdbûnê di cih de dibînin. Kurdek tu car ne karekterekî başe, yanî di rêzefîlm û fîlmên televîzyonê de. Têkoşîna Kurdan a bi salan tê dayîn, nabînîn û wisa tevdigerin. Yanî wek hun fêm dikin di çapemeniyê de Kurd hene lê di esasê de tune ne. Lê wek hun dizanin ev erdnîgariyeke ku bi mîlyonan Kurd lê dijîn e.
Çapemenî yek ji parçeyên têkbirinê ye
Li aliyekî Kurdên ku desthilatdarî û çapemeniyê afirandine. Li aliyê din jî Kurdê bi têkoşînê destkeftî bidest xistine. Desthilatdarî û çapemeniya ku tehemulê van destkeftiyan nake heye. Rakirina tabelayên Kurd, guhertina navê Kurdî yên kolanan, yên saziyan, gelo ev pêkanîn tenê di şexsê qeyûmên hatin tayînkirinde pêk hatin? Bêguman na. Ev qeyûm parçeyê vê pergala hatiye afirandinê ne. Ev parçeyeke biçûk yê têkbirinê ye.
Yanî ev gotinên Dîdem Arslan Yilmaz û bertekên çapemeniya alîgir a li dijî vê jî bi gitşî parçeyên pergalê ne. Divê em li dijî êrîşên nîjadperest, tunekirinê bi awayekî xurt xwedî li nirxên xwe û zimanê xwe derkevin.