Zarokan dikin qurbana reytîngê

  • 09:09 3 Cotmeh 2021
  • Medya Kritîk
 
Roza Metîna
 
Her roj bi bûyereke nû ya binpêkirina mafên zarokan em hişyar dibin. Ya herî zêde di hişê mirov de bandorê dihêle jî rakirina ji holê ya mafê nepeniya zarokan a ji bo reytîngê ye. Zarokên bi awayekî sîstematîk êrişa zayendî li wan tên kirin cara duyem di oxira reytîngê de tên îstismarkirin û mafê kesayetiyê yê zarok jî bi vê yekê girêdayî li ber çavan nayê girtin û tê çewisandin. Dema em sersarî û helwesta rayedaran a derbarê vê bûyerê de, her wiha helwesta wan a ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê jî li vê zêde bikin wê demê tabloyeke bi xof û xeternak a parastina mafê mirovan a vî welatî derdikeve pêşberî me. 
 
Bi qasî hefteyeke berê nasnameya zaroka dê, bav û birayê wê li gundekî Dîlokê bi awayekî sîstematîk bûbûn sedem ku êrişa zayendî lê bê kirin di bernameya "Bi Didem Aslan re Qet Dev jê Bernede" hat eşkerekirin. Di bernemaya ku berê jî bi gotinên nîjadperest hatibû rojevê de bi pirsên hûrgulî yên têkildarî kêliyên tecawizê hatin pirsîn, zarok careke din ji mafê xwe bêpar hat hiştin û di oxira reytîngê de hat bikaranîn. Di heman demê de ev dibe sedem ku bêtir bandoreke neyînî li derûniya zarokê bê kirin û travmaya wê kûrtir bibe. Bi vê helwestê tabloya bi xof a me li jor behs kir dîsa hat ber çavan. 
 
Tabloyeke din a bi xof ew e ku di bernameyên bi vî rengî de dirûtiyeke eşkere li pêş çavên bi milyonan mirovan tê kirin. Pêşkeşvana ku di bernameyê de digot 'ji bo min parastina mafên zarok û jinan girîng e' di heman demê de di bernameyê de nasnameya zaroka êrişa zayendî lê hatiye kirin û bi mirinê gef lê hatiye xwarin îfşa dike. Zaroka bi salan tundî lê hatiye kirin bêtedbîr û ji mafê xwe yê kesayetiyê bêpar derxistin bernameyê û pêşberî bi milyonan kesî. Ka gelo li dijî vê dirûtiyê dê lêpirsîn bê destpêkirin? Dirûtiyeke din jî ya rayedaran e. Rayedarên dibêjin 'ev zarok ne bê xwedî ye. Em ê lê xwedî derkevin' bi vekişandina ji Peymana Stenbolê jî cesaretê dide kesên bingeha bûyerên bi vî rengî ava dikin. Jixwe li gor daneyên sûcên li dijî zarok û jinan, tenê ji sedî 45 bersûc tên cezakirin.
 
Piştî çîroka zaroka ji 12 saliya xwe ve ye bi êrişa zayendî rû bi rû hatiye hiştin li ser ekranên televizyonê bi awayekî berfireh hat weşandin, bû alava gelek hesabên din ên medyaya dîjîtal. Darazeke yekperest û ne adîl a wekî gefekê li dijî zarok, jin û civakê tê bikaranîn mixabin encamên bi vî rengî jî bi xwe re tîne. Ev binpêkirinên li pêşiya çavên bi milyonan kesî rû didin, di heman demê de meseleya mafê mirovan e jî. Bi vê yekê ve girêdayî parastina zarokan a li dijî mêtingeriya zayendî jî em dibînin ku çiqas qels e. Zarokên bi awayekî fîzîkî, derûnî, di warê tendirustiyê de û ji êrişa zayendî nayên parastin nîşaneya sîstemeke ji dûrî exlaq e jî. 
 
Zarokên bi rêya medyayê dibin hedefa zayendiya ji rê derketî di warê mejî de jî zirarê dibînin û bandoreke neyînî li ser pêşketina wan dike. Vaya rêyê li ber zêdebûna pedofiliyê jî vedike. Lê belê tevgereke bi berpirsiyariya hevpar, li ser bingeha parastina mafê mirovan, ji cudakariyê dûr û li gor zagonên ji bo parastina zarokan hatine afirandin, encax dikare rê li pêşiya bikaranîna zarokan a bi rêya medyayê bigire.