Di kuştinên jinan de zimanê ku şîdetê rewa dike

  • 09:01 2 Cotmeh 2022
  • Medya Kritîk
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya alîgir a ku şîdeta mêr di zimanê weşanê de rewa dike, heman ziman di bûyera ku li Bagcilarê Alî Sayan dayika xwe Hava Sayan qetil kir de derket holê. Çapemeniya alîgir ne qetilkirina jinê, riya ku gumanbar şopandiye kir nûçe.
 
Bi salane di çapemeniya alîgir û muxalîf de şîdeta li hember jinê hat rewakirin û wek îtîrazekê jî Ajansa Nûçeyan a Jinê hat avakirin. Bêguman berê jî li hember zimanê çapemeniyê îtîraz pêş ketin lê JINHA’yê ev îtîraz sîstematîk kir.
 
Ji JINHA’yê heta niha jin û bi taybet rojnamegerên jin bi armanca zimanê nûçeyan biguherîne, zimanê serdest ê çapemeniyê biguhere rolek mezin lîst. Lê ev hewldan berovajî vê armancê ji aliyê çapemeniya alîgir ve hat nîşandan. Çapemeniya ku bi têkoşîna jinan guherînek cidî jiya, mixabin hîna çapemeniya alîgir di zimanê rewakirina şîdetê de israr dike. Bêguman ev zimanê çapemeniyê ji gotin û zîhniyeta desthilatdarî û alîgirên wê serbixwe nîne. Bêguman zimanê çapemeniyê jî li ser civakê gelek bi bandor e.
 
Jin û zarok hedef in
 
Rojnamegerên bi salane di nûçegîhaniya jinan de dixebitin, bi dehan carî diyar kirin ku jin kirde ne, di bûyerên şîdetê de jin û zarok hedef tên girtin û divê ev mijar derkevin holê. Lê çapemeniya desthilatdariyê israra xwe domand û ne şîdeta li ser jinê aliyê magazînî yê şîdetê dertê pêş.
 
Klasîkek din a çapemeniya serdest
 
Di rojên borî de li Bagcilar a Stenbolê mêrê bi navê Alî Sayan dayika xwe Hava Sayan bi kêrê qetil kir. Di nûçegîhaniya jinê de mijara balê dikşîne, binpêkirina mafê jiyana jinê ye lê qetilkirina jinên li vî welatî evqas ji rêzê hatiye dîtin ku, riya xwendina nûçeyên ji ser teşeyên qetilkirina jinê wek ‘cînayeta hov’, ‘bûyera mirovan matmayî dihêle’, ‘cînayeta ku hişê mirovan nagire’ didin.
 
Nîqaşên nayên zanîn ên çapemeniya alîgir
 
Li gorî polîtîkayên weşanê yên JINNES’ê îfadeyên me li jor bi kar anîne di nûçeyê wê de beramberê wê tune ye. Bikaranîna gotina ‘cînayeta hov’ ya berhema zimanê ku mirov dike navenda xwe ye,  bi îfadeyên ‘hişê mirovan nagire, xwîna me cemidî’ venasîn, di cihekî ku zemîna îdeolojîk a şîdeta li hember jinê tune dihesibîne de cih digire. Jinek jî bê qetilkirin 10 jin jî bên qetilkirin, divê ev wek êrîşeke li hember fik rû mafên jinan bê dîtin. Dema mirov li teşeyê dayîna nûçeyê binêrin di hemûyan de behsa ‘ji ber sedemek nayê zanîn nîqaş derket’ tê kirin. Di nokteya ku nîqaş heta qetilkirinê diçe jî hincet dikevin navberê. Di mînaka Bagcilarê de jî ‘ji ber hişbir bi kar aniye cînayet pêk aniye’ li gorî vê ferasetê balê dikşîne. Rojnameya Yenî Şafak ku parêzvaniya desthilatdariyê dike di vê bûyerê de jî ji bo şîdeta mêr wek ‘rehbera qetilkirina jinê’ peywirê dimeşîne. Jin di encama nîqaşê de hatiye qetilkirin, gumanbar li cenaze îşkence kir, piştre  rêbazên tunekirina delîlan… Di nûçeyê de her tişt heye..! 
 
Zimanê şîdetê mayînde dike
 
Yek ji nûçeyeke din a dişibe vê di malpera înternetê ya rojnameya Takvîmê de hat weşandin. Gumanbar wek ‘Alî S dayika xwe Hava S. qetil kir serê wê jê kir û ji şaneşînê avêt’ venasî û zimanekî ku kuştinên jinan teşwîq û mayînde dike diafirîne. Ev rojname jî cih dide îdiayên ku gumanbar hişbir bi kar dianî. 
 
Di çapemeniya alîgir de ji bilî ku mafê jiyanê ya jinê ji dest hatiye girtin wêdetir her kite kit ji aliyê desthilatdariyê ve dibe nirxa nûçeyê.
 
Têkoşîna ziman a ku bi salane li dijî zimanê çapemeniya alîgir tê dayîn, heta ku bigihêje armanca xwe wê bidome. Em ê her tim bînin ziman ku jiyana jinan ne nûçeya rûpela sêyem û jin jiyan bixwe ye û  wek rojnameger her tim vê bînin ziman.
 
Îro çawa li Îran û Rojhilat berxwedana jinan mezin dibe û dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ bilind dibin, kevneşopiya çapemeniya jinê jî bi heman awayî li dijî zimanê çapemeniya serdest têdikoşe.
 
Cînayeta hov a li Bagcilarê: Mêrê ku hişbir bi kar dianî serê dayika xwe jê kir û avêt kolanê
 
Li Bagcilarê bûyera ku xwîna mirovan dicemidîne! Mêrê hişbir bi kar dianî serê dayika xwe jêkir û avêt kolanê! Kujer di çapemeniya civakê de çi parve kiriye