Rêvebirina hişmendiyê ya misqal bi misqal

  • 09:03 24 Cotmeh 2021
  • Medya Kritîk
 
Leyla Ayaz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îqtîdara ku medya xistiye bin tekela xwe ji bo birêvebirina hişmendiyê argumanên ol, netew, nîjad û zayendê bi kar tîne. Li vir tişta ku divê neyê jibîrkirin jî di birêveberina hişmendiyê de hêza têgehan e. Tegeh hûr bi hûr tên hûnandin û rastiya li ber çavan tên berovajîkirin. 
 
Hin tişt hene ku ji demê re di nav jiyana me ya rojane de cih digire. Bi hesanî bandorê li tevahiya jiyana me, zimanê me, fikr û ramanên me dike. Lê belê gelek caran em pê nahesin. Ev tiştê ku bandor dike di bingeha wê de birdoziyeke hezar salan heye. Ev tişt an bi veşartî, yan jî bi vekirî li pêşperî me ye.
 
Em ê behsa birêvebirina hişmendiyê bikin. Bandora vê ya li ser civakê çi ye? Amanc çi ye? Amûrên vê çi ne? Birêvebirina hişmendiyê wekî dîroka mirovatiyê kevn e. Ji serdemên berê heta îro ji bo serkeftinê wek rêbaza îknakirina girseyan hatiye bikaranîn. Rêbaza birêvebirina hişmendiyê ji hêla Wezareta Parastina Emerîqayê ve wiha hatiye pênasekirin “Parvekirina agahiyên bijarte ên ku dê bandorê ser hest, raman, nêrîn, îstîhbarat û rêveberiyan bike ye.” Çend ji sala 1920'î heta îro di qada bazirganiyê de pêş bikeve jî îro di têkiliya gelan, siyaset, jiyan û civakê de jî wek stratejiyek sereke tê bikaranîn.  
 
Di vê sedsalê de desthilatdarî ji bo domandina hikumdariya xwe, bi rêbazeke hosteyî vê stratejiye bi rêya amûrên ragihandinê ango medyayê derxistiye asta herî jor. Li gorî birdoziya xwe dikeve binhişê mirovan şekl dide fikr, raman û jiyana mirovan. Ev di bin hiş de yek bi yek tên bicihkirin. Hişmendiya ku her mirov her tişt bi xwe hildibijêre tê avakirin, lê belê tiştên ku curbicur datinîn li ber mirovan, tiştên ku hatine bijarte ne.
 
Îqtîdara ku medya xistiye bin tekela xwe ji bo birêvebirina hişmendiyê argumanên ol, netew, nîjad û zayendê bi kar tîne. Ev tişt di film, rêzefîlm, reklam, nûçe, bernameyên muzîk, pêşbirk, siyaset û sporê de xwe derdixe holê. Li vir tişta ku divê neyê jibîrkirin jî di birêveberina hişmendiyê de hêza têgehan e. Medya tegehên ku bi kar tîne hûr bi hûr dihûne û rastiya li ber çavan berovajî dike. 
 
Em dikarin çend mînakan bidin; niha qeyrana aboriyê heye û bandorê li tevahiya civakê dike. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) a ku demek dirêj e derbarê daneyan de nakokiyan dijî û bûye sedema nîqaşan wiha dibêje “Di meha hezîranê de 823 hezar kesî kar dîtiye û niha tenê 3 mîlyon û 399 hezar bêkar hene. Di meha tîrmehê de jî ev hejmar bûye 3 mîlyon 902 hezar. Her wiha di nav çend mehan de qadên îstîhdamê zêde bûne û bi taybetî jî di qada înşaatê de îstîhdamkirin zêde bûye." Ev dane wek serfirazî di medyayê de hat servîskirin. Belê li gorî daneyên 10’ê îlona îsal a Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DISK-AR) yên ku di medyayê de qet nehatin dîtin jî, hejmara bêkariyî gihaştiye 8,4 mîlyonî. Ji bo dane û nakokiya TUÎK'ê veşêrin jî dibêjin “Kar heye lê kes naxebite, her kes karê li ser masê dixwaze”. 
 
Ji sala 2002'yan heta îro 8 caran bi qanûnan deynê sermayedaran hatin efûkirin û îsal jî heman rêbaz pêk hat. Qaşo ji bo pêşeroja welatiyan jî dahatên nû xistin devrê. Ji bêrîka welatiyan derxistin û kirin bêrîka sermayedaran. 
 
Nîqaşên ku derbarê nexweşxaneyên bajêr jî qet ji rojevê kêm nebûn. Di veqetandina bûdçeye îsal de ji bo nexweşxaneyên bajêr 21 milyar û 564 milyon û 904 hezar TL hatiye veqetandin. Nexweşxaneyên ku di dema pandemiyê de performanseke qels nîşan dan jî dîsa jî budçeyek hat veqedandin. Ligel budçeyê jî li şûna ku welatî sûdê ji nexweşxaneyên bajêr bigire bêtir sermayedar sûdê jê digire.  
 
Ji bo danasîna xwarinan pirtûkek bi 1 milyon TL. hat çapkirin, di pirtûkê de her cureyên xwarinê hatin nasandin. Lêçûnên pirtûkê jî ji bêrîka welatiyan derket. Lê ji bo welatiyan jî çend pêşniyarên wiha hatin kirin "Porsiyonên xwe biçûk bikin, îsrafê nekin û li gorî budçeya xwe tev bigerin". Her wiha ji bo zemên ser gaza xwezayî, ceyran û avê jî dibêjin “Bi qasî misqalekî zem hatiye kirin, divê neyê mezinkirin”. Jixwe ji bo welatiyan sînorên pêşniyaran nîne... 
 
Di rêvebirina hişmendiyê de rol û mîsyona jinê diyar e. Ev rol û mîsyon bi rêya medyayê bi têgehên hostayî di binhiş de tên bicihkirin. Di fîlm û rêzefîlman de mêr her tim rêisê malê ne, di qada kar de karsaz û dewlemend her tim mêr in û di bernameyên nava rojê de qaşo mexdûr jin in lê sûcdarên sereke jî jin in. Her wiha di nûçeyên ku tên pêşkeşkirin de ji bo kuştin û şîdeta li hemberî jinê her tim sedem diyar in. Mixabin li gorî anket û analîzên Wezareta Dadê gelek êrişkar, tecawizkar û kujerên jinan ji medyayê sûdê digirin. Bi karekterên cuda cuda rol û mîsyana mêr û jinê di bin hiş de bi têgehan bi cih dikin.