Medyaya alîgir û durû ya piyontiya sîstema heyî û îktidarê dike

  • 09:01 23 Cotmeh 2022
  • Medya Kritîk
 
Roza Metîna 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rol û misyoneke girîng a medyayê heye. Li gel vêya jî peywirên wê yên girîng. Li gor rapora McBride ya UNESCO'yê jî dema em peywir û karê medyayê rêz dikin di serî de peywira "bidestxistina nûçe û agahiyan" derdikeve pêşberî me. Di heman demê de jî divê em ji bîr nekin medya hêmaneke girîng a beralîvkirina civakê ye. Lê belê sîstem û îktidara niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piraniya medyayê kiriye bin kontrola xwe û tu qada demokratîk a "bidestxistina nûçe û agahiyan" nehiştiye. 
 
Medyaya ku perçeyekî girîng a jiyana mirovan e, niha ji bo karên ne baş ên îktidara heyî ya li Tirkiyeyê tê bikaranîn. Dewsa medya ji bo bilindkirina asta perwerdeya civakê, ji bo parastina nirx, ziman û çandên cuda, ji bo bilindkirina asta aramî û xweşiyê bê bikaranîn, mixabin bûye "çoyê" îktidarê. Bi zagonên tên derxistin jî ev "ço" her ku diçe dirêjtir dibe. Her ku dirêj dibe jî xêrnexwaz vî "çoyî", bêtir li demokratîkbûna civakê dixin û bandoreke neyînî li ser wekheviyê dike. Ev yek jî bi xwe re neheqî, bêdaletî, astengiya li hemberî azadiya ramanê û berfirehbûna pergala rant û talanê tîne. 
 
'Zagona Sansurê' pêşî li pergala rant û talanê vedike
 
Bi qebûlkirina "Zagona Sansurê" jî di heman demê de, pêşî li ber neheqî, bêdaletî, astengiya li hemberî azadiya ramanê û pergala rant û talanê, fireh bû. "Zagona Sansurê" ya ku bi dengê AKP û MHP'ê li meclîsê hat qebûlkirin, piştî ku ji aliyê Serokomar Tayîp Erdogan ve hat erêkirin li Rojnameya Fermî hat weşandin. Desthilatdariya heyî ji bo beka û ewlehiya xwe zagonên tên hesabê wan, qebûl dike. Bi zagonên bi vî rengî kesên balê bikşînin ser lêçûnên qesrê ku rojane 5 milyon TL pere jê re tê xercdikin û kesên balê bikşînin ser polîtîkayên şer ên di bin navê ewlehî û parastinê de tên kirin û mijarên wekî din, wê zêdetir bên sûcdarkirin. Dixwazin bê qedexekirin ku gel bertekê nîşanî budçeya şer a 468,7 milyar TL, bide. 
 
Rewakirina tundî û îşkenceya li ser jinê ya bi destên medyaya alîgir
 
Em rewakirina tundî, destdirêjî û îşkenceya li ser jinê ya bi destên medyaya alîgir jî ji bîr nekin. Her wiha cezayên girtîgehê yên li jinên kurd tên birîn. Medyaya alîgir a ku qeremûşkan li rûyê civakê dixe, cezayê girtîgehê yê 11 sal û 7 meh ê herî dawî li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn, ji bo rewa nîşan bide çi ji destan tê, dike. Kesên li dijî faşîzmê, li dijî neheqî û bêxîretiyê serî natewînin bi kiryarên bi vî rengî rû bi rû dimînin. Ka mirovê çi ji medyaya alîgir a parastina sermayeya desthilatdaran derdixe pêş, hêza karê erzan rewa nîşan dide, mafê jinê paşguh dike, hêvî bike? Kî yê çi ji medyaya alîgir a ku ser bikaranîna çekên kîmyewî dinixumîne, hêvî bike? Medyaya alîgir û durû ya piyontiya îktidarê dike!
 
Karê manîpulasyon û bicihanîna fermanan a medyaya alîgir
 
Karê medyaya alîgir a dibe eynika dirûtiya nîjadperest, zayendperest, yekperestan bi van kiryaran naqede. Karê manîpulasyon û bicihanîna fermanan jî pir baş dike. Ev jî bi baceyên gel pêk tê. Loma gelek kes dibêjin "Bi jara mara be". Em kesên di çapemeniya hawiz de dixebitin û dibin perçeyekî ji sûcê desthilatdaran jî ji bîr nekin. Ew nûçe û dîmenên li gor dilê desthilatdaran çêdikin û ji wan re li çepikan dixin. Nûçe û dîmenên derewan ên mîna karesata li Bartinê... Dewsa ku tevdîra nehatiye girtin, nelirêtiya hatiye kirin û bûne sedema mirina 41 karkerên li kana madenê ya Bartinê dixebitîn, derxin pêş, gotina "qeder e" derxistin pêş. Bi vê yekê re bûn şirîkên dirûtiya tê kirin. Dewsa mafê karkeran derxin pêş û bînin ziman ku tenê di nava salekê de 359 karkeran ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê, hêza kar a erzan, nêlirêtiyên tên kirin, jiyana xwe ji dest dane, gotinên "Şukir ku hêj bi ser re 24 saet derbas nebûn ku me 41 şehîdên xwe derxistin" bê fedî û ar wekî dîmen pêşkêşî bi milyonan mirovan dikin. 
 
Bi milyonan kes li edaletê digerin
 
Mînakên wê naqedin helbet lê em çend mînakên din ên medyaya alîgir û durû ya piyontiya sîstema heyî û îktidarê dike, bidin. Piştî li Bartinê 41 karkerî li kana madenê jiyana xwe ji dest dan, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî got wê misrefa perwerdeyê ya zarokên karkerên di kareseta kana madenê de jiyana xwe ji dest dane, bidin. Vê gavê, medyaya alîgir û durû ya piyontiya sîstema heyî û îktidarê dike, ev daxuyanî xemiland û bi awayekî pesnekî mezin vede, ragihand. Lê ma wê neyê pirsîn ku heta pesnê vê yekê tê dayin, bedkariya ku hatiye kirin vebêjin. Jixwe yên bingeha vê karesatê ava kirin jî ne yên hûn pesnê wan vedidin e? Dîsa Wezîrê Dadê bi mîkrofana girt ber devê xwe, li ser gora karkerekî 25 salî yê di kana madena li Bartinê jiyana xwe ji dest da, quran xwend. Li ser medyaya dîjîtal dema ev dîmen hat parvekirin li bin şîroveyên "Gelo kes tune ye ku peywira Wezîrê Dadê ya esil bixe bîra wî?", "Çi şovê dike" hatin kirin. Li vî welatê ku herî zêde pêdiviya gel bi edaletê heye, Wezîrê Dadê tevî 3 mele li ser gorê ne jî, mîkrofonê dide ber devê xwe û li ser gorê quranê dixwîne. Ma ne Emîne Şenyaşar e ku her tim li ber deriyê Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire û dibêje, "Li Rihayê ne qanûn, ferman tên sepandin", "Edalet di bin axê de ye" û bi milyonan kesên din ên li edaletê digerin... 
 
Medyaya alîgir û durû hîn li ser kar e 
 
Li gelek bajaran ji ber qezayên madenê bi sedan karkerî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber îhmalkariya tendirustî û ewlehiya kar, sistbûyina kontrolkirina cemawerî, projeyên hilberînê yên ji bo di demek kurt de kar bê bidestxistin bi sedan karkerî jiyana xwe ji dest dane. Di 7'ê Adara 1983'yan de li bajaroka Armutçuk a Zonguldakê di kana komurê de bi teqînê 103 karkerî jiyana xwe ji dest dan. Di 7'ê Sibata 1990'î de li Şîrketa Komirê ya Çelteka Nû ya Amasyayê bi teqînekê dîsa 65 karkerî jiyana xwe ji dest dan. Di 17'ê Mijdara 2017'an de li Xizxêr-Kufra ya Sêrtê bi qezaya madenê 16 karkerî jiyana xwe ji dest dan. Di 13'ê Gulana 2014'an de jî li navçeya Somayê ya Manîsayê dîsa di karesata madenê de 301 karkerî jiyana xwe ji dest dabûn û malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku edalet pêk nayê bi hêrs in. Vana tenê çend mînakên mirina karkeran ên li kanên madenan e lê mînakên wê gelek in. Wekî li jor jî me anî ziman li gelek bajaran bi sedan karkeran li kanên madenan ji ber îhmalkariya sîstem û îktidarên heyî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê hîn jî kesên dibin sedema mirina ewqas mirov bi ser de jî diçin nav li zarokên wan ên tên cîhanê dikin û medyaya wan a alîgir û durû ya piyontiya sîstema heyî û îktidarê dike, hîn jî li ser kar e.